Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Cihgirê serokê Partiya Nijadperest a Gelî(MHP) Atîla Kayayî ji ber hewildanên serokê MHPyê yên ji bo referandûmê dest ji karê xwe berda.
Serokê MHPyê, Devlet Bahçelîyî eşkere kiribû ku ew ê ji bo Qanûna Bingehîn a Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) çêkirî di referandûmê de dengê erê bi kar bîne û piştgiriya wê bike.
Kayayî li ser biryara xwe daxuyaniyeka nivîskî belav kir û cih da van gotinan:
“Hê jî ne eşkere ye ka Qanûna Bingehîn a nû çi ye û çima hatiye di rojeva welatê me de. Serokê me, berrêz Devlet Bahçelîyî biryar daye piştgiriya wê bike. Pêdivîyeka exlaqî ye ku hevkarên ji wî cida difikirin fikra xwe eşkere bikin.
“Ez wek pêdivîyeka van şertên em tê de, dest ji karê xwe berdidim.
“Biryara min a dest-ji-karî-berdanê biryareka min a kesane ye.”(EKN/MB)