Fotograf: MA
Platforma Rojnamegerên jin a Mezopotamyayê (MGKP) rapora xwe ya binpêkirina mafan a 3 mehan a derbarê rojnamegerên jin de aşkere kiriye. Endamên platformê li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ya Stenbolê civînek li dar xistiye û rapora xwe bi raya giştî re par vekiriye.
Rojnamegeran li salonê kaxizên ku li ser wan Çapemeniya azad nikarin bêdeng bikin", "Çapemeniya azad serî natewîne", "Em li pey şopa rastiyan e" nivîsandibûn daliqandine û fotografên rojnamegerên jin ên girtî hildane.
Endama MKGPyê Dûrket Surenê kurdiya raporê xwendiye û behsa binpêkirinên mafên rojnamegerên jin ên di sê mehên dawiyê de kiriye.
Li gorî raporê 17 rojnamegerên jin girtîne û di sê mehên dawiyê de êrîşî 5 rojnamegeran kirine, tundkarî li 20 rojnamegeran kirine, 18 rojnameger jî desteser kirine.
"Îdîanameya 16 rojnamegerên girtî hîna amade nebûye"
Platformê di raporê de bal kişandiye li ser van xalan:
Desthilatdariya AKP-MHPyê bi hedefgirtina çapemeniyê û bi taybetî jî bi hedefgirtina çapemeniya azad a kurd, bi tundî û astengkirina mafê me yê çêkirina nûçeyan zextên xwe didomîne. Bi girtina gelek rojname û ajansên muxalîf re niha jî dest bi serdegirtina saziyên medyayê kirin û bi vî awayî jî dest danîn ser kamera û alavên teknîkê û xebatkarên wan hatin girtin. Di bin çavan de rojnamegerên jin rastî îşkence û tundiyê hatin. Li erdê hatin kaşkirin, destên wan ji paş ve hatin kelemçekirin û bi îşkenceya zayendî ya polîsan re rû bi rû hatin hiştin.
"Îdianameya 4 jê jin 16 rojnamgerên ku di 16ê Hezîranê de li Amedê hatin girtin nehatiye amadekirin û ligel vê yekê rojnameger hê jî girtî ne. Hinceta girtina wan jî şopandina nûçeyan û nûçeyên ku çêkirine weke sûc tê dîtin e. Di 29ê Cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de 5 jê jin 9 rojnamegerên ku di çapemeniya azad a Kurd de dixebitin hatin girtin.
"26 rojnamegerên ku di nava 6 mehan de hatine girtin 10 jê ji wan jin in. Ev hejmar dide xuyakirin ku rojnamegerên jin ên li dijî desthilatdar û medyaya wê têdikoşin di hedefê de ne.
"Di her serdemê de ji her 3 mehan carekê êrîşên li ser rojnameger, binpêkirinên mafê jiyan û ewlehiyê, girtinên ji bo azadiya ramanê, mafê jiyan û ewlekariya rojnamegeran em bi daneyên ku dest dixin, dikin rapor û parve dikin. Ligel vê yekê dane û hejmarên nehatine xuyakirin jî hene.
Mafên rojnamegerên jin hatine binpêkirin
Di daneyên giştî yên binpêkirinên jiyan û ewlehiyê yên 3 mehên dawî de; 5 rojnameger rastî êrîşan hatin, 20 rojnameger rastî tundiyê hatin, 18 rojnameger hatin binçavkirin, 6 rojnameger hatin girtin, 12 rojnameger hatin astengkirin, 12 rojnameger di bin çavan de rastî muameleya xerab hatin, 4 rojnameger hatin hedefgirtin, 9 rojnameger di girtîgehê de rastî binpêkirinan hatin.
Di binpêkirina azadiya raman û derbirinê ya li dijî rojnamegeran de; 7 rojnameger doz li wan vebûn, 26 rojnameger darizandina wan berdewam kir, derbarê rojnamegerekê de lêpirsîn vebû û 2 rojnameger jî rastî zext û sansûrê hatin.
Rojnamegerên jin ên girtîBerîvan Altan – Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê |
"Bi vî awayî tê xuyakirin ku heta dawiya meha Cotmehê hejmara rojnamegerên jin ên girtî, bûne 17... Em ji vê derê careke din bang li kesên ku dema nikarin bi girtinan rojnamegeran ji qadan dûr bixînin û bi rêbaza îşkenceyê hewl didin wan bitirsînin dikin ku: rojnamegerên jin heta niha serî li ber we netewandin û dê netewînin jî.
"Wek Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamayê, ji bona ku hemû rojnameger bi awayekî azad karê rojnamegeriyê bikin, em banga avakirina bingeheke pêkan û serbestberdana rojnamegerên girtî dikin. Rojnamegerî ne sûc e, çapemeniya azad û rojnamegeriya jinê nayên bêdengkirin."
(FD)