Encûmena Ewlekariya Neteweyî (MGK) li Beştepe dê were kirin. Di civînê de pêvajo, şerê Ukrayna-Rûsya û muzakereyên di navbera DYA û Îranê de bên nirxandin.
Yek ji mijarên rojevê yên civînê jî tê payîn ku pêvajoya ku hikûmetê bi navê “Tirkiyeya Bê Teror” bi nav dike û gihiştiye qonaxekê, were nirxandin.
Qanûna ku di raya giştî de bi navê “qanûna çarçoveyê” tê zanîn û bi navê Qanûna Hêzkirina Yekîtiya Neteweyî û Hevgirtina Civakî hate amade kirin, di 18ê Tebaxê de di Rojnameya Fermî de hate weşandin.
MGK piştî weşandina vê qanûnê cara yekem dicive.
Ukrayna û Îran jî di rojevê de ne
Di civînê de şerê Ukrayna-Rûsya û ewlehiya rêwîtiya deryayî ya li Deryaya Reş jî dê bê nirxandin.
Herwiha, pêvajoya muzakereyên ku di navbera DYA û Îranê de didomin jî di nav mijarên din ên rojevê yên MGK de cih digire.
(FY)

