Mezlûm Ebdî bû şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê
Serokkomarê Sûriyeyê Ahmed eş-Şara biryareke bi hejmara 164an a sala 2026an derxist. Her weha Mezlûm Ebdî bi vê biryarê bû şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê.
“Mazlum Ebdî dibe şêwirmendê serokkomar û Îlham Ehmed jî dibe parlamenter”
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê, SANAyê Serokkomarê Demkî ê Sûriyeyê Ahmed eş-Şara bi fermaneke serokkomariyê, Fermandarê Giştî yê berê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî wekî şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê destnîşan kiriye.
الرئيس أحمد الشرع يصدر المرسوم رقم 164 لعام 2026 القاضي بتعيين مصطفى خليل عبدي (مظلوم عبدي) مستشاراً لدى رئاسة الجمهورية.#سانا pic.twitter.com/26kCW17cMz
— الوكالة العربية السورية للأنباء - سانا (@Sana__gov) August 27, 2026
Di fotografa fermana serokkomariyê de ku ji aliyê SANAyê ve hatiye belavkirin, amaje bi navê temam ê Mezlûm Ebdî hatiye kirin û tê de tê gotin:
"Birêz Mistefa Xelîl Ebdî wekî şêwirmendê serokkomariyê tê destnîşankirin."
Di 24ê Tebaxa 2026an de şandeyeke HSDyê û Rêveberiya Xweser bi mebesta hevdîtina li gel berpirsên payebilind ên Sûriyeyê çûbû Şamê. Di wê civînê de pêşniyara postekî ji bo Mezlûm Ebdî û Hevseroka berê ya Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê hatibû kirin.
Her weha Fermandarê Giştî ê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, di 25ê Tebaxê de di civîna çapemeniyê ya ku li Qesra Gel a li Şamê hat lidarxistin de ragihand ku piştî ku entegrasyona hêzên wan di nav artêşa Sûriyeyê de temam bû, erka HSDyê wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe bi dawî bûye û hat fesixkirin.
Kurdî bû zimanê xwendinê
Çend saet beriya belavkirina fermana serokkomariyê ya taybet bi erka Mezlûm Ebdî, Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê zimanê Kurdî wekî zimanekî niştimanî di bernameya xwendinê ya dibistanên fermî û taybet de bih cih kir.
Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Ebdurehman Tirko biryareke taybet bi sererastkirina rênimayên Biryarnameya Hejmar 13an a sala 2026an derxist û amaje pê kir ku armanca vê biryarê "parastina mafên zimanî û çandî û bihêzkirina cihêrengiya li Sûriyeyê ye."
Li gorî biryara nû, xwendina zimanê Kurdî li wan deverên ku "nifûsa Kurdan lê zêde ye" dê were xwendin.
(AY)