Fotograf: Jiyan Erkiliç
Li Semsûrê mexdûrên erdhejê niha jî ji ber barana zêde, di konan de mexdûr dibin.
Li taxa Sumerevlerê ya Semsûrê konên ku ji bo mexdûran hatine danîn, di bin avê de mane. Mexdûrên erdhejê, bi xwe cihokan vedikin da ku av nekeve nava konan.
Di encama erdhejên 6ê Sibatê yên li Mereşê pêk hatibûn, yek ji wan bajarên herî zêde ziyan lê çêbûbû, Semsûr e. Welatiyên ku ji ber erdhejê bê mal man û di konan da hewl didin jiyana xwe bidomînin, îro ji ber barana zêde mexdûr bûn.
“Ma hêza dewletê nîne ku bi kêmanî konteyniran bide?"
Kesên ji erdhejê rizgar bûne, tevî ku 48 roj di ser erdhejê re derbas bûne di konan de dimînin. Mexdûrên erdhejê diyar kirin ku ji ber barana zêde konên wan di nava heriyê û avê de mane û bang li rayedaran kirin.
*Niştecihên taxê bi xwe cihokan vedikin da ku ava baranê biherike û nekeve nava konên wan
Yek ji kesên ji erdhejê rizgar bûye, Xalid M ye. Wî got ku alîkarî li herêma erdhejê newekhev hatine belavkirin û divê di van şert û mercên hewayê de li konteyniran bimînin: “Her ku baran dibare em wiha ne. . Her roj hişyariyê didin, tê payîn ku baran dijwartir bibe û lehî rabe. Di vê erdhejê de jiyana me winda bû. Em di van şert û mercên hewayê de li konan, bi zarokên xwe re riswa ne. Ma hêza dewletê nîne ku bi kêmanî konteyniran bide?"
Welatiyê bi navê Mahmûd Abdûllah îdia kir ku rayedaran ti alîkarî bi wan nekiriye û diyar kir ku komele û xêrxwaz alîkariyan belav dikin. Ji ber vê rewşa heyî, kesên ji erdhejê rizgar bûne nexweşî li wan peyda dibin. Gelek kes ji tenduristiya zarokên xwe yên biçûk bi fikar in. (JE/FD)