Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Encamên anketa MetroPollê, şirketa lêkolînê ya bi navê ‘’Helwesta Tirkîyeyê ya Cotmeha 2020an’’ hatine ragihandin. Di anketê de pirsa, "Heger vê yekşemê hilbijartinên parlamentoyê bibin hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiya siyasî?" hatiye pirsîn.
Li gorî ankete, rêjeya dengdana Partiya Dad û Geşedanê (AKP) cara yekem ket binî ji sedî 30î û rêjeya dengen wê bû 28,5. Rêjeya dengdana CHPyê (Partîya Gel a Komarî) jî di %17.2yan de ma.
Hejmara kesên bêbiryar zêde bûye
Anketê nişn kiriye ku rêjeya dengên AKPyê cara yekem e dikeve bine ji sedî 30î lê ketina rêjeyê nayê wê wateyê ku partîyeka din a sîyasî dikeve cîyê AKPyê û şûna wê dadigre. Di sîyaseta Tirkîyeyê de nemaze sedem û zehmetîyên aborî dibin sedema guherîna fikr û nêzîkbûnên dengdêran û hate diyar kirin ku hejmara bêbiryaran ji her caran bilindtir bûye.
Di ankete de rêjeya dengên IYI Partiyê ji sedî 8.6, rêjeya dengên HDPyê ji sedî 8.5 û rêjeya dengên MHPyê jî ji sedî 7.9 e. Di heman demê de rêjeya Partîya DEVAyê ya ku Ali Babacanî ava kiriye jî ji sedî 1.5, rêjeya Partîya Gelecekê ku serokwezîrê kevin Ahmet Davutogluyî ava kiriye jî ji sedî 0.9 e. (SO/VU/FD)