Navenda Metroyê ya Parastina Mafên Rojnamegeran (MCJR) rapora xwe ya sala 2023yan weşand. Li gorî rapora Metro Centerê, di sala 2023yan de li Herêma Kurdistanê 37 rojnameger hatine desteserkirin.
Metro Centerê ji bo rapora xwe aşkere bike duh li Silêmaniyê, bajarê Herêma Kurdistanê, civîneke çapemeniyê li dar xist. Rêvebirên Metro Centerê rapora ku amade kiribûn aşkere kir.
Li gorî rapora Metro Centerê, li dijî 247 rojnamegeran 249 binpêkirin hatine kirin:
- Astengkirin û cudakarî: 134 bûyer
- Desteserkirina kelûpelên rojnamegeran: 38 bûyer
- Desteserkirina rojnamegeran: 37 bûyer
- Êrîş, gef, heqaret, 27
- Girtina rojnamegeran a li derveyî qanûna rojnamegeriyê: 5
- Êrîşa sîber: 4 bûyer
- Şikandina kelûpelên rojnamegeriyê: 2 bûyer
- Serdegirtina malên rojnamegeran: 2 bûyer
Metro Centerê diyar kir ku rêjeya binpêkirina mafên rojnamegeran li gorî sala 2022yan ji sedî 42 kêm bûye.
Li gorî daneyên Metro Centerê, di sala 2022yan 431 caran mafên rojnamegeran hatine bînpêkirin.
Her weha di sala 2022yan de 64 rojnameger hatibûn desteserkirin lê di sala 2023yan de ev hejmar 37 bû.
“Divê parêzer bikaribin Silêman Ehmed bibinin”
Di dema civîna çapemeniyê de Rêveberê Metro Centerê Diyarî Mihemedî bal kişand li ser rewşa edîtorê beşa nûçeyên erebî Silêman Ehmedî ku 86 roj in agahî jê nayê wergirtin. Diyarî Ehmedî got ku “Mixabin rojnameger Silêman Ehmed heta niha windaye û rê nayê dayîn parêzer û malbata wî pêre hevdîtinê bikin, tişta ku ew pê tê sûcdarkirin çi dibe bila bibe, li gorî zagonê divê parêzerên wî pêre hevdîtinê bikin.”
Silêman Ehmed roja 1ê Çiriya Pêşiyê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25ê Çiriya Pêşiyê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDKê ve hat revandin û ev 86 rojin agahî jê nayê girtin. (FD)
*Çavkanî: Draw Media, Rojnews