Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Save the Children û UNESCOyê eşkere kir, li Somaliyê komên Îslamîst rê girtine û alîkarî nagihe bi hezaran zarokan. Metirsî heye bi hezaran zarok ji ber kêmavî û kêmxwarinê bimirin.
BIXWÎNE - 560 zarok digel dayika xwe di girtîgehan de ne
Li gor rêxistinên alîkariyê metirsiya mirina ji birçan a zarokên li Somaliyê ji sedî 2 bû ev rêje bûye sê qetê xwe.
Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku 3 milyon mirovên li Somaliyê hewceyî alîkariyê ne. 365 hezar zarokên ji 5 saliyê biçûktir hene û metirsî heye 71 hezar ji wan ji birçan bimirin.
BIXWÎNE - UNICEF: Li Iraqê di sê salan de 1075 zarok hatine kuştin
Ji ber xelayê ji sala 2016ê ve 741 hezar kesên ji Somalîyê bi mecbûrî terka warên xwe kirine.
Di sala 2011ê de li Somalîyê 260 hezar kes ji birçan miribûn. (YY/MB)
Çavkanî: UNICEF, Save the Children, BBC Turkçe