Metin û Kemal Kahraman, her du bira wê di konsera xwe de li gel stranên xwe yên berê wan stranên xwe yên nû jî wê bibêjin ku di demeke kurt de dê weke albumeke nû bê belavkirin.
Metîn û Kemal Kahraman heta niha li nava Tirkiyeyê û ji derveyî Tirkiyeyê gelek konser dane, gelek album derxistine û ji bo gelek film û belgefilman muzîk amade kirine.
Konser wê saet 20.30 deqîqeyan dest pê bike û li gel Metîn û Kemal Kahraman, Umut Kahraman li viyolayê û Ahmet Tîrgîl Kahraman wê li kemanê bide.
Metîn û Kemal Kahraman nêzîkî 20 sal in ku bi muzîkê re mijûl dibin û heta niha albumên weke Deniz Koydum Adını, Meyman, Dewrano û Xecê derxistine. Metîn û Kemal Kahraman demeke li ser zêmarên Dêrsimê kar dikin û zêmarên kom kirine wê di rojên pêş de weke CDyekê belav bikin. Wê navê albûmê “Şuarê Dilgiranî” be û zêmar wê ji hêla Mavîş Guneşerê bên xwendin. (FD)