Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Dadgeha Aştî û Cezê ya Nobedar biryara girtina Metîn Gurcan, endamê lijneya damezrîner yê Partiya DEVAyê daye û ew şandiye girtîgehê. Gurcanî li Stenbolê bi tohmeta ku “Sîxuriya leşkerî û sîyasî kiriye” hatibû desteserkirin.
Gurcanî, piştî îfadeyên li Stenbolê birine Enqereyê. Piştî lêpirsîna Gurcanî ya li Rêvebirîya Şaxa Tekoşîna Li Dijî Terorê ya Emniyeta Enqereyê ji bo konrtola tenduristiyê ew şandine nexweşxaneyê. Her weha piştî kontrola li nexweşxaneyê Gurcanî birine edliyeyê û li wir îfade daye Dozgerê Komarî.
Dozgeriyê piştî îfadeyê, Gurcanî bi daxwaza girtinê şandiye Dadweriya Aştî û Cezê ya Nobedar. Dadgehê bi tohmeta ku Gurcanî “sixuriya leşkeri û siyasî kiriye û belgeyên ku divê veşartî biman parve kiriye” biryara girtina wî daye û ew şandiye girtîgehê.
Gurcanî sûcdarkirin qebûl nekiriye
Li gorî nûçeya BBC Tirkiyê Gurcanî di dema îfade dayinê de diyar kiriye ku wî carnan bi rayedarên biyanî re hevdîtin pêkaniye û weha gotiye:
“Di van hevdîtinan de min nirxandin, agahî û pêşkevtinên heftanê yên derbarê Tirkiyê û Rojhilata Navîn de parve kir. Lêbelê ez îddiayên sîxuriyê bi ti awayî qebûl nakim. Min bi ti dîplomatî re zanyariyên fermî û belge parve nekiriye.”
“Ji sala 2019an vir ve ez ji kes û sazîyan re bi awayekî aşkere şêwirmendîyê dikim. Li hemberê karê min pere didin min. Ez pêşkevtinên ku li welatên weke Tirkiye, Sûrîye, Iraq, Îran, Ukrayna, Afganîstan û Libyayê ji çavkaniyên ku ji her kesî re vekiriye, berhev dikim.
(TP/DD/AY)
*Dara Demiralpî ev nûçe ji tirkî wergerandiye