Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Metîn Goktepe, nûçegîhanê Evrenselê di 26emîn salvegera kuştina xwe de wê li ser gora xwe were bibîranîn.
Bîranîn di saet 11.00an de wê li Goristana Kemera Esenlera Stenbolê pêk were.
Xebatkarên rojnameya Evrenselê, malbata wî, hempîşeyê wî, nûnerên rêxistinên çapemeniyê û dostên wî wê tevlî bîranînê bibin.
Kuştina Metîn Goktepe û doza wî
Metîn Goktepe 8ê Kanûna Paşiyê ya 1996ê ji bo şopandina cenazeyê wan girtiyan çû Alîbeykoyê ku li Girtîgeha Umraniyê hatibûn kuştin.
Lê ji ber ku karta wî ya çapemeniyê tune bû destûra ketina navçeyê nedan wî. Tevlî bi sedan kesan hat desteserkirin û ew birin Salona Sporê ya Girtî ya Eyubê. Li vir rastî tundkariya polîsan hat û hat kuştin.
Hat îdiakirin ku Metîn Goktepe ji ser dîwerî ketiye.
Doz ji Stenbolê rakirin Aydinê û bi hinceta “ewlekariyê” jî birin Afyonê.
Piştî ku dozê destpêkir bi sedan rojnameger, nûnerên rêxistinên pîşeyan, endamên Partiya Kedê (EMEP) û mafparêz bi otobusan ji Stenbolê çûn Aydinê û piştî ku doz çû Afyonê berê xwe dan wir û Doza Goktepeyî şopandin ku qasî 30 civînan berdewam kir.
Doz 28ê Îlonê ya 2000ê bi encam bû ku ji ber sûcên “bi awayekî berbiçav kuştina mirovan” û “bi rengê ku failê wê ne diyar kuştina mirovan” her polîsek rastî 7 sal û 6 meh cezayên girtinê hatin. Polîsek piştî ku Dadgeha Bilind biryar xerabkir 20 meh cezayê girtîgehê stand û 5 meh cezayê jidûrxistina erka xwe dane wî.
Yaseya Tehliyeya Bişert û Paşxistina Cezayan a di 19yê Kanûna Pêşiyê ya 2000î de derket hişt ku polîs beriya cezayê xwe biqedînin tehliye bibin.(HA/AY)