Polîsan di 8ê Kanûna Paşiya 1996an de li Alîbeykoya Stenbole rojnameger û nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe desteser kiribûn û kuştibûn.
Komek rojnameger û endamên malbatê jî di nav de nûnerên EMEPê û rêxistinên civakî di 28emîn salvegera kuştina Metîn Goktepe de çûn ser gora Goktepe ya li Goristana Kemera Esenlerê û bibîr anîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di bîranînê de pankartên "Li ser înade we em her yek Metînek in”, "Rojnameya Evrenselê dinivîse" û "Dê çapemeniya azad bêdeng nebe" hat rakirin. Koma rojnamegeran û nûnerên rêxistinên civakî di bîranînê de qurnefil danîn ser gora Goktepe.
Di bîranînê de Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Hakki Ozdal, anî ziman ku dema Goktepe hat qetilkirin, Rojnameya Evrenselê nû dest bi weşanê kiribû û wiha got: "Rojnameya Evrenselê tirs xist dilê dewlet û sermayeyê. Ji ber vê tirsê dewletê Goktepe qetil kir. Metîn got 'Teqez ez ê vê nûçeyê bişopînim' û çû nûçeyê. Li nûçeyê rastî tundiya polîsan hat û hat qetilkirin."
Xwişka Goktepe Meryem Goktepe jî anî ziman ku Metîn Goktepe dema diçû nûçeyê teqez encam digirt û wiha got: "Ji wê demê heta niha zextên li ser çapemeniyê nehatine guhertin. Mirov hîna ji ber fikrên xwe tên girtin û sucdarkirin. Ez li vir silavê ji rojnamegerên girtî re dişînim."
Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî li ser gorê axivîn û diyar kirin ku dê teqez heqîqet û rastî bê nivîsandin û dê doza Metîn bişopînin.
(AY)