Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Metîn Duran rojnamegerekê girtî yê nexweş e. Saziya Tiba Edlî biryar daye ji ber ku ew gelek nexweş e çênabe ew li girtîgehê bimîne. Li ser vê yekê dadgehekê biryara berdana wî daye.
Rojnameger dê şeş mehan li girtîghê bimaya.
Li gor nûçeyeka Ajansa Mezopotamyayê şeva dî Metîn Duran ji Girtîgeha Sîncanê derketiye.
Çi bûbû?
Metin Duranê di Radyo Rengînê de dixebitî û ji bo rojnameyên Merdînê nûçe amade dikirin.
Di 10ê Cotmeha 2015an de, ku hîn qedexeyên derketina derve dom dikirin, ji bo êşa dilê xwe çû nexweşxaneya Mêrdînê a Dewletê. Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê bijîşk gotiye "êşa te derûnî ye" û ew şandiye mala wî. Duran vegeriya malê lê ketiye krîza dilî piştî wê felç bûye.
Duran hatibû girtin û li Girtîgeha Sîncanê dima.
127 rojnameger girtî ne
Li gor Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê, 127 rojnamegerên ku ji ber xebatên xwe yên rojnamegerî û dosyayên siyasî heta 1ê Tîrmehê di girtîgehê de bûn. Ji 127 rojnamegeran 33 ji wan tên dadgehkirin. Lêpirsîna 40 rojnamegeran berdewam dike, 24 rojnamecer ceza xwarine, dosyaya 30 rojnamegeran li ber destê dadgehek bilind e.
73 rojnameger di saziyên medyaya nêzîkî Cimaeta Gulenî de dixebitin. 39 ji wan di medyaya kurdan de kar dikirin. Di vê demê de rojnamegerên girtî bi tohmeta “darbekarî”, “hewla rûxandina pergala destûra bingehîn”, “hevkarî û alîkariya bi rêxistinên weke FETO, PKK, MLKP, DHKP-C, TKEP/L, û Tevgera Berxwedanê re” hatine sûcdarkirin.
Par di van her sê mehan de ji 136 rojnamegeran 84 rojnameger rastî lêpirsînê hatibûn an jî hîna îdianameyên wan nehatibû amadekirin. Dadgehkirina 23 ji wan berdewam dikir û 19 ji wan jî ceza xwaribûn.
Pênc rojnameger hatine desteserkirin, çar jê ji ber “Pirsgirêka Kurdan” hatine desteserkirin
Di navbera Nîsan-Gulan-Hezîranê de pênc rojnameger hatine desteserkirin. Çar ji van ji ber lêpirsînên bi “Pirsgirêka Kurdan” re girêdayî hatine desteserkirin.
Par di heman demê de, çar jê ji medyaya navnetewî bi giştî 16 rojnameger hatibûn desteserkirin. Di tevahiya sala 2017ê de 31 jê ji saziyên medyayê yên nêzîkî Cimaeta Fethullah Gulenî, 20 jê ji medyaya kurdan, pênc jê jî nûnerên medyaya navnetewî, bi giştî 85 rojnameger hatibûn desteserkirin. Sala 2016ê ev hejmar 201 bû ku hewldana darbeyê çêbûbû û Rewşa Awarte hatibû ragihandin.
(AS/MB)