Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Metîn Alataş, xebatkarê rojnameya Azadiya Welatê, di salvegera kuştina xwe ya 11an de li ser gora wî yad kirine ku îro heman demê Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin e.
Laşê Alataşî 11 sal beriya niha bi dareke pirteqalan ve darvekirî dîtibûn.
Malbata Alataşî, hevakên wî, Enver Guler, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê navçeya Seyhanê, Şukran Efeturk, Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Bi Malbatên Winda re ya Akdenîzê (AYKAY-DER) çûne Goristana Kuçukoba ya Edeneyê û Alataş bibîr anîne. Beşdaran gul û fotograf danîne ser gora wî.
Şukran Efeturk, Hevseroka AYKAY-DERê li vir axiviye û gotiye, ew ê têkoşîna Alataşî birêve bibin. Murad Karakaş, xebatkarê rojnameya Yeni Yaşamê jî behsa zext û zorên li ser çapemeniya azad kiriye û gotiye ku ew ê têkoşînê bidomînin.
Malbata Alataşî spasiya wan kesan kiriye ku beşdarî bernameya yadkirinê bûne.
Derbarê kuştina Metîn Alataşî de
Di 3yê Nîsana 2010an de piştî rojnameya Azadiya Welat belav kiriye careke din kesî ew nedîtibû. Piştî bi rojekê laşê wî li bexçeyê pirteqalan ê Seyhan Hadirliyê bi darekê ve darvekirî hatibû dîtin.
Alataş beriya were kuştin bi sê mehan hinekan dema rojname belav dikir, bi wesayîtekê rêya wî birî bûn û êrîşî wî kiribûn. Alataş ji 2005ê û pê ve rojname belav dikir. Kuştina wî gelek caran li Parlamentoyê hatibû nîqaşkirin lê failên kuştina wî digel 11 sal derbas bûye hîna dernexistine holê. (HA/FD)