Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber ku ihtimal heye li gelek bajarên Tirkiyeyê baran zêde bibare, ba û bahoz rabe û bablîsok çêbibe, hişyarî daye. Midûriyetê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye:
"Germahiya hewayê: Li bakûr û cihên navîn ji rewşa asayî ya demsalan zêdetir e. Li peravên Ege û Behra Sipî li jêr rewşa asayî ya demsalan e, li cihên din jî wê di rewşa asayî de be.
"Çavlirê ye ku li Edîrne, Tekîrdag, Yalova, Bîlecîk, Îzmîr, Manîsa û Kutahyayê (21-50 kg/m²); li Çanakkale, Balikesîr, Bûrsa, başûrê Edîrneyê û rojavayê Tekîrdagê car caran gûr (51-75 kg/m²) baran bibare.
"Bi barana gûr re ihtimal heye lehî rabe, av bilind bibe, birûsk vedin, li hin cihan zîpik bibare, di dema barîna baran û zîpikê de bahoz derkeve û bablîsok çêbibe, ji ber wê jî divê baldar û bi tedbîr bin." (TY/FD)