Serokwezire Herema Kurdistana Iraqe Mesrûr Barzani ji bo bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re bicive hat Enqereyê.
Barzanî ji aliyê Cîgirê Wezîrê Derve Nuh Yilmaz û şanda pê re hat pêşwazîkirin.
Her weha Barzanî di saet 12.00an de bi Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan re civiya, wê saet di 14.00an da li Kuliyeya Serokomariyê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re bicive.
Hat ragihandin ku di hevdîtinan de geşepêdana peywendiyên her du welatan, rewşa dawî ya Iraq û herêmê û bi taybet pêşhatên Sûriyê dê bên nirxandin.
(RT/AY)