Fotograf: AA (Arşîv)
Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li parlamentoya Kurdistanê rapora kar û çalakiyen kabîneya xwe pêşkêş kiriye. Civîna parlamentoyê li gor saeta Herêma Kurdistanê di 10.00ê de dest pê kiriye û çav li rê ye heta 14.00ê dewam bike.
Li gor nûçeya Rûdawê, Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gotiye, Herêma Kurdistanê di rewşeke zehmet a aborî de ye û ji bilî dahata mehane ti yedekên pareyan li ber destê hikûmetê nîne, lê tevî vê yekê ew hewl didin li gor şiyanên heyî mûçeyên fermanberan dabîn bikin.
Mesrûr Barzaniyî diyar kiriye ku, pandemiya koronayê û daketina nirxê petrolê rewşeke dijwar a aboriyê li cîhanê û Herêma Kurdistanê çêkiriye û gotiye, neşandina bûdce û mafên darayî yên Herêma Krudistanê ji aliyê Bexdayê ve rewş zehmettir kiriye.
28.4 milyar dolar deyndar in
Mesrûr Barzaniyî di raporta xwe de behsa deynên Herêma Kurdistanê kiriye û gotiye, Herêma Kurdistanê zêdetirî 28.4 milyar dolaran deyndar e.
Bi gotina Mesrûr Barzanî, zêdetirî 7 milyar û 256 milyon dolaran deynên navxwe li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye, herwiha zêdetirî 3 milyar û 916 milyon dolar jî deyên Banka Bazirganî ya Iraqê û Banka Kurdistanê ya Navdewletî li ser hikûmeta herêmê heye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye ku, pabendiyên darayî yên hikûmetê jî zêdeyî 8 milyar û 337 milyon dolar e û herwiha pabendiyên darayî yên hikûmetê yên taybet bi paşekewta mûçeyan jî zêdetirî 8 milyar û 966 milyon dolar e. (FD)