Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzaniyî, di hevpeyvîneke li gel televîzyona France 24ê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên Iraq û plana çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye.
Li gorî nûçeya Rûdawê, derbarê pirsgirêkên Iraq û berdwambûna xwepêşandanên û raspardina serokwezîrê nû de Mesrûr Barzaniyî gotiye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend e bi başkirina peywendiyên li gel Bexdayê û pêşketinên baş di wan peywendiyan de hatine bidestxistin. Barzaniyî her weha diyar kiriye ku niha pêwîst e kar li ser rêkevtina dualî bikin û li berjewendiyê Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê de be û wiha berdewam kiriye: “Em piştevaniya daxwaziyên rewa yên xelkê Îraqê dikin û hêvîdar in ku namzetê raspartî ji bo postê Serokwezîr ê Iraqê ji aliyê xelkê û aliyên siyasî ve, bê piştevanîkirin.”
Mesrûr Barzaniyî diyar kiriye ku tişta li Bexdayê rû dide, ji ber xerabiya birêvebirinê ya salên borî bûye.
Barzaniyî amaje bi wê yekê kiriye ku hejmarek zêde ya xwepêşanderên li Iraqê daxwaza çaksaziyan dikin, Hêvî dikin, gendelî nemîne û desthilatek baş hebe.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye ku di rastiyê de serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî hemû hewla xwe da lêbelê weke pêwîst aliyên din ê siyasî palpiştiya wî nekirin ku ew bikare ajandaya xwe cîbicî bike.
"Gefa DAIŞê ji holê ranebûye"
Mesrûr Barzaniyî herwiha amaje kiriye ku bi temamî hêj gefa DAIŞê ji holê ranebûye û heta ku metirsiya DAIŞê berdewam be pêwîstiya herêmî bi hebûna hêzên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî heye: “DAIŞ niha ji sala 2013an zêdetir endam heye ku êrişî Sûriyê û Iraqê bike û xelafeta xwe ava bike. Heta niha jî ew rêxistin ji hinek aliyên piştgiriyê werdigire.” (FD)