Fotograf: Zuleyla Gulum / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Jin û LGBTIQ+ ji bo ku giliyê tundkariya polisan a di dema Meşa Rûmetê de bûye bikin, li ber avahiya Edliyeya Çaglayanê hatine ba hev.
Komê pêşiyê giliyê polîsan kiriye û paşê jî li ber avahiyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Komê civîna çapemeniyê li ser hesabê medyaya civakî yê Jin bi hev re Xurt in, weşandiye.
Bugün Onur Yürüyüşü’nde maruz bırakıldığımız polis şiddetine karşı suç duyurusunda bulunuyoruz. İşkenceci,tacizci polisleri yargılatacağız.Bu şiddeti teşhir etmeye ve hesap sormaya devam edeceğiz.20. İstanbul Onur Yürüyüşü’nde dediğimiz gibi her yürüyüşümüz onur,hayatımız direniş pic.twitter.com/1vV6Sn95Os
— Kadınlar Birlikte (@KBGuclu) July 7, 2022
Di civînê de metna ku amadekirin, xwendine:
“Midûrê Beşa Ewlehiyê yê Emniyeta Stenbolê Hanîfî Yildiz ku bi dîmenên tacîzkirinê yên li ser medyaya civakî hatine weşandin, ketibû rojeva civakê, weke ku di rolê sereke de ye. Wê rojê ji bo desteserkirina gelek kesan, li bendî wî polîsî sekinîbûn. Û Hanîfî Zengînî gef xwar, derb lê da, tacîza zayendî kir û bi xwe beşdarî kar û barên desteserkirinan bû. Di medyaya civakî de vîdeoyek hatibû weşandin ku di vê vîdeoyê de jineke ciwan di nava komeke ku ji ber êrîşa polîsan direve û belav dibe de ye û Hanîfî Zengîn bi tinazan wê digire, bi destan wê tacîz dike û di wê demê de dikene.”
İstanbul Emniyeti’nde tacizci var!
— MorDayanışma (@DayanismaMor) June 27, 2022
Dün İstanbul 30. Onur Yürüyüşü’ne polisin saldırısı ile 300'e aşkın gözaltı oldu.
Polisler, yürüyüş esnasında,gözaltıda onlarca kadını, lubunyayı taciz etti!
LGBTİ+hakları insan haklarıdır! Tacizciler, şiddet ve nefret failleri hesap verecek! pic.twitter.com/6Cdjs0jbmw
Heman Hanîfî Zengîn îro jî di dema çalakiya kedkarên tenduristiyê yên ji ber kuştina Doktor Ekrem Karakayayî dest ji kar berdabûn de, êrîşî kedkarên tenduristiyê û kedkarên çapemeniyê kiriye. (AÖ/FD)