Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
“Meşa Demokrasiyê ya Li Dijî Derbeyan” ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê îro li Colemêrgê û Edîrneyê dest pê bike.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê pêş ku meş dest pê bike avahiya Edîrneyê a HDPyê hatiye dorpêç kirin û li derdora avahiyê polîs hatine bi cîh kirin.
HDPyî ji bo ku biçin Edîrneyê li Silîvriyê kom bûne
Li gel astengkirina meşê, Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî a HDPyê, parlamenter û rêvebirên partiye di saet 12.00an de li pêş Navenda Kirîn û Firoştinê a Silîvriyê hatine gel hev. Xwestine li wir biçin Edîrneyê lê polîsan midaxele li wan kiriye û gelek HDPyî desteserkirine.
Ajansa Mezopotamyayê diyar kiriye ku parlamenter Tûma Çelîk û Mûsa Pîroglû li gel endamên HDPyê dîsa çûne ber avahiya jê hatine dûrxistin lê polîsan ew asteng kirine. Polîsan li vir dîsa midaxele li wan kiriye. Her weha gaz reşandine ser wan û bi guleyên plastîk li wan dane.
Koma ku Sancarî jî di nav de ye gihiştiye Colemêrgê
Mîthat Sancar, Hevserokê HDPyê di nav meşa Colemêrgê de ye û Sancarî duh li Wanê bi horon û govendê hatibû pêşwazî kirin. Kom do gihiştibû Colemêrgê û tê çaverêkirin ku mêş îro dest pê bike.
Rewşa li Colemêrgê
Beriya meş dest pê bike, ji şeveqê û vir ve polîsan seranserê bajarî dorpêç kiriye. Li ber sazgehên fermî hêzên taybet û nîşangêr rawestiyane. Li her derê bajarî, tirimpêlên bizirx û polîs hatine bicîkirin. Avahîya bajêr ya HDPyê jî hatiye dorpêç kirin ku Mithat Sancar beriya meşê li wir daxuyanî daye.
Garo Paylan, Parlementerê Amedê yê HDPyê li ber avahiya partiyê ya Colemêrgê dest bi weşana zindî kiriye û gotiye: “Meşa me ji Colermêrgê dest pê dike”.
Bernameya Meşê
Ebrû Gunay, Berdevka HDPyê destnîşan kiribû û gotibû “Em dê balê li Edîrneyê bikşînin ser derbeyê, li Colemêrgê jî bikşînin ser çareserîyê” û derbarê meşê de jî gotibû dê meş di 15ê Hezîranê de dest pê bike. Gunayê ev agahî dabûn:
* Meşa ji Colemêrgê dest pê dike, dê rêya xwe bi Wan, Amed û Edeneyê bixe û 19ê Hezîrenê bigihîje Enqereyê.
* Meşa ji Edîrneyê dest pê dike, dê li hêla Ewropa û Anadolê ya Stenbolê berdewam bike.
* 16-17-18-19ê Hezîranê, li sê herêmên Stenbolê dê serdanên sazûmanî, li febrîqe û kargehan hevdîtinên bi karker û kedkaran ra û hevdîtinên bi gel ra pêk werin.
* Ev şaxa meşê dê 19ê Hezîranê ji Stenbolê bide rê û 20 Hezîranê bigihîje Enqereyê.
* 20ê Hezîranê, li Enqereyê, bi beşdarîya her du şaxên meşê dê daxuyanîyeke girseyî pêk were û hêvî û daxwazên herêman bi beşdarîya hemû meşvanan bi raya giştî ra bê parvekirin. (EMK/AY/FD)