Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serokê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû 9 roj in ku ji Enqereyê dest bi meşa ber bi Stenbolê ve kiriye.
Kiliçdaroglû û heyeta digel wî îro ji durêyana Mengen û Bolûyê siet 9.00ê dest bi meşê kir.
Kiliçdaroglûyî got ji bo doza parlamenterê CHPyê yê hatî girtin, Enîs Berberoglûyî CHP dê serî li Dadgeha Makeqanûnê bide.
Serokê CHPyê got:
“Ji her aliyên civakê piştgirên vê meşê hene. Meşeka pîroz e. Ne meşa partiyekê an jî Saziyeka Civakî ye. Em ji bo daxwaza edaletê ya 80 milyon kesan dimeşin.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîranê de Dadgeha Stenbolê biryara girtina parlamentê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglûyî da.
Berberoglû ji ber nivîsîna nûçeya li ser TIRên MIT(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) hatibû sûcdarkirin. Dema MITê tejî TIRekê çekên giran ji bo Sûriyeyê dibir rêya TIRê hatibû girtin û rojnameya Cumhuriyetê li ser bûyerê nûçeyek çêkiribû.
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû û desteya digel wî di 15ê Hezîranê de ji Parka Gûvenê ya Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest bi meşê kir. Meşa wî dê 23 rojan dom bike û armanca wî ew e ku heta Girtîgeha Maltepeyê bimeşe. Kiliçdaroglûyî meşa xwe wek "Meşa Edaletê" bi nav kir.
Parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglû di Girtîgeha Maltepeyê de dimîne
Meşa Edaletê:
Notên li ser roja 7.a Meşa Edeletê
CHPyê îtiraza girtina Berberoglûyê parlamenter kir dadgehê red kir
Xwenîşandarek di “Meşa Edaletê” de ket krîza dilî û mir
Kiliçdaroglû: Her kes dê hewceyî edaletê bibin
Kiliçdaroglûyî dest bi “Meşa Edaletê” kir
(NV/MB)