Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serokê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû 13 roj in ku ji Enqereyê dest bi meşa ber bi Stenbolê ve kiriye.
Kiliçdaroglûyî vê sibeyê ji Çiyayê Bolûyê, siet 08.30ê dest bi meşê kir.
Pêşiya meşê Kiliçdaroglûyî eşkere kir ku CHPyê biryarnameyeka ji 12 xalan pêk tê ji bo rêlibergirtina provakasyonan belav kiriye.
Kiliçdaroglûyî got:
“Dema ku em bêne protestokirin, êrîş nekin, dijûnan nedin, gotinên nexweş nebêjin.”
Li gor biryarnameyê bi tenê yek silogan/dirûşm dê bê gotin ku ew jî “edalet” e.
Malbatên wan kesên di dema Berxwedana Gezîyê de hatîn kuştin jî beşdariya meşê kir.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîranê de Dadgeha Stenbolê biryara girtina parlamentê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglûyî da.
Berberoglû ji ber nivîsîna nûçeya li ser TIRên MIT(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) hatibû sûcdarkirin. Dema MITê tejî TIRekê çekên giran ji bo Sûriyeyê dibir rêya TIRê hatibû girtin û rojnameya Cumhuriyetê li ser bûyerê nûçeyek çêkiribû.
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû û desteya digel wî di 15ê Hezîranê de ji Parka Gûvenê ya Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest bi meşê kir. Meşa wî dê 23 rojan dom bike û armanca wî ew e ku heta Girtîgeha Maltepeyê bimeşe. Kiliçdaroglûyî meşa xwe wek "Meşa Edaletê" bi nav kir.
Parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglû di Girtîgeha Maltepeyê de dimîne.(NV/YY)
Meşa Edaletê:
Hin xwenîşandaran zibil rijand ber derîyê kampa beşdarên Meşa Edaletê
CHPyê îtiraza girtina Berberoglûyê parlamenter kir dadgehê red kir
Xwenîşandarek di “Meşa Edaletê” de ket krîza dilî û mir