Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Meşa Edaletê ya ku Partiya Gel a Komarî (CHP) ji Enqereyê ber bi Stenbolê ve dabû destpêkirin di roja 21ê de berdewam dike.
Meşê ji qada kampê ya li navçeya Korfez a Kocaeliyê destpê kir.
Serokê CHPyê Kiliçdaroglûyî li vir beriya ku meş destpê bike axivî û li ser pirsa gelo di dema meşê de kîlo dane yan na got; “Car caran dipirsin, gelo te kîlo daye yan na. Min di kemberê de qulpikek qezenc kir, ez dixwazim wê bibêjim. Lê nayê wê wateyê ku min 5 kîlo dane”.
Tedbîrên ewlekariyê yên polîsan balê dikişîne û ji ber ku li ser rêya D-100ê xalên kontrolê hatine danîn, rê ji çûn û hatinê re hat girtin.
Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyê Hikmet Çetîn û xazî jî beşdarî meşê bûn.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîranê de Dadgeha Stenbolê biryara girtina parlamentê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglûyî da.
Berberoglû ji ber nivîsîna nûçeya li ser TIRên MIT(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) hatibû sûcdarkirin. Dema MITê tejî TIRekê çekên giran ji bo Sûriyeyê dibir rêya TIRê hatibû girtin û rojnameya Cumhuriyetê li ser bûyerê nûçeyek çêkiribû.
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû û desteya digel wî di 15ê Hezîranê de ji Parka Gûvenê ya Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest bi meşê kir. Meşa wî dê 23 rojan dom bike û armanca wî ew e ku heta Girtîgeha Maltepeyê bimeşe. Kiliçdaroglûyî meşa xwe wek "Meşa Edaletê" bi nav kir.
Parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglû di Girtîgeha Maltepeyê de dimîne.
Meşa Edaletê:
Meşa Edaletê di 20emîn roja xwe de berdewam dike
Meşa Edaletê 19 roj in ku didome
Meşa Edaletê di roja 16emîn de berdewam dike
Kiliçdaroglû: Em li dijî hemî provakasyonan amade ne
Hin xwenîşandaran zibil rijand ber derîyê kampa beşdarên Meşa Edaletê
CHPyê îtiraza girtina Berberoglûyê parlamenter kir dadgehê red kir
Xwenîşandarek di “Meşa Edaletê” de ket krîza dilî û mir
Kiliçdaroglû: Her kes dê hewceyî edaletê bibin
Kiliçdaroglûyî dest bi “Meşa Edaletê” kir
(NV/FD)
*Farûk Kiyak – Kocaeli/DHA