Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglûyî di meşa xwe ya îro de çû serdana gora Gaffar Okanî ku di sala 2001ê de dema Midûrê Emniyeta Amedê bû hatibû kuştin.
Meşa Edaletê ya ku Partiya Gel a Komarî (CHP) ji Enqereyê ber bi Stenbolê ve daye destpêkirin di roja 16emîn de berdewam dike.
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglûyî meşa xwe ya îro ji ciyê bêhnvedanê ya li Taxa Nûriyeyê ya navçeya Hendek a Sakaryayê da destpêkirin. Kiliçdaroglûyî li vir çû ser gora Gaffar Okanî ku di dema Midûrê Emniyeta Amedê bû di sala 2001ê de hatibû kuştin.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîranê de Dadgeha Stenbolê biryara girtina parlamentê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglûyî da.
Berberoglû ji ber nivîsîna nûçeya li ser TIRên MIT(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) hatibû sûcdarkirin. Dema MITê tejî TIRekê çekên giran ji bo Sûriyeyê dibir rêya TIRê hatibû girtin û rojnameya Cumhuriyetê li ser bûyerê nûçeyek çêkiribû.
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû û desteya digel wî di 15ê Hezîranê de ji Parka Gûvenê ya Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest bi meşê kir. Meşa wî dê 23 rojan dom bike û armanca wî ew e ku heta Girtîgeha Maltepeyê bimeşe. Kiliçdaroglûyî meşa xwe wek "Meşa Edaletê" bi nav kir.
Parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglû di Girtîgeha Maltepeyê de dimîne.(NV/FD)
Meşa Edaletê:
Kiliçdaroglû: Em li dijî hemî provakasyonan amade ne
Hin xwenîşandaran zibil rijand ber derîyê kampa beşdarên Meşa Edaletê
CHPyê îtiraza girtina Berberoglûyê parlamenter kir dadgehê red kir
Xwenîşandarek di “Meşa Edaletê” de ket krîza dilî û mir