Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû 19 roj in ku ji Enqereyê dest bi meşa ber bi Stenbolê ve kiriye.
Beşdarên meşê ji Kocaelîyê dest bi meşê kirin.
Ji beriya meşê serokê CHPyê ji bo çapemeniyê axivî.
“Sebeba bingehîn a vê meşa me ew e ku êdî neheqî fûraye. Rêbazekê bifikirin ku yên xelkê sûcdar dibînin ew in. Yên wan dad jî dikin dîsa ew in. Yên xelkê mehkûm dikin jî dîsa ew in. Ev ne edalet e.”
Serokê CHPyê, Kiliçdaroglûyî eşkere kir ku dema ew nêzîkî Stenbolê bibin provakasyon dê bê kirin. Kiliçdaroglûyî got dema provakasyon bê kirin bila beşdarên meşê destên xwe li hav bidin.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîranê de Dadgeha Stenbolê biryara girtina parlamentê Partiya Komarê ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglûyî da.
Berberoglû ji ber nivîsîna nûçeya li ser TIRên MIT(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) hatibû sûcdarkirin. Dema MITê tejî TIRekê çekên giran ji bo Sûriyeyê dibir rêya TIRê hatibû girtin û rojnameya Cumhuriyetê li ser bûyerê nûçeyek çêkiribû.
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû û desteya digel wî di 15ê Hezîranê de ji Parka Gûvenê ya Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest bi meşê kir. Meşa wî dê 23 rojan dom bike û armanca wî ew e ku heta Girtîgeha Maltepeyê bimeşe. Kiliçdaroglûyî meşa xwe wek "Meşa Edaletê" bi nav kir.
Parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglû di Girtîgeha Maltepeyê de dimîne.(NV/MB)
Meşa Edaletê:
Meşa Edaletê di roja 16emîn de berdewam dike
Kiliçdaroglû: Em li dijî hemî provakasyonan amade ne
Hin xwenîşandaran zibil rijand ber derîyê kampa beşdarên Meşa Edaletê
CHPyê îtiraza girtina Berberoglûyê parlamenter kir dadgehê red kir
Xwenîşandarek di “Meşa Edaletê” de ket krîza dilî û mir