Meşa Cejna Zimanê Kurdî a Amedê: "Bila kurdî bibe xwedî statu"
Di pêşengtiya Komeleya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Enstituya Kurdî ya Amedê de di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Amedê meş hate lidarxistin û pişt re daxuyanî hate dayîn.
Beriya daxuyaniyê ji Qada Şêx Seîd heta Birca Keçîkê ya navçeya Sûrê meşek hate lidarxistin. Di meşê de pankartên bi zaravayên kurmancî û kirmanckî “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” û “Statuya kurdî, perwerdehiya bi kurdî” hate hilgirtin.
Di meşê de pankartên weke “Dem dema zimanê kurdî ye”, “Seba Kurdkî Têkoşîn” ,“Em perwerdehiya bi kurdî dixwazin” , “Dem demê ziwanê kurdkî yo” , “Kurd Kurdî Kurdistan” , “Bila kurdî bibe xwedî statu”, û “Zimanê min sînorê welatê min e” hatin rakirin. Ligel erbaneyan stran hatin gotin û di tevahiya meşê de dirûşmên “Zimanê me rûmeta me ye” , “Dîsa dîsa serhildan têkoşîn ji bo ziman” , “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin. Her weha di dema meşê de welatiyên li derdorê jî bi çepikan piştgirî dan meşê.
Endam û rêveberên rêxistinên DBPê û DEM Partiyê yên Bajêr û navçeyan, aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên civaka sivîl, parlamenter, hevşaredar û gelek kes beşdarî meş û daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Statuya kurdî, perwerdehiya bi kurdî” hate vekirin.
Daxuyanî bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî hate xwendin. Metna kurmancî Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Elyakût, metna kirmanckî jî Hevseroka MED-DERê Şukran Yakût xwend.
Rûçem Elyakût diyar kir û wiha got: “Zimanê kurdî jî nirxekî herî bingehîn e. Di nava zimanê Hînd Ewrûpîde cih digire. Bi sedan sal in ji ber tunehesibandina neteweya Kurd, bi awayekî hovane hewl didin ku wek gelek çand û zimanên cuda, çand û zimanê kurdî jî ji holê bê rakirin."
Rûçem Elyakût da zanîn ku pişaftin, qedexekirin, tunehesibandina çand û zimanê kurdî bi her awayî dewam dike.
Rûçem Elyakût, bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” û ev tişt got: “Banga rêzdar Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ balê dikişine ser girîngiya çand û zimanê dayîkê jî. Em jî heta dawiyê li gel vê banga dîrokî ne û dibêjin mafên neteweya kurd ên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwerêveberî, ne mijara bazarê ne û divê hemû astengiyên li ber bikaranîna van mafan ji holê bên rakirin û zimanêkurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê da ku civaka azad, demokratîk û aştiyane bê sazkirin."
Rûçem Elyakût bi vê bangê axaftina xwe bi dawî kir: "Werin em hemû kurd li dor zimanê kurdî, yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin; her rojê bikin roj û cejna zimanê kurdî; her dem û li her derê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bilindtir û berfirehtir bikin, zimanê kurdî li her qadên civakî û jiyanî bikin xwedî statu, bikin zimanê perwerdehî, têkoşîn, xebat, têkilî û jiyanê; her mal, gund, kolan, tax, wargeh û jîngehekê bikin dibistan û zanîngeheke kurdî, bikin kurdîgehek."
ROJÊN PİRTÛKÊN KURDÎ
"Ev Meydan dê bibe Meydana Kurdî"
Têkoşîna 17 salan a li Zozanên Hesandînê: Li dijî kanzayan parastina jiyanê

“Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê" ya Amedê: Jin bi keda xwe jiyana azad ji nû ve ava dikin
Kaytan û Altûn li Amedê hat bibîranîn

“ÎHD dixwaze ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin"
