*Fotograf- vîdeo: Tuğçe Yılmaz/Evrim Kepenek
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Jin û LGBTÎ+ bi boneya 25ê Çiriya Paşiyê, Roja Navnetewî ya Piştevanî û Têkoşîna li Dijî Tundkariya li Jinan li dijî tûndkariya mêran daketin kolanan. Qaymaqamtiya Beyoglûyê bi hêceta “dibe ku nîzama giştî xera bike” biryara qedexeya çalakiyan dabû.
Digel biryara qedexeyê ya Qaymaqamtiyê jin li ser banga Platforma Jinan a 25ê Çiriya Paşiyê li Qada Tûnelê ya Stenbolê li dijî tûndkariya mêran kom bûn.
Ji çapemeniyê re "bi taybetî" qedexeye
Li ser biryara qedexeyê ya Qeymeqamiya Navçeyê tevahî rê û kûçeyên ku li ser Kolana Îstîklalê bi taybet Qada Taksîmê, Qada Tûnel a Taksîmê û Kolana Sîraselvîlera vedibe barîyerên polîsan lê hatine danîn.
Beriya saeta ku çalaki destpê bike hemû kolanên derdora Taksîmê hatin girtin û ji çûn û hatinê re hat qedexekirin. Polîsan destnîşan kir ku çûn û hatina rojnamegeran "bi taybetî qedexe ye".
Jin li dijî polîsan li berxwe didin
Jin li Asmalî Mescîtê kom bûn û di saet 18.30 de dest bi meşê kirin. Jinên ku xwestin berbi Tunela Taksîmê bimeşin bê navber siloganên "Bila bikeve bin erdê, bila bikeve bin erdê bila qedexeyên we bikeve bin erdê”, "Jin jiyan azadî", "Bila bav were, bila mêr were, bila dewlet were, bila cop were" berz kirin.
Polîsan bi gaza rondikrêj midaxaleyî jinan kir û piştre dest bi desteserkirina wan kir. Berxwedana jinan didome.
#25KasımKadınaYönelikŞiddetleMücadeleGünü
— bianet (@bianet_org) November 25, 2022
Kaymakamlığı'nın yasak kararını tanımayan kadınlar, İstanbul'da Tünel Meydanı'nda bir araya geldihttps://t.co/fTP6noVM2D pic.twitter.com/HSUD9JXWiI
Polîsan destûr nedan jin bimeşin Qada Tunelê û hin ji wan jinan hatine doprpêçkirin.
Jinên ku di dorpêçê de ne, navên jinên ku di encama tûndkariya mêran de mirine xwendine û dîsa bihevre gotine “li vir e”
Jinan bi sloganan di bin dorpêçê de daxuyaniya çapemeniyê xwendin. Jinan li dijî tûndkariya mêran, qedexe, edaleta ku mêran diparêze, ne jinan û tûndkariya dewleta mêr, bi yek dengî qêriyane û gotine “serhildan”
Jinên ku ber bi Karakoyê ve meşiyan pankarta "Li Rojava heta Rojhilat jinên ku li berxwe didin dîrokê dinivîsin" vekirin.
Polîsan midaxeleyî jinan kir û desteserkirin.
Polîsan jinên ku li Pireya Halîçê kombûn û xwestin daxûyaniyê bidin asteng kir û bi lêdanê jin desteser kirin.
Polîsan çapemenî asteng kir û destûr nedan dîmenan bigirin, ji ber tûndkariya polîsan 2 jin li ser hişê xwe çûn û ambulans hatin cihê bûyerê.
Her weha di çalakiyê de ji 100î zêdetir kes hatin desteserkirin û çalakî bi dirûşmên jinan bi dawî bû.
(TY/EMK/RT/AY)