Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel îro li Berlînê derbarê Tirkiyeyê de hin daxuyanî da.
Li ser biryara kontrola siyasî ya Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê Merkel ji bo ku di nava standartên dewleta hiqûqê de tevbigere û li hemberî ihtimala destjêberdana ji gotubêjên endamtiya bi YEyê re Tirkiye hişyar kir.
BIXWÎNE - KONSEYA EWROPAYÊ BIRYARA KONTROLA SIYASÎ JI BO TIRKIYÊ STAND
Derbarê referandûmê de
Merkel di Meclîsa Federal de axivî û hişyariyek jî derbarê referandûma 16ê Nîsanê de da. Merkel ji bo bersivda pirsên çavdêrên Ewropayî yên di 16ê Nîsanê de referandûm şopandin Tirkiye hişyar kir. Merkelê di gotinên xwe de cî da wan nêrînên Meclîsa Federal ku gotibûn endîşeyên wan ên cidî hene ku kampanyeya referandûmê ne di mercên dadwer de çêbûne.
YE di 29ê Nîsanê de wê derbarê Tirkiyeyê de bicive
Merkelê destnîşan kir ku di lutkeya taybet a Yekîtiya Ewropayê ya derbarê Brexîtê de wê li ser Tirkiyeyê jî biaxivin ku lutke di 29ê Nîsanê de wê lidar bikeve.
Merkel herwiha ji ber gotinên Serokomar Recep Tayyip Erdogan ên derbarê nûçegîhanê rojnameya Die Weltê, Deniz Yucel ku ew weke “sîxur” û “terorîst” binav kiribû, got ku, “Em bi wî awayî bibêjin ku ji bo şaş neyê famkirin, heke rayedarekî hikûmeta Tirkiyeyê weke di mînaka Deniz Yucel de, li pêş raya giştî pêşdarazên xwe bîne ziman, ev ne li gorî dewleta hiqûqê ye”. (HK/FD)
* Çavkanî: DW, BBC