Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel di civîna koma meclîsê partiya xwe Yekîtiya Demokratîkên Xristiyan (CDU) de axivî ku beriya hilbijartinên 24ê Îlonê civîna komê ya herî dawiyû bû.
Merkel li di civînê de li ser têkiliyên bi Tirkiyeyê re nirxandin kir û got ku divê rêyên diyalogê yên bi Tirkiyeyê re vekirî bimînin.
Li gorî nûçeya Deutsche Welleyê Merkelê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rewşa siyasî her diçe xerabtir dibe û wiha got: “Lê belê Tirkiye di NATOyê de hevkarê me ye. Herwiha divê alîkariya hemwelatiyên Almanyayê bê kirin ku li Tirkiyeyê girtî ne”.
Merkelê aşkere kir ku ew ê mijara sekinandina gotûbêjên endamtiya Yekîtiya Ewropayê yên bi Tirkiyeyê re meha cotmehê bi hempîşeyên xwe yên YEyê re biaxive.
Bitikîne - Merkel û Schulz li ser Tirkiyeyê axivîn
Schulz gotibû “Heke bibim Serokwezîr ez ê gotûbêjên endamtiya YEyê yên bi Tirkiyeyê re bidawî bikim.” (EKN/FD)