ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ji bo mijara gelo wê endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê bidawî bibe an na, got ku “Divê em li bendê referandûmê û tiştên din bisekinin”.
Merkel ji bo rojnameyên Passauer Neuen Presse û Donaukurierê axivî. Merkel behsa rapora Komisyona Venedîkê kir û got ku nirxandina raporê ya digot, guhertina destûra bingehîn a li Tirkiyê “demokrasiyê bi awayekî xeter wê bipaş bixe”, gelekî cidî dibine.
Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel jî duh li ser bangewaziyên ku digotin bila gotûbêjên endamtiyê yên bi Tirkiyê re bên sekinandin gotibû ku divê diyaloga bi Tirkiyê re berdewam bikin.
BIXWÎNE - ERDOGAN: PAŞÊ JI BER GOTINA NAZÎZMÊ TU BÊKÊF DIBÎ
Dahatuya YEyê
Merkelê nêrînên xwe yên derbarê dahatuya Yekîtiya Ewropayê de jî anî ziman û diyar kir ku ew ne li bendeye piştî Îngiltereyê ti endamên din ji YEyê veqetin.
(YY/FD)
Çavkanî: Deutsche Welle Tirkiye, BBC Tirkî