Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serokên hikûmet û dewletan ên Yekîtiya Ewropayê, li paytexta Belçîka Brukselê di lûtkeya Yekîtiya Ewropayê de (YE) li ser alîkariyên malî yên ji bo Tirkiyeyê nîqaş kirin.
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê piştî lûtkeyê ji pirsên rojnamegeran bersevind û got ku wan di lûtkeyê de li ser kêmkirina alîkariyên malî li hev kirine û di mijara bidawîkirina gotûbêjan de li hev nekirine.
Lûtke wê îro berdewam bike.
Bertek ji bo rewşa mafên mirovan heye
Li ser daxwaza Angela Merkelê di roja yekê ya lûtkeyê de mijara kêmkirina alîkariyên malî yên ji bo Tirkiyeyê hat gotûbêjkirin. Merkelê diyar kir ku bi vê gavê re YEyê bertek nîşanî rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê daye.
Li gorî nûçeya Deutsche Welle beşa Tirkî yê Merkelê piştî civîna roja yekê di civîna çapemeniyê de gotiye ku wan li ser kêmkirina alîkariyên malî li hev kirine.
Merkelê gotiye rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê “bi ti awayî têrê nake” û “welêt gav bi gav ji prensîbên dewleta hiqûqê dûr dikeve”.
“Em naxwazin têkiliyê qut bikin”
Li gorî nûçeya nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) Hilal Sariyê Merkel ê gotiye ku rewşa derbarê mafên mirovan a li Tirkiyeyê nayê qebûlkirin û divê fonên bi beşdariya YEyê re girêdayî yên ku didin Tirkiyeyê bên kêmkirin. Lê divê têkiliyê bi wî welatakî re bi temamî qut nekin ku hevalbendê NATOyê. (AS/FD)
* Fotograf: Ajansa Anadoluyê - Bruksel