Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîra Almanyayê, Angela Merkelê Tirkiye bi wê yekê sûcdar kir ku Tirkiye ji bo karên nelirê Rêxistina Navneteweyî ya Polîsan(Înterpol) bi kar dihîne.
Li gor nûçeya Reutersê, Merkelê ji bo televizyona RTLyê gotiye:
“Tirkiye [Înterpolê] ji bo berjewendiyên xwe yên xêrnexwaz bi kar dihîne, îstismarê lê dike.
“Divê saziyên wek Înterpolê yên navneteweyî ji bo karên nelirê neyên bi kar înan.”
“Bila kerem bikin li welatekê azad dengê xwe bidin”
Li ser gotinên serokwezîrê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû “bila welatiyên Almanyayê yên ji Tirkiyeyê dengê xwe nedin Yekîtîya Filehên Demokrat((CDU), Partiya Sosoyal Demokrat(SDP) û Keskan” Merkelê got:
“Bila kerem bikin li welatekê azad dengê xwe bidin. Em bi vê yekê serbilind in.”
Merkelê diyar kiriye, ew keyfxweş bûye ku Dogan Akhanliyê nivîskar yê li Tirkiyeyê girtî bû serbest hatiye berdan. (AS/MB)