Fotograf: Hesabê Meşa Şeva 8ê Adarê/Twîtter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Walîtiya Stenbolê ji ber 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê biryara girtina rêyên ku diçe Taksîmê û Îstiklalê dabû. Merîç Eyûboglûyê ku feminîste têkildarî girtina hat û çûna ji bo Taksîmê bi bîanetê re axivî.
Eyûbogluyê destnîşan kir ku tu qedexeyek nîne û got, “Em li navnîşana xwe ya her wextê, li Taksîmê tên gel hev.”
“3 sal in sibehê 8ê Adarê weha ye”
Merîç Eyubogluyê weha got, “3 salê dawiyê ye sibehê 8 Adarê weha dest pê dike. Ji bo ku jin neyên meşa şeva feminîstan bi saetan berê rê ji hat û çûnê re tê girtin û seferên veguhestinê yên cemaweriyê tên betal kirin. Piştre hat û çûna cadeya Îstiklalê tê asteng kirin.”
“Em di saet 18.30an de li Siraselvîlera ne”
Tevî kosp û astengiyan em ê ji bo 19em meşa şeva feminîstan li navnîşa xwe ya her wextê, li Taksîmê bin. 19 sal in jin vê şevê dirust dike ez ji kesên tênagên ku ev astengiyana me nadin sekinandin re çi tiştek nabêjim, silav dişinim.”
“Em ê îro di saet 18.30an de li Siraselvîleran cîhê sala par kom bin.”
(TP/AY)