Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li paytextê Belçîkayê, Brûkselê civînên NATOYÊ pêk tê. Bernameyeka taybet ji bo hevseran jî hat çêkirin.
Hevserên rayedarên Tirkiye, Amerîka, Fransa, Lûksenbûrg, Slovenya, Îzlanda û Bûlgarîstanê kom bûn.
Serokwezîrê Lûksenbûrgê, Xavier Bettel bi hevzayendê xwe Gauthier Destenayî re zewiciye. Gauthier Destena jî beşdarî civîna hevseran bû.
Bettel û Destenay di sala 2015ê de zewicîbûn
Xavier Battel yekem rayedarê Yekîtîya Ewropayê ye ku bi hevzayendê xwe re zewici ye. Ew bi mîmarekê ji Belçîkayê yê bi navê Gauthier Destenay re di sala 2015ê de zewicî.
Serokwezîrê Lûksenbûrgê ji beriya heft salan di bernameyeka radyoyê de eşkere kiribû ku ew hevzayend e.
Welatên ku zewaca hevzayendan pejirandiye
Kanada (2005), DYA (2015), Meksika (hin eyalet), Kolombiya (2016), Brezîlya (2013), Uruguay (2013), Arjantin (2010), Danîmarka (2012), Norveç (2009), İzlanda (2010), Finlandiya (2017), Swêd (2009), İskoçya (2014), İrlanda (2015), Brîtanya (2013), Hollanda (2000), Belçika (2003), Slovenya (2017), Lûksemburg (2014), Fransa (2013), İspanya (2005). (ÇY/EA/MB)