Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Gulistan Dokûya ku 21 saliye li Dêrsimê ji 5ê Çiriya Paşiya 2020an heta niha winda ye û ti agahî jê nayê stendin. Têkildarî windabûna Dokûyê Zeynel A. weke gumanbarê sereke tê nişandan. Zeynel A. li Alanya, Navçeya Antalyayê hatiye desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Dersîmê birêve dibe de Zeynal A. hatiye desteserkirin. Hatiye zanîn ku berê ku Dokû wenda bibe herî dawî ew û Zeynal. A. hatine gel hev.
Zeynal A. birine Rêvebiriya Emniyeta Navçeya Alanyayê. Hatiye zanîn ku îfadeya Zeynal A. wê bi rê ya Sîstema Deng û Dîmenî(SEGBIS) ji aliye Serdozgeriya Komarî ya Dersîmê ve were girtin.
Her weha lêpirsîna windabûna Dokûyê ji aliye Serdozgeriya Komarî ya Dersîmê ve tê birêvebirin.
Piştî ku îfadeya Zeynal A. ji aliyê Sedozgeriyê ve hatiye girtin bi şertê kontrola edlî serbest bûye.
Çi bûbû?
Gulîstan Dokû, xwendekara zanîngeha roja 5ê Kanûna Paşiya 2020an venagere wargeha ku lê dimîne.
Hevalên Dokûyê yên wargehê piştî nikarin têkiliyê bi Dokûyê re daynîn serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin û malbata wê agahdar dikin.
Malbata Dokûyê tên bajêr û di 6ê Kanûna Paşiyê de serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin ku keça wan wenda bûye.
Polîsan ji bo Gulistan bê dîtin bi hevalên wê re hevdîtin dike, sînyalên telefona wê dişopîne û qeydên MOBESEyê yên bajêr lêdikol in.
Di lêkolînan de diyar dibe ku Dokû di saet 11.29an de li wêstgeha wesayîtan ya Kolana Ataturkê li wesayita ku diçe zanîngehê sûwar dibe.
Piştre îfadeya seyaqê wesayîtê tê girtin ku seyaq dibêje ew nizan e Dokû li kîderê li wesayîtê peya bûye.
Piştî îfadeya seyaq hatiye pêşbînîkirin ku Dokû li ser Pireya Sari Saltûk peya bûye ku li wir jî kamera tune ye.
Jinan û malbata Dokûyê ji bo ku Gulistan bê dîtin têkoşiyan e. li ser vê yekê biryara valakirina bendavê hatiye girtin.
Di 17ê Hezîranê de ji bo ku Zeynal A. weke gumanbar were girtin daxwazname ji bo Serdozgeriya Komarî a Dersîmê hatiye dayîn.(AO/AY)