Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kesê ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî êrîşa zayendperest li Başak Demîrtaşê kiriye hatiye girtin.
Serdozgeriya Komarî ya Sakaryayê piştî ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotinên zayendperest ji bo Başak Demîrtaşê nivîsandibû biryara desteserkirina V. Y û Vedat M.yî dabû. V. Y. piştî îfadeya xwe dabû duh (15ê Hezîrana 2020an) serbest bûbû. Dadgeriya Silh û Cezayan a Nobedar biryar daye ku Vedat M. bê girtin ku xwediyê hesabê medyaya civakî yê navborî ye.
Bixwîne - Tohmetbarê êrişa zayendperest a li Başak Demîrtaşê, serbest bûye
Çi bûbû?
Bikarhênerekî Twitterê yê bi navê ‘Vedat Muti7’ li ser hesabê xwe fotografê Başak Demîrtaşê weşandibû û gotinên zayendperest kiribû.
Di profila wî kesî de ‘Xala Kesk’ hebû ku Mahîr Unal, Serokê Beşa Medya û Danasînê yê AKPyê demek berê xwestibû wê herkes wê xalê li ber hesabên xwe bicih bikin. Li gorî daxuyaniya Unalî, kesê ku ew tişt di hesabê xwe de bicih kiribe dixwaze bibêje, “Ez li gorî rêzikên etîk tevdigerim.”
Piştî ew mesaja zayendperest hate weşandin, gelek kesan bi hashtaga “Em bi te re ne Başak Demirtaş”ê piştevaniya xwe nîşan dabûn. Hesabê ‘Vedat Muti7’ hate astengkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Sakaryayê piştî vî tiştî daxuyaniyek weşandibû û gotibû ku wan lêpirsînname amade kiriye.
Fahrettin Altun, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsandibû: “Gelê me dizane bê ka ev bêexlakên ku kesên pişta xwe didin rêxistinên teröre mexdûr nîşan dide kî ne û xizmetê ji çi re dikin.”
Meclîsa Jinan a HDPyê, Selvi Kiliçdaroglû û Canan Kaftancioglûyê jî piştgiriya Demîrtaşê kiribûn. (EMK/FD)