Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Di dawiya vê nivîsê de wê lixwemikurhatinek tune be, ji xwe bila nebe! Ez dibêjim piştî ku demeke dirêj li ser kirinê û vekişina qadeke goya biewle derbas bûbe, lixwemikurhatin li hişê entuelekteliyê nayê.
Ne di asta hesûdiyê de be jî, bêyî ez jiyanê li hezkiriyên xwe û li kesên ku ji min hatibû xwestin ez nefretê ji wan bikim biherimînim, min hewl da ez hêlên baş ên jiyanê bijîm. Min destdirêjî nekirin. Min ew hevokên ku bi dil an jî ne bi dil tê de bi kar neanî.
Jinên ku divê ez lêborinê ji wan bixwazim hene, di serî de ji Zelalê, jina ku ez bûm evîndarê wê, jina ku ez bi Kurdiya bihelbest û biafsûn ketime nav jiyana wê.
Ew dengbilindkirinên ku bi genên bavê min coş dibûn…
Nepixînin mîna mêrêkî ji Rojhilata Navîn ê karakterîstîk….
Di salên destpêkê yên hevaltiya me de, tu dibêjî qey ne ew bû ku divê deh saetan ji min zêdetir kar bike, gotinên “Kanî xwarin!”…
Înyad, desthilatî, rol û qelsiyên din…
Erê qelsî, lewra tenê kêmasiyek, netemambûnek, birîneke ku li derekê bi cî nebûye dikare van tiştan bide gotin. Ji devê Ursulaya ku çavdêriyê li hemû xwînerên min ên jin ên Kurdan dike û hevaltiyê bi karakterê min ê ‘mêr’ ê serdest re dike ku di pirtûka min a bi navê Xeybê ya hîna ji bo Tirkî nehatiye wergerandin de li daristaneke baranê rêya xwe winda kiriye; Ursula ji Kendalê Diyarbekirî re dibêje ku ew ê bi mercekê ji ciyê çok daye erdê rabe, rewş çiqas xirab be jî, divê tona dengê xwe eyar bike, divê qet lê hêrs nebe, di gel vî qasî Ursula ne guleke, ne pinpinîkeke, ne ya wî ne jî ya hin kesên din e.
Zehmet bû destpêka ciwaniyê…Bi taybetî dema ku di navbera cîhana romanê û rastiya bixof a li ber deriyê malê de dipelçipîn.
Di vê rêwîtiya zehmet de dostên min ne dêya min, ne bavê min, ne kesên din ji malbetê ne jî mamosteyên min bûn, ez tohmetê li wan nakim.
Min bi qasî dinyayê ji birayê xwe yê mezin hez dikir ku hewl dabû çêlika pisîkê ji nava hesinên avahiyê rizgar bike, ez ji siya dêya xwe ditirsam, min bêriya bêhna xweydan û ruyê bavê xwe dikir ku dirbê wê dişibiya yê Paul Newman û Steve McQueenî, piştî ku ji Basibrînê vedigeriya Hezexê ez dibûm şahidê pevçûnên dijwar ên di navbera wî û dêya xwe de, min birayê û xwişka xwe re li rewşa heyî temaşe dikir, ji bo ku bavê min li dêya min nexe em bi hev re digiriyan û paşê bi çavên xwe yên werimî, di bin ronahiya lempeya gazê li kêlekekê di xew de diçûn.
Paşê ew jî dihate tefandin, ma tarî jî tiştek e, weke ku em di nava şilehiyeke şevereşê de bûn, weke ku nav û dilê me bi vê şilehiyê tijî diibû, gulpîna dilê me bi xwe jî disekinî, ji bo ku em ji ber tirsê dîn nebin, me piştgiriya hev dikir. Dayik digirî, dayik gazindan dike, dayik kutanê dixwe, dayik digirî, dayik gazindan dike, bav kutanê dike…
Dema ku 12yê Îlonê hat, ‘Hikûmet’ yek ji wan peyvan bû ku li Hezexê herî zêde min dibihîst; “Hikûmetê girtiye, hikûmetê Kuştiye, hikûmetê avêtiye, hikûmetê…’. Min nedizanî ku hikûmet çiye, bi taybetî jî kîye, lê li gorî tiştên ku min serobero dibihîstin (jin bêhtir diaxivîn) dibe ku ew jinek be.
Demek dirêj derbas nebû ku ez fam bikim, hin tişt ne li gorî adetê çêdibin, li nava cîrana, li qehwexaneyê, li mizgeftê heta dibistanê li derdora min hin jirêderketin hene. Men ew dem borandin ku zarokên Kurdên misilman di dema belavbûna dibistanê de şîr ji pozê dayikên zarokên Suryaniyan dianîn, min gelek tişt ji bîr kirin lê min ev çerxa tundkariyê ji bîr nekir. Ez ji ber vê sedemê ji bo bindestan hêrs dibim.
Bêyî ez zimanê helbesta bi Tirkî ya ku demeke dirêj min pê dinivîsand û bi pirtûka xwe ya dawî ya bi navê Gotina min ji derveyî Nexşeyê ye min bi derbekê nivîsandina bi vî zimanî qut kir û ne jî zimanê çîrok û romanên ku min bi Kurdî dest bi nivîsandina wan kiriye ji xwe re bikim star, ji ber ku ez li vê hêla tundkariyê – le min dixwest ez li vê hêla avê bimînim- mabûm, ez bi êşa wî tiştî derketim heta vê qonaxê ku min nekarî ji wan keç û xortên wê neteweya ku her cure tundkarî –ji ber ku di tonên navberê de şermek dihewand min ji gotinê û nivîsandinê xwe diparast- li wan rewa tê dîtin re bibêjim bê ka tiştê ku diviya ez pê re rûbirû bimama ‘mêrbûn’ bû yan ‘nêrîna mêr a li jinê’ bû.
Di kataloga pêşangeha min a bi navê Filtresiz de ku kuratorê wê Sureyyya Evren bû û li Arterê hatibû vekirin, nivîskar û edîtor H. G. Mastersî li ser berhema min a bi navê Nameyê de (Mektup) wiha gotibû; “Nameya ku bi saya jestekê tiştê ku otobiyografîk e derdixe qonaxa mînakeke xwedî hêza ku dikaribe nûnertiyê bike û weke ronahiyê li dîwarê galeriyê hatiye nîşandan, dişibiya tableteke antîk ya ku peyameke edebî tê de hebû”. Min di dawiya vê Nameyê de behsa neçariya dîtina ‘cenazeyê cudaxwazekî” kiribû ku di salên lîseyê de mamosteyekî me pêşkêşî lê kiribû.
Tiştê min dîtibû ne dişibiya wan çîrokan ku derbarê cendekê dapîra min a mirîbu, li erdê bûn, cil û bergên ku li xwe kiribûn bi awayekî din bûn, bi rengê hatî şewitandin, perçiqandin, jêkirin, şikenandin…
Min dikarîbû fam bikira, lê ez ji cendekê mirî yê jinekê re ne amade bûm, na! Ez bê sedem li hemberî Yeseninî bihêrs dibûm, bi heman awayî li ser Mayakovskyyî jî ku serê xwe li peyareyên Nevskiyê dida. Hişê min vî tiştî qebûl nake, wê neke, weke mêr sedema şevişîna min ev e…
Çiqas balkêş e ne wisa? Piştî demekê, li hemberî hizrên xwişka min ên ku me gelekî ‘dijwar’ didîtin (hema hema) hemû malbat bû yekdeng, weke ku ew berpirsiyara hemû tiştên bûyî ye, weke ku wê ew nalet aniye Hezexê û min paşê, gelekî paşê ferq kir ew daxwaza me ya ku dem berî demê wê weke cendeke parçebûyî li bin kameriyeya şaredariyê bibînin, di dilê dêya me de dihat xwedîkirin.
Dêya min, qet lê qet ji xwişka min hez nedikir…Baş e min û birayê min? Ya rastî ez ji vê gotina ağabey jî qet hez nakim! Çawa dibe ku em ên Hugo von Hofmannsthalî dixwînin, ji ber ku oje li neynûkê xwe dikir me dixwes wê ceza bikin? Ax dayê, li şûna ku tu me biparezî, xwezî te hinekî hez ji me kiriba!
Divê me gelekî, gelekî, gelekî, gelekî hez bikira…
Mixabin ez ê nikaribim bibêjim ku guherîn-veguherîn bi xwendinên polîtîk ên dema zû re dest pê kiriye, pirtûkên ku rihê mirov jê diçe, mijarên bêhnçikiyayî bûn. Herçiqas ku Çepê hiştibe hişmendiyek bi min re çêbibe jî, paşê ji bo ku wê tune bike hewl dabû û bi vî halî, tirsnak xuya dikir. Bavên Maoîst ên ku min ew nas dikirin, zilamên gêjik bûn ku tundkarî li hevjîn û keçên xwe dikirin, pirtûka bi navê Zinarên Sorikî weke çek bi kar dianîn. Mêrbûna muhteşem, aşkere yan jî nixumandî, çavkaniya xwe ji faşîzmê digirt û faşîzm ji bo ku jiyanê tune bike hatibû programkirin.
Ji bo tunekirinê…
Herçiqas ku beriya niha bi demeke dirêj min xwendibe jî û herçiqas demeke dirêj li ser wan deman derbas bûbe ku min di nav re peyv an jî hevokeke bibandor ên pirtûkê –di demên ku bin bi şûn da ba wê kiriye kêm caran li erdê hiştiye- bêyî ez cangiraniyê bikim li ser defteran dinivîsand derbas bûbe jî, ji bo aqûbeta nivîsê li vê xaçerêyê ez ê yekê ji wan bi deyn bistînim.
Foucault di pirtûka xwe ya bi navê Fonksiyona Siyasî ya Entuelektelî de wiha dibêje; Em çawa dikarin gotinên xwe û kiryarên xwe, dil û zewqên xwe ji faşîzmê rizgar bikin? Faşîzm çawa dikare ji nava tevgerên me bê qewitandin ku di tevgerên me de bi cî bûye? Tiştê ez behsa wê dikim ew rewş e ku di hin deman de haya te ji hin gotinan çêdibe, herçiqas ku peyv bi peyv neyê bîra we jî, rewşa pelandina we ya ji hin deran e.
Tekez hin jêgirtinên we jî yên bi vî awayî hene!
Ha ev jî gotineke wiha ye; lê hêleke şamiltir ê vê jêgirtina Foucaultyi ji vê gotina xweşik a destpêkê ya kitêboka bi navê Derbarê Huner û Wêjeyê ya Marx û Engelsî heye ku ji dema lîseyê û heta niha (Min lîse li Hezexê xwend ku wê gavê navçeya Mêrdînê bû) qet min ji bîr nekiriye: “Şêweyê hilberîna jiyana madî, pêvajoya polîtîk, çandî û entelektuelî ya jiyanê jî diyar dike”.
Pirtûkeke din jî, ya Louis Althusserî ye ku min bi axîn û nalîn xwend û bi hizrên min ên ji xwe derbarê dahatûyê de ne zêde geş bûn girt û virvirandin. Navê pirtûkê; Dahatû Wê Dirêj Bidome ye; min wisa hest dikir ku ez Althusserê strukturalîst baş fêm nakim, gelo bi rastî jî hevjîna xwe Héléne kuştiye? Helbet bandora wê di demeke kurt de derbas nebû – Ciyê seknê qet nizanin! Xaleke krîtîk bû, min weke xwendeyekî ciwan ê strukturalîst dizanîbû ku ez nikarim fikra xwe li ser Althusserî bibêjim û ev ramana şileyî, bi awayekî balkêş qadeke tirsnak a entuelektelî ya bi nêrînên cidî dagirtî, li pêşiya min vekir ku wî li hemberî kesê/a kuştî diparêze.
Di dilê min de qasî misqalê zerre faşîzm tune bû lê vê sê rojên dinyayê misogeriya wî tiştî tune ye ku faşîzm wê nekeve wir. Ji wê roja ku bi zimanê nêrza yê ku gelek caran gotina jin, gelek caran gotina evîn, gelek caran gotina azadiyê tê de derbas dibe me dest bi kuştina jin û azadiyê kir, min fam kir ku li cografya min a erda wê ne rast helbest nayê nivîsandin –ya ku bê nivîsandin jî ne helbest e- û dawî li helbestê hat!
Piştî qîrîna sipî ya jinên Êzidî, dawî li helbestê hat, lewra êdî jin nîne!
Me hemû jin kuştin, destên me kesk e.
Em li bendê ne Xwedê wan bi rengekî ku bêhtir guhê xwe bidin gotinan bi şûn de bide me. Ew faşîzma ku di nava tevgerên me de bi cî bûye.
Ev gotin diçin û tên li min didin…
Ne ku kiryarên me yên di nava malê de zaroktiyê weke çavkaniya hemû tirsan nîşan dide, ne jî ez di wî emrî de me ku faşîzma di nava mamosteyên min ên Rojavayî de bi cî bûye (êdî gelek ji wan najîn) biqewitînim. Çima li me didan? Hin rêyên din tune bûn ku bihêlin em bibin mirovên baştir (!)? Çewisîna li hemberî fişarê gelo genetîk e, ev kurm ji dê û bav derbas dibû?
Rojek tê tu ji bîr dikî van tiştan an jî tu dibejî dibe min ji bîr kiribe, rojekê tu dibî şahidê wî tiştî ku faşîzma di dilê de de bi rengekî ku tû pê şaşwaz bibî dirije derve. Piştî ku temaşekirina tundkariya bikef a li hemberî Daisy Domergueyî yê qaçax û dînikî di filmê The Hateful Eight (2015) ê Tarantinoyî de, di dawiya filmî de gotina “filmekî gelekî baş bû!” gelo ew tiştên ku em ê erênî bikin nîşan nedida?
Di rastiyê de ez li pey şopa ên di gotinan, ên di dîmenan de bi cî bûne digerim. Di gel vê car caran roman, car caran helbest, car caran karên hunerê yên serbiwe heta dezgeh ji van gotinan derdiketin.
Em ji bo Daisyyî vexwin…Ji ber ku mêrbûna muhteşem xistiye bin lingên xwe… (ŞÖ/APA/FD)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
52 MÊR 52 HEFTE
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû
#8 3 rewşên tundkariya mêran - Murat Yetkin
#9 Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne - Atilla Taş
Ev kampanya di Bernameya Sivil Düşün ya Yekîtîya Ewropayê de bi piştgiriya Yekîtîya Ewropayê(YE) hatiye amadekirin. Naveroka vê kampanyayê û berpirsiyariya wê bi temamî ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ye, ne nêrînên YEyê ne. |