Berpirsê Weşanê yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk beriya niha bi 17 salan li ber Apartmana Sebatê ya li Şîşliya Stenbolê hatibû kuştin.
Îsal jî weke salên berê li heman cihî merasîmek ji bo bibîranîna Hrant Dînkî hate li dar xistin. Ew der berê ofîsa rojnameya Agosê bû.
Dîsa weke salên borî, duh bi şev jî dîmenê Hrant Dînkî li ser apartmanê hate nîşandan.
Bernameya îro bi axavtina Bulent Aydinî dest pê kir ku yek ji Hevalên Hrantî ye.
Aydinî got, “Ji bo em careke din bibêjin me dest jê bernedaye, em hatin vir.”
Piştî axavtina Aydinî kesên beşdarî bernameyê bûn, ji bo Hrant Dînkî deqîqeyekê bêdeng sekinîn û rêzgirtina xwe nîşan dan.
Her weha sloganên “Em hemû Hrant in, em hemû Ermenî ne”, “Bijî biratî/xwişktiya gelan”, “Kesên gotin bikuje, bila bên dadgehkirin” berz kirin.
Piştî Aydinî nivîskar Oya Baydar axivî. Baydarê bi gotina “bira/xwişkno” bang li hevalên Hrant Dînkî kir û Selahattîn Demîrtaş, Osman Kavala û Gultan Kişanak û girtiyên siyasî bibîr anî. Piştî axavtina Baydarê bername bi dawî bû.
(HA/FD)