Emîne Ocak yek ji wan kesên sembol ên Dayikên/Mirovên Şemiyê bû û yek ji dayikên destpêkê ye ku di 27ê Gulana 1995an de derket Meydana Galatasarayê. Ocakê îro koça dawî kir.
Emîne Ocak ji bo aqûbeta kurê xwe Hasan Ocakê ku di sala 1995an de di binçavan de bi zorê hat windakirin bipirse li Qada Galatasarayê dest bi têkoşîna xwe ya edaletê kir. Mehek berê dilê Ocakê sekinî û di beşa nexweşiyên giran de dihat dermankirin. Ocakê îro koça dawî kir.

Dayika Şemiyê Emîne Ocak di beşa nexweşiyên giran de ye
Ji bo Emîne Ocakê wê sibe (24'ê Tîrmehê) saet di 10:00an de li Meydana Galatasarayê merasîmeke bîranînê bê lidarxistin. Heman rojê wê di saet 16.00an de li Cemevî ya Gazîyê jî merasîmek bê li dar xistin û piştre wê be binaxkirin.
Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê X’ê ev tişt parve kirin:
" Me dengê herî xurt ê bi cesaret û bibiryar ê têkoşîna me ya ji bo heqîqet û edaletê Emîne Ocak, winda kir. Em ê dayika xwe Emîneyê ji cihê têkoşîna wê ya 30 salan li Qada Galatasarayê, oxir bikin.”
Hate ragihandin ku Dayika Şemiyê Emîne Ocakê, jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê Dayikên Şemiyê ya li ser hesabê medya dijîtal X’ê de wiha hate gotin: "Me dengê herî xurt ê bi cesaret û bibiryar ê têkoşîna me ya ji bo heqîqet û edaletê Emîne Ocak, winda kir.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Agahiyên der barê merasîma cenaze de dê werin ragihandin."
Emîne Ocak dayika Hasan Ocak e, ku di sala 1995’an de bi îşkenceyê hatiye kuştin û cenazeyê wî li daristanên Beykozê yên Stenbolê hatiye dîtin û li goristana bêkesan de hatiye veşartin. Emîne Ocak 30 sal in ji bo edaletê têdikoşe da ku kujerê kurê wê bê darizandin.

Dayîkên Şemîyê ji bo hefteya 700î banî Galatasarayê dikin
DEM Partî: Mîrateya Ocakê wê di têkoşîna me de bijî
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal X’ê peyama sersaxiyê bo wefata Emîne Ocakê weşand.
Di peyamê de wiha hat gotin:
"Em ji ber wefata Emîne Ocak, dengê berxwedêr ê Dayikên Şemiyê û sembola lêgerîna rastî û edaletê, pir xemgîn in. Emîne Ocak, qet dev ji pirsa çarenûsa zarokê xwe yê winda berneda, dê rêya hemû kesên ku li ser vê axê li edaletê digerin ronî bike. Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe re, nexasim ji malbata wê, Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan re dixwazin. Mîrateya Emîne Ocak dê di têkoşîna me ya edaletê de bijî."
(AY)
