Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber zêdebûna haletên Covid-19ê merasîma 63yem a Xelatên Grammy-yê taloq bûye ku yek ji girîngtirîn xelatên muzîkê ye.
Di meha Çiriya Paşiyê de Harvey Mason, Serokê Recoring Academy-yê di hevpeyvînekê de namzet aşkere kiribûn. Masonî gotibû ku ew plan dikin ji bo komeke biçûk merasîmekê pêk bînin lê hê detay diyar nebûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, medyaya amerîkî ragihandiye ku çavlirê ye merasîma xelatdayînê di meha Adarê de pêk were.
Beyonce bûye hunermenda ku herî zêde weke namzet nîşan dane
Beyonce, popstara DYAyî di 9 kategoriyan de weke namzet nîşan dane û bi vî awayî bûye hunermenda ku herî zêde weke namzet nîşan dane.
Piştî wê Taylor Swift, Roddy Ricch û Dua Lipa di 6 kategoriyan de bûne namzet.
Ji ber Covid-19ê di sala 2020an de Merasîma Xelatên Muzîk û Vîdeoyan ên MTVyê, Merasîma Xelatên Grammy-ya Latîn û yên Emmy-yê yan online yan jî bi beşdariya kêm kesan pêk hatibûn. (SO/FD)