Li gor nûçeyên Bianetê ji rojnameyên heremî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran li meha Nîsanê 17 jin kuştine. Mêran tecawiz li 15 jin û keçan kiriye. Wan bi darê zorê karê seksê li 16 jin û keçan daye kirin, destdirêjî li 155 jin û zarokan kiriye û tevgerên tûnd li 25 jinan kirine.
Li gor nûçeyan ji sedî 67ê destdirêjiyan li saziyên perwerdeyê hatine kirin. Destdirêjiyên li 34 dibistanan hatîn kirin, mamoste, midûr, cihgirên midûran, xwediyên firoşgehên li dibistanan, ajovanên servîsan, xebatkarên dibistanan û xebatkarên li firoşgehên li dora dibistanan.
Li 4 mehên destpêkê yên sala 2016ê mêran ya kêm 98 jin kuştine. Tecawiz li 50 jin û keçan kiriye. Bi dare zorê karê seksê li 131 jinan daye kirin. Tevgerên tûnd li 120 jinan hatiye kirin. Destdirêjî li 242 jin û keçan hatiye kirin.
Li 4 mehên destpêka 2015ê, mêran 94 jin kuştin, tecawiz li 42 jin û keçan kirin, bi dare zorê karê seksê li 102 jinan dan kirin.
Kuştin
Mêran li meha Nîsanê 17 jin û 2 mêrên li nik wan kuştine.
Ji sedî 18ê kuştina jinan digel wê yekê bûye ku jinan daxwaza parastinê ji dewletê kiriye an jî dewletê biryar daye wan biparêzin.
Ji sedî 29ê jinên hatîn kuştin daxwaz kiriye ji mêrê xwe cida bibe.
Sê mêr bi destûra girtîgehê ji girtîgehan derketine, jin û xesûya xwe kuştine. Dido ji wan mêran ji ber ku bi kêran hinek birîndar kiribûn hatine girtin.
Mêrekê birayê xwe bi kêrê birîndar kirî li dadgehê bi dêya xwe re ketiye minaqeşeyê û ew jî kuştiye.
Ji sedî 18ê kuştinan li nava kolanan hatine kirin.
Ji sedî 76ê jinan bi destên partnerên xwe hatine kuştin. Kekê jinekê ew kuştiye, zavayê berê yê jinekê ew kuştiye, mêrê berê yê jinekê ew kuşt, birayê jinekê ew kuştiye, mere 8 jinan ew kuştin û kurê jinekê dêya xwe kuştiye. Çar jin li roja destgirtiyan hatine kuştin.
Mêran 5 jin bi kêran, 7 jin bi çekan, du jin bi xeniqandinê, yek bi bivirî, yek bi birîna gewriya wê û yek jî bi lêdanê kuştine.
Bajarên jin lê hatine kuştin: Edene (1), Enqere (!), Antalya (1), Dîlok (1), Bursa (1), Denizli (1), Elazığ (1), İstanbul (2), İzmîr (3), Karabük (1), Kayseri (1), Kocaeli (2), Mêrsîn (1).
Tecawiz
Mêran li Nîsanê tecawiz li15 jin û keçan kiriye.
Tecawizkarên herî biçûk 17 salî ne û yên tecawiz lê hatî kirin 8 salî ne.
Ji sedî 77ê tecawizkar û ew kesên wan tecawizkaran tecawiz lê kirine xizmên hev in. Xizmên sê jin û keçan tecawiz li wan kiriye. Hevalê bavê keçekê tecawiz lê kiriye. Melayekê tecawiz li du keçan kiriye. Li keçekê cîranê wan, li keçekê kesek ew nas nake, li kesekê xebatkarê paqijîyê û li kesekê kurê xwediyê warê xwendekaran tecawiz kiriye. Du kes hatine tecawizkirin lê nasnameya tecawizkaran di nûçeyê de nehatiye nivîsîn.
5 caran tecawiz li mala keçên tecawiz lê hatî kirin, 2 caran li malên tecawizkaran, carekê li otêlekê, carekê jî li nava kolanan tecawiz hatiye kirin.
Li meha Nîsanê 15 caran li 14 keçan tecawiz hatiye kirin û ji ber wan 11 kes hatine kuştin. Du mêr bi şertê li navendên ewlehiyê bêne kontrolkirin serbest bûne. Ji bo sê bûyeran agahiyên dadkirinê nehatine dayin.
Bajarên bûyerên tecawizê lê hatine dîtin: Edene (1), Enqere (1), Antalya (1), Çorum (2), Dêrsim (1), Stenbol (1), Izmîr (1), Kırşehir (1), Kocaeli (1), Konya (1), Sivas (1), Trabzon (1), Urfa (2).
Li Edene û Mûglayê bi dare zorê karê seksê li 16 kesan hatiye kirin.
Tevgerên Tûnd – Birîndarkirin
Mêran li meha Nîsanê 25 caran tûndî li jinan kiriye.
Ji sedî 16ê jin û keçên tecawiz lê hatine kirin, dixwestin ji mere xwe cida bibin. Ji sedî 12ê bûyerên tûndiyê li nava kolanan hatiye kirin.
Mêrê 16 jinan, destgirtiyên 3 jinan, nîşaniyê yekê, mêrê berê yê didoyan, nîşaniyê berê yê yekê, birayê yekê, bavê yekê, neviyê yekê û miştêrîyê karkereka seksê tûndî li wan kiriye.
Ji ber tûndiya ji sedî 28ê bûyeran jin mirine. 6 jin bi kêrê hatine birîndarkirin. Ava kelandî bi du jinan de hatiye kirin. Yek bi çekan hatiye birîndarkirin.
Ji ber ku du jinan xwestiye ji mêrê xwe cida bibe, mêran malên wan şewitandine.
Bajarên bûyerên tûndiyê lê hatine dîtin: Edene (1), Aksaray (2), Antalya (3), Edirne (1), Eskişehir (2), Stenbol (8), Izmîr (1), Kocaeli (1), Kûtahya (1), Mugla (1), Tekirdağ (2), Zonguldak (2).(ÇT/MB)