Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Tîrmehê de bi kêmanî 32 jin û 5 zarok kuştine.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 85 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 8 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 20 jin tacîz kirine. Her weha mêran di meha Tîrmehê de 73 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Saziyên çapemeniyê di meha Tîrmehê de ji bo mirinên 49 jinan û 24 zarokan gotine “mirinên bigûman” e.
Ji bo hemû raporên tûndkariya mêran yên bianetê bitikîne
Parastina Rewa: Li Kocaeliyê, jinek bi navê Fatmanur O. (25) bi tifingeke nêçîrê hevjînê xwe yê bi navê Ş.O. (29) ku êrîşî wê kiribû û derp kiribû kuşt.
Li Amedê, mêran jinek neçar kirin ku xwe bikuje.
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Sems3UR (1), Ankara (1), Balıkesir (1), Êlih (2), Burdur (2), Bursa (2), Çanakkale (1), Denizli (3), Edirne (1), Xarpêt (3), Isparta (1), Stenbol (4), İzmir (1), Karaman (2), Kastamonu (2), Kocaeli (2), Meletî (1), Mêrdin (2), Mereş (1), Mersin (2), Muğla (1), Rize (1), Sakarya (2), Samsun (1), Sinop (2), Tekirdag (1), Tokat (2), Trabzon (1), Riha (1), Uşak (1), Zonguldak (1).
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Edene (1), Dîlok (3), Antalya (2), Aydın (3), Balıkesir (1), Çorum (1), Duzce (1), Erzîrom (2), Isparta (1), Karaman (1), Konya (1), Manisa (1), Muğla (1), Nevşehir (1), Samsun (1), Tekirdağ (2), Tokat (1).
Tundkariya Mêran a di salên 2021-2025an de
Di pênc heft destpêkê yên 2025an de mêran, 177 jin kuştine, tacîz li 127 jinan kiriye, 148 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 414 jinan kiriye, tecawiz li 4 jinan kiriye. Bi kêmanî 764 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 264 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 35 zarok kuştine.
Di heft mehên destpêkê yên 2024an de mêran, 218 jin kuştine, tacîz li 45 jinan kiriye, 91 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 335 jinan kiriye, tecawiz li 8 jinan kiriye. Bi kêmanî 230 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 177 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 25 zarok kuştine.
Di heft mehên destpêkê yên 2023an de mêran, 174 jin kuştine, tacîz li 34 jinan kiriye, 75 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 420 jinan kiriye, tecawiz li 6 jinan kiriye. Bi kêmanî 188 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 150 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 15 zarok kuştine.
Di heft mehên destêpêk yên 2022an de mêran, 191 jin kuştine, tacîz li 89 jinan kiriye, 163 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 455 jinan kiriye, tecawiz li 20 jinan kiriye. Bi kêmanî 363 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 119 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 23 zarok kuştine.
Di heft mehên destêpêk yên 2021an de mêran, 174 jin kuştine, tacîz li 78 jinan kiriye, 85 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 491 jinan kiriye, tecawiz li 62 jinan kiriye. Bi kêmanî 409 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 131 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 15 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Tîrmehê de bi kêmanî 32 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 25 bû. Ji jinên ku mêran ew kuştine jê yek Ozbekistanî yek jî Afganistanî bû.
Jinên ku mêran ew di Tîrmehê de kuştin
A.İ., Ayşe Tokyaz, Aygül Ç., Belkıs Keskin, Demet Akarsu, Devrim S., Dinara Alya U., Emine C., Eylem Y., Fati Asan, Havva Y., Helin Eren, İlayda Alkaş, Kader K., Kezban Demirci, Meliha K., Merve V., Muattar Alıeva, Nazife A., Nazlı Ç., Nazmiye K., Nurcan Özkul, Özlem B., Özlem Ö., Selda K., Semra Çelik, Sevda Türker, Shabana Solaıman K., Sibel N., Songül B., Teslime Ç., Türkan Söylemez
Bajarên ku mêran ew lê kuştin
Edene (2), Amasya (1), Ankara (1), Antalya (1), Aydın (1), Bartın (1), Çanakkale (1), Denizli (1), Amed (4), Edirne (1), Eskişehir (1), Hatay (1), Stenbol (5), İzmir (1), Kocaeli (1), Meletî (2), Mereş (1), Mersin (3), Samsun (1), Zonguldak (2).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 8 jin kuştin e. Çapemeniyê “hêcata” kuştina 24 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 19 jin kuştine. Endamên malbatê yên weke bav, kur û bira 9 jin kuştin. Jinekê xwediyê kar û jinekê jî hevalê wê ew kuşt. Çapemeniyê nenivisiye bê ka mêrê ku du jin kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran 28 jin li nava malan, 4 jin jî li qadên derveyî malan kuştine. Mêran bi çekên guleber 17 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 12 jin kuştine. Her weha mêran sê jin jî bi lêdanê kuştine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 40 faîl hebûn ku jin kuştine. 33 faîl hatin girtin. Du faîl hatin desteserkirin. 4 faîlan xwe kuştin. Faîlek revî.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Tîrmehê de herî kêm 5 zarok kuştin. Ev hejmar par di heman mehê de 4 bû. Zarokek bavê wê, zarokek birayê wê, zarokek xwediyê kar ew kuşt. Çapemeniyê nenivisiye bê ka mêrên ku du zarok kuştine nas e an ne nas e.
Mêran 5 zarok jî li derveyî malan kuştine.
Mêran bi çekên guleber 3 zarok, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 2 zarok kuştine.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Adana (1), Denizli (1), Amed (1), Stenbol (1), Mersin (1).
Zarokên ku mêran ew kuştine
Yusuf Demirci, Rojda A., Elif V., Eyüp Can Güner, Mehmet A.
Pêvajoya hiqûqî
7 faîl hebûn ku zarok kuştiye. Du hatin girtin û 5 jî hatin desteserkirin. Faîlek xwe kuşt.
Tacîz
Mêran di meha Tîrmeha 2025an de herî kêm tacîz li 39 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 10 bû.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û girtîgehê tacîz li 17 jinan kirine. Mêran li nava malan sê jin tacîz kirine.
Herî kêm 20 hîndekarek, jinekê bizîşk, jinekê siyasetmedar, du jin du kurye, jinekê karmendê marketê, jinekê xizmê wê, jinekê cîranê wê, jinekê rêwîyek, jinekê wezîfedarê ewlekariyê, jinekê hevalê wê yê kar ew tacîz kiriye.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 7 mêrê ku herî kêm tacîz li 9 jinan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Edene (1), Aksaray (1), Antalya (1), Bolu (1), Bursa (1), Denizli (1), Stenbol (4), İzmir (1), Kırıkkale (2), Kocaeli (1), Mereş (1), Niğde (1), Sakarya (1), Sêwas (20), Zonguldak (2).
Pêvajoya hiqûqî
23 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Jê şeş faîl hatin girtin, 9 faîl hatin desteserkirin. Derbarê 6 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Du faîl revîn.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Tîrmehê de îstîsmar bi kêmanî li 8 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de dîsa 13 bû.
Mêran li qadên derveyî malê yên weke dibistan, qursa quranê, salona werzişê îstismar li 5 zarokan kirine. Li nava malan sê zarok îstîsmar kirine.
Zarokek bavê wê, zarokek doktor, zarokek cîranê wê, zarokek siyasetmedarek ew îstîsmar kiriye.
Çapemeniyê nenivîsiye ku bê ka mêrê ku îstismar li herî kêm 4 zarokan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran lê îstismar li zarokan kirine
Xarpêt (1), Erzîrom (1), Stenbol(2), Mereş (1), Şirnex (1), Zonguldak (2)
Pajêvoya hiqûqî
8 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. 4 faîl hatin girtin. Du faîl revîn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya du faîlan nenivîsiye.
Êrîşa zayendî / Tecawiz
Di meha Tîrmeha 2025an de çapemeniyê tu bûyerên tecawizê nenivîsiye. Ew nayê wê wateyê ku nîne.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Tîrmehê de bi kêmanî 85 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de jî ev hejmar 61 bû.
Herî kêm şeş jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Bi kêmanî 56 jin mêrên wan û 10 jin jî endamên malbatê yên weke kur û bav ew birîndar kirin. Sê jin cîranên wan ew birîndar kirine. 2 jin mişteriyê wan, du jin polîs, jinekê xwediyê xanî, jinekê karsaz, jinekê zavayê wê, jinekê du birayê wê, jinekê du mêran, jinekê jî 5 garsonan ew birîndar kirine. Çapemeniyê nenivîsiye ku mêrê ku herî kêm 8 jin birîndar kirine nas in an ne nas e.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 22 jin birîndar kirin. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 63 jinan nenivîsiye.
Mêran derb li 74 jinan xistin û birîndar kirin. 6 jin bi çekên guleber birîndar kirin. Her weha 5 jin bi amûrên birînê birîndar kirine û jinekê jî ji şaneşînê avêtiye.
Mêran li nava malan 30 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 55 jin birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran du jin li kîderê birîndar kirine.
Bajarên ku mêran tûndkarî li jinan kirine
Edene (1), Aksaray (1), Enqere (3), Dîlok (2), Antalya (3), Êlih (3), Bursa (3), Amed (1), Edirne (23), Erzîrom (2), Hatay (1), Idir (1), Stenbol (23), Kayseri (1), Kırşehir (1), Kocaeli (1), Konya (4), Manisa (1), Mêrdîn (1), Muğla (1), Samsun (2), Tekirdag (1), Trabzon (1), Riha (1), Zonguldak (2)
Pêvajoya hiqûqî
87 faîlên ku jin birîndar kirine hebûn. Tenê 10 faîl hatin girtin. Derbarê 23 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 21 kes hatine desteserkirin. 5 kes serbest bûn. Derbarê 7 bûyeran de lêpirsîn tê birêvebirin. Çapemeniyê derbarê pêvajoya hiqûqî ya 21 faîlan de ti zanyarî neweşand.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Tîrmehê de bi kêmanî 73 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 31 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Ankara (40), Antalya (9), Konya (6), Mersin (18).
Pêvajoya hiqûqî
52 faîl hebûn. Tenê 2 hatin girtin. 50 faîl hatin desteserkirin.






