
Li gorî nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Tebaxê de bi kêmanî 25 jin kuştin. Mêran, herî kêm 3 mêrên ku li gel jinan bûn jî kuştin.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 71 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 9 zarokên keç û kur kirin, bi kêmanî 21 jin tacîz kirin. Her weha mêran di meha Tebaxê de 69 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Mêran di heşt mehên destpêkê ên sala 2026an de 195 jin kuştin. Her weha li Antalya Bûrsayê mêr bûn sedem ku 2 jin xwe bikujin.
Saziyên çapemeniyê di meha Tebaxê de ji bo mirinên 35 jinan û 12 zarokan gotine “mirinên bigûman” e.
Ji bo hemû raporên tûndkariya mêran yên bianetê bitikîne
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Afyon (1), Antalya (3), Aydin (2), Êlihê (2), Bolu (1), Çankiri (1), Çorum (2), Amed (2), Edirne (1), Stenbol (2), İzmir (1), Kayseri (1), Kocaeli (1), Meletî (1), Mereş (1), Mersin (1), Mugla (1), Ordu (1), Osmaniye (1), Sakarya (1), Samsun (2), Sinop (1), Riha (2), Wan (1), Zonguldak (2).
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Antalya (1), Aydın (2), Êlih (1), Isparta (1), Kutahya (1), Manisa (1), Mêrdin (1), Sêrt (1), Riha (2), Wan (1).
Daneyên Tundkariya Mêran 2021-2026
Di heşt mehên destpêkê ên sala 2026an de mêran, 195 jin kuştin, tacîz li 132 jinan kirin, 156 zarok îstîsmar kirin, tundkarî li 395 jinan kirin, tecawiz li 6 jinan kirin. Mêran bi kêmanî 845 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Çapemeniyê ji bo mirina 341 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 15 zarok kuştine.
Di heşt mehên destpêkê ên sala 2025an de mêran, 200 jin kuştin, tacîz li 154 jinan kirin, 161 zarok îstîsmar kirin, tundkarî li 490 jinan kirin, tecawiz li 7 jinan kirin. Mêran bi kêmanî 797 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Çapemeniyê ji bo mirina 308 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 42 zarok kuştin.
Di heşt mehên destpêkê ên sala 2024an de mêran, 245 jin kuştin, tacîz li 52 jinan kirin, 103 zarok îstîsmar kirin, tundkarî li 398 jinan kirin, tecawiz li 8 jinan kirin. Bi kêmanî 266 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Çapemeniyê ji bo mirina 190 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 31 zarok kuştin.
Di heşt mehên destpêkê ên sala 2023an de mêran, 205 jin kuştin, tacîz li 45 jinan kirin, 88 zarok îstîsmar kirin, tundkarî li 512 jinan kirin, tecawiz li 8 jinan kirin. Bi kêmanî 188 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Çapemeniyê ji bo mirina 170 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 17 zarok kuştin.
Di heşt mehên destpêkê ên sala 2022an de mêran, 222 jin kuştin, tacîz li 102 jinan kirin, 175 zarok îstîsmar kirin, tundkarî li 534 jinan kirin, tecawiz li 21 jinan kirin. Bi kêmanî 370 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Çapemeniyê ji bo mirina 132 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 30 zarok kuştin.
Di heşt mehên destpêkê ên sala 2021an de mêran, 208 jin kuştin, tacîz li 106 jinan kirin, 98 zarok îstîsmar kirin, tundkarî li 552 jinan kirin, tecawiz li 73 jinan kirin. Bi kêmanî 429 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Çapemeniyê ji bo mirina 153 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 21 zarok kuştin.
Kuştin
Mêran di meha Tebaxê de bi kêmanî 25 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 23 bû.
Jinên ku mêran ew di Tebaxê de kuştin
Asya A., Asya C., Bedriye N., Canan M., Cihan Ç., D.Elina Şengül, Fatma S., Figen Baran, Hacer S., Hatice A., Hasret K., İpek Gezer, Neslihan K., Nilda Müge Şahin, Reyhan Acar, Sabire D., Selin Gökhan, Seve S., Sevilay K., Sulan Kara, Sultan P., Süheyla Y., Şerife Gezer, Y.A.O., Elif Gülşah Y.
Bajarên ku mêran jin lê kuştin
Adana (2), Ankara (1), Antalya (1), Êlih (1), Bursa (1), Amed(2), Xarpêt (1), Stenbol (4), Kayseri (1), Kutahya (1), Manisa (1), Mêrdîn (3), Mereş (1), Mugla (2), Nigde (1), Riha (1), Yalova (1).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 6 jin kuştin.
Her weha çapemeniyê “hêcata” kuştina 19 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 20 jin kuştine. Endamên malbatê yên weke bav/kur, nevî 4 jin kuştin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku jinekê kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran 13 jin li nava malan, 12 jin jî li qadên derveyî malan kuştine. Mêran bi çekên guleber 19 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 2 jin kuştine. Mêran 4 jin bi fetisandinê kuştin.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 54 faîl hebûn ku jin kuştine. 27 faîl hatin girtin, 13 hatin desteserkirin. 3 faîl revîn û 9 faîlan xwe kuştin. Faîlek serbest bû.
Tacîz
Mêran di meha Tebaxa 2026an de herî kêm tacîz li 21 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 27 bû. Jineke ku mêran ew tacîz kiribû ji Koreya Başur Tirkiyeyê.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxane tacîz li 20 jinan kirin. Mêran li nava malê jinekê tacîz kir.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Denizli (1), Edirne (2), Xarpêt (1), Eskişehir (1), Stenbol (3), İzmir (2), Mereş (1), Mugla (1), Sakarya (4), Samsun (4), Zonguldak (1).
Pêvajoya hiqûqî
20 faîl hebûn ku jin tacîz kirin. 3 faîl hatin girtin û 4 faîl hatin desteserkirin. Derbarê 10 faîlan de lêpirsîn hat dest pê kirin. Faîlek bi şertê kontrola edlî hat berdan. Cezayê pereyî li faîlek hat birîn. Pêvajoya hiqûqî ya faîlek çapemeniyê nenivîsiye.
Êrişa zayendî / Tecawiz
Di Tebaxê de mêran tecawiz li du jinan kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 3 bû.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 4 mêrên ku tecawiz li jinekê kirine kî ne. Jinekê xwediyê kar tecawiz li wê kiriye.
Mêran li nava malan tecawiz li herdu jinan kirin.
Bajarê ku tecawiz lê pêk hatiye
Dîlok (1), Stenbol (1)
Pêvajoya Hiqûqî
5 faîl hebûn ku tecawiz li jinan kirine. 4 faîl hatin girtin. Derbarê faîlek de lêpirsîn hat destpêkirin.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Tebaxê de îstîsmar bi kêmanî li 9 zarokên keç û kur kirin. Par ev hejmar di heman mehê de dîsa 13 bû. Ji zarokan yek koçberê sûriyeyî bû.
Zarokek kurye, sê zarok cîranê wan, zarokek xebatkarê şaredariyê û zarokek jî xizmê wê ew îstismar kiriye.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku herî kêm 3 zarok îstismar kirine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran lê îstismar li zarokan kirine
Amed (1), Stenbol (1), Kocaeli (2), Muğla (1), Samsun (2), Tekirdag (1), Riha (1).
Pajêvoya hiqûqî
8 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. 3 faîl hatin girtin. 3 faîl hatin desteserkirin. Xizmên zarokê faîlek kuşt. Cezayê zîndanîkirina li malê li faîlek birîn.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Tebaxê de bi kêmanî 71 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 76 bû.
Herî kêm 6 jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê. Bi kêmanî 52 jin hevjîn, hevjînê berê û destgirtiyê wan ew birîndar kirine. 8 jin xizmên wan û du jin cîranê wan ew birîndar kirin.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku herî kêm 9 jin birîndar kirine nas e an ne nas e.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 16 jin û sê jin jî ji ber hesûdiyê birîndar kirin. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 52 jinan nenivîsiye.
Mêran herî kêm 13 jin bi çekên guleber birîndar kirin. Her weha 5 jin bi amûrên birînê birîndar kirine. Mêran 49 jin bi lêdanê birîndar kirine.
Mêran li nava malan 29 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 42 jin birîndar kirin.
Bajarên ku mêran tûndkarî lê li jinan kirine
Adana (4), Semsûr (1), Aksaray (3), Antalya (4), Aydın (3), Bursa (2) Denizli (1), Amed (1), Edirne (23), Eskişehir 3), Stenbol (8), Karabuk (1), Kayseri (3), Kocaeli, (2), Konya (2), Kutahya (1), Mêrdin (1), Mersin (2), Sakarya (1), Samsun (1), Trabzon (1), Riha (2)
Pêvajoya hiqûqî
78 faîl hebûn ku jin birîndar kirine. Tenê 10 faîl hatin girtin. Derbarê 36 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 20 kes hatine desteserkirin. Du faîl serbest bûn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 10 faîlan nenivîsiye.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Tebaxê de bi kêmanî 69 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 39 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Ankara (29), İstanbul (14), Konya (6), Meletî (12), Mersin (5), Samsun (3)
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 64 faîlên mêr hebûn ku jin neçarî karkeriya seksê kirin. 25 faîl hatin girtin û 19 faîl hatin desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 20 faîlan nenivîsiye.
(EMK/AY)






