Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Tebaxê de bi kêmanî 23 jin û 7 zarok kuştine.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 76 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 13 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 27 jin tacîz kirine. Her weha mêran di meha Tebaxê de 33 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Saziyên çapemeniyê di meha Tebaxê de ji bo mirinên 44 jinan û 15 zarokan gotine “mirinên bigûman” e.
Ji bo hemû raporên tûndkariya mêran yên bianetê bitikîne
Parastina Rewa:
Li Çorumê, mêrek bi navê C.D. êrişa zayendî li jina kurê xwe a bi navê F.D.yê kir. Wê jinê ew bi çekê kuşt û hate desteserkirin. Lêpirsîn hat destpêkirin.
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Ankara (1), Dîlok (1), Aydın (2), Balıkesir (2), Bolu (1), Denizli (1), Xarpêt (1), Giresun (1), Isparta (2), Karaman (1), Kayseri (3), Kocaeli (1), Meletî (1), Mêrdîn (2), Muğla (3), Osmaniye (1), Sakarya (1), Samsun (2), Tekirdağ (3), Trabzon (1), Riha (1), Wan (1), Zonguldak (2), Çankiri (1), Çorum (1), Stenbol (3), İzmir (4)
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Semsûr (1), Balıkesir (1), Êlih (2), Denizli (1), Giresun (1), Hatay (2), Isparta (1), Manisa (1), Nevşehir (1), Samsun (1), Wan (1), Stenbol (2)
Daneyên Tundkariya Mêran 2021-2025
Di heşt mehên destpêkê yên 2025an de mêran, 200 jin kuştine, tacîz li 154 jinan kiriye, 161 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 490 jinan kiriye, tecawiz li 7 jinan kiriye. Bi kêmanî 797 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 208 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 42 zarok kuştine.
Di heşt mehên destpêkê yên 2024an de mêran, 245 jin kuştine, tacîz li 52 jinan kiriye, 103 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 398 jinan kiriye, tecawiz li 8 jinan kiriye. Bi kêmanî 266 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 190 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 31 zarok kuştine.
Di heşt mehên destpêkê yên 2023an de mêran, 205 jin kuştine, tacîz li 45 jinan kiriye, 88 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 512 jinan kiriye, tecawiz li 8 jinan kiriye. Bi kêmanî 188 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 170 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 17 zarok kuştine.
Di heşt mehên destêpêk yên 2022an de mêran, 222 jin kuştine, tacîz li 102 jinan kiriye, 175 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 534 jinan kiriye, tecawiz li 21 jinan kiriye. Bi kêmanî 370 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 132 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 30 zarok kuştine.
Di heşt mehên destêpêk yên 2021an de mêran, 208 jin kuştine, tacîz li 106 jinan kiriye, 98 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 552 jinan kiriye, tecawiz li 73 jinan kiriye. Bi kêmanî 429 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 153 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 21 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Tebaxê de bi kêmanî 23 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 27 bû. Ji jinên ku mêran ew kuştine jê yek Ozbekistanî yek jî Afganistanî bû. Ji faîlan yek polîs bû.
Jinên ku mêran ew di Tebaxê de kuştin
Ayten A. – Burcu D. – Cevahir İnan – Didem Ö.A. – Eşe Adamhasan – F.K. – Fatıma Rahmani – Gonca A. – Kadriye E. – Kezban Süne – Najiba İ. – Nazlı D. – Nazlı S. – Neşe K. – Nıgına Sattarova – S.A. – Semra D. – Sevi̇ Yandık – Sevgül U. – Sinem S. – Songül Perçem – Tuğba S. – Çiğdem K.
Bajarên ku mêran ew lê kuştin
Adana (1), Ankara (1), Dîlok (1), Aydın (1), Agirî (1), Balıkesir (1), Bursa (1), Denizli (1), Amed (1), Edirne (1), Isparta (1), Karabuk (1), Kayseri (1), Kocaeli (1), Konya (1), Mersin (2), Muğla (1), Trabzon (2), Riha (1), Stenbol (2).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 15 jin kuştin e. Mêran jinekê ji ber xespê kuştin. Çapemeniyê “hêcata” kuştina 7 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 20 jin kuştine. Jinekê kurê wê û jinekê jî cîranê wê ew kuştiye. Çapemeniyê nenivisiye bê ka mêrê ku jinek kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran 14 jin li nava malan, 9 jin jî li qadên derveyî malan kuştine. Mêran bi çekên guleber 15 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 4 jin kuştine. Her weha mêran sê jin jî bi lêdanê kuştine. Mêran jinekê jî şewitand.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 27 faîl hebûn ku jin kuştine. 16 faîl hatin girtin. Faîlek hat desteserkirin. 8 faîlan xwe kuştin. Du faîl revîn.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Tebaxê de herî kêm 7 zarok kuştin. Ev hejmar par di heman mehê de 6 bû. Du zarok bavê wan, du zarok xizmê wan, zarokek destgirtiyê wê yê berê, zarokek hevalê dayîka wê ew kuşt. Çapemeniyê nenivisiye bê ka mêrê ku zarokek kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran 5 zarok li nava malan 2 zarok jî li derveyî malan kuştine.
Mêran bi çekên guleber 4 zarok, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 2 zarok kuştine. Zarokek bi lêdanê kuştin.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Antalya (1), Aydın (1), Denizli (2), İstanbul (1), Konya (1), Manisa (1).
Zarokên ku mêran ew kuştine
Ali Bulgurcu – Duru 3. – Hatice F. – Hilal Özdemir – Servet K. – Ümit Atar – Yağız S.
Pêvajoya hiqûqî
6 faîl hebûn ku zarok kuştiye. Sê hatin girtin û 2 faîlan jî xwe kuştin. Li faîlek digerin.
Tacîz
Mêran di meha Tebaxa 2025an de herî kêm tacîz li 27 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 7 bû.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û girtîgehê tacîz li 12 jinan kirine. Mêran li nava malan 6 jin tacîz kirine.
Komedyen/lîstikvan/çêker herî kêm 12 jin tacîz kirine. Jinekê akademîsyen, jinekê bijîşk, 6 jin mêrên wan, du jin cîranê wan ew tacîz kirine.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 5 mêrê ku herî kêm tacîz li 5 jinan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Ankara (1), Aydın (2), Bursa (2), Erzincan (1), Muğla (1), Riha(2), İstanbul (18)
Pêvajoya hiqûqî
18 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Jê çar faîl hatin desteserkirin, 1 hate girtin. Her weha faîlek ji wezîfeyê hat dûrxistin û faîlek bi şertê kontrola edlî serbest bû. Derbarê 11 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Tebaxê de îstîsmar bi kêmanî li 13 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de dîsa 12 bû.
Du zarok bavê wan, zarokek çawişê pispor, zarokek rêvebirê rehabîlîtasyonê û zarokek jî cîranê wê ew îstismar kir.
Çapemeniyê nenivîsiye ku bê ka mêrên ku îstismar li herî kêm 8 zarokan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran lê îstismar li zarokan kirine
Xarpêt (1), Erzîrom (1), Stenbol (2), Mereş (1), Şirnex (1), Zonguldak (2)
Pajêvoya hiqûqî
15 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. 4 faîl hatin girtin. 6 faîl hatin desteserkirin. Du faîl revîn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya sê faîlan nenivîsiye.
Êrîşa zayendî / Tecawiz
Di meha Tebaxa 2025an de mêran tecawiz li sê jinan kirin.
Jinekê hevjînê wê, jinekê melayê teqawitbûyî û jinekê jî xizmê wê tecawizî wê kiriye.
Mêran li nava malan tecawiz li her sê jinan kirine.
Bajarên mêran lê tecawizî jinan kiriye
Uşak(1), Kastamonû(1), Çorûm(1).
Pêvajoya hiqûqî
Sê faîl hebûn. Jê du hatin girtin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsiye.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Tebaxê de bi kêmanî 76 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de jî ev hejmar 63 bû.
Herî kêm heşt jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Bi kêmanî 51 jin hevjîn, hevjînê berê û destgirtiyê wan ew birîndar kirine. Çar jin xizmên wan, du jin cîranê wan, jinekê hevpîşeyê wê, jinekê seyaqê teksiyê û du jin jî sîyasetmedar ew birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye ku mêrê ku herî kêm 15 jin birîndar kirine nas in an ne nas e.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 12 jin birîndar kirin. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 64 jinan nenivîsiye.
Mêran derb li 66 jinan xistin û birîndar kirin. 6 jin bi çekên guleber birîndar kirin. Her weha 4 jin bi amûrên birînê birîndar kirine.
Mêran li nava malan 20 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 50 jin birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran şeş jin li kîderê birîndar kirine.
Bajarên ku mêran tûndkarî li jinan kirine
Adana (3), Semsûr (1), Aksaray (2), Ankara (2), Dîlok (2), Aydın (1), Bursa (3), Denizli (1), Amed (1), Edirne (29), Eskişehir (1), Hatay (1), Isparta (2), Karaman (1), Kastamonu (1), Kayseri (1), Kocaeli (1), Manisa (1), Muğla (2), Ordu (1), Sakarya (1), Samsun (2), Tokat (1), Riha (1), Yalova (1), Stenbol (11), İzmir (2).
Pêvajoya hiqûqî
76 faîlên ku jin birîndar kirine hebûn. Tenê 3 faîl hatin girtin. Derbarê 54 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 9 kes hatine desteserkirin. Faîlek bi şertê kontrola edlî serbest bû. Çapemeniyê derbarê pêvajoya hiqûqî ya 6 faîlan de ti zanyarî neweşand.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Tebaxê de bi kêmanî 33 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 36 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Stenbol(1), Îdir(32)
Pêvajoya hiqûqî
8 faîl hebûn. Tenê 2 hatin girtin. Faîlek revî û 7 jî hatin girtin.






