Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Sibatê de bi kêmanî 37 jin û 3 zarok kuştin.
Saziyên çapemeniyê di meha Sibatê de ji bo mirinên 13 jinan gotine “mirinên bigûman”.
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatin
Antalya (2), Aydin, Êlih, Çorum, Hatay, Kastamonu, Kayseri, Kocaeli, Kutahya, Mûgla, Ordu, Sakarya.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 43 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li du zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî sê jin tacîz kirine.
Mêran di meha Sibatê de tecawiz bi kêmanî li jinekê kiriye, 34 jin neçarî karkeriya sekse kirin. Mêran bi kêmanî gefa kuştinê li 21 jinan xwarin.
Kuştin
Mêran di meha Sibatê de bi kêmanî 37 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 11 bû.
Mêran her weha bi kêmanî ji mêrên li ba jinan bûn jê sê kuştin.
Mêran digel biryara parastinê, herî kêm şeş jin kuştin. Du mêr ji gîrtîgehê bi destûr derketin û jin kuştin.
Jinên ku mêran ew di Kanûna Paşiyê de kuştin
Arzu Gül, Banu Uzun, Beste Ayşegül Y., Burcu Demir, Dilan Ö., Dilek Y., Dilan K. Eda Yiğit, Elif S., Emine Ülkü A., Gülhan K., Hacer T., Hatice A., Hatun Ekrem A., Katie Erorbay, Mine G., Muradiye Terzi, Nasım Gol K., İpek Akgül, Özlem Ç., Özlem Şımarık, Pınar B., Saliha Gizem, Sebahat G., Seda T., Selma A., Semra K., Sevda Kuş, Sevilay K., Suna G., Tuğba A., Tuna Ateşçi, Yasemin Ünlü, Zeliha G., Zeynep B., Zeynep Bilici P., Zozan Y.
Bajarên ku mêran ew kuştin
Edene (1), Semsûr (1), Antalya (1), Dîlok (1), Artvin (1), Aydın (1), Bartın (1), Burdur (1), Bursa (2), Çanakkale (1), Amed (1), Denizli (1), Duzce (1), Edirne (1), Xarpêt (1), Erzîrom (1), Hatay (1), Stenbol (12), İzmir (1), Sakarya (2), Samsun (2), Riha (2).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 13 jin, heft jin jî ji ber ku “bi deynî pere nedane” kuştine. Çapemeniyê “hêcata” kuştina 17 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 25 jin, bavan, neviyan an jî endamên malbatê yên din 9 jin û zavayê jinekê ew kuştiye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku du jin kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran bi çekên guleber 26 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 10 jin û jinekê jî bi bend xeniqandiye.
Mêran 16 jin li kolan, daristan ango qadên civakî, 21 jin jî li nava malan kuştin.
Pêvajoya hiqûqî
35 faîl hebûn ku jin kuştin. Bi tenê 14 faîl hatin girtin. Heft faîlan xwe kuştin. Bi kêmanî 8 faîl hatin desteserkirin. derbarê sê faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin û sê faîl jî revîne.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Sibatê de 3 zarok kuştin. Par di mehan mehê de ev hejmar çar bû. Du zarok bavê wan, zarokek xizmê wê/wî ew kuşt. Mêran zarok bi çekên guleber kuşt.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Semsûr (1), Hatay (2)
Zarokên ku mêran ew kuştine
Kerim, Azat, Mustafa A.
Pêvajoya hiqûqî
Du faîl hebûn ku zarok kuştine. Her du jî hatin girtin.
Tacîz
Mêran di meha Sibata 2024an de herî kêm tacîz li sê jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar yek bû.
Mêran sê jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine. Ji tacîzan yek sistematik bû.
Mêran jin li qadên weke kolan, şeqam û markêtê tacîz kirine.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku tacîz li du jinan kirine nas e an ne nas e. jinekê rêvebirê dibistanê ew tacîz kiriye.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Stenbol (1), Burdur (1), Mereş (1)
Pêvajoya hiqûqî
Sê faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Jê yek hat girtin, yek ji dibistanê hat dûrxistin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsiye.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Sibatê de îstîsmar bi kêmanî li 2 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de dîsa du bû.
Mêran zarok li qadên derveyî malê îstismar kirine. zarokek patronê wê û yek jî doktor ew tacîz kiriye.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Edîrne(1), Zongûldak (1)
Pêvajoya hiqûqî
Du faîl hebûn ku herdu jî hatin girtin.
Êrîşa zayendî/Tecawiz
Li gorî daneyên di çapemeniyê de hatine nivîsîn, mêran di meha Sibata 2024an de tecawiz li jinekê kir. Par heman mehê ev hejmar dîsa yek bû.
Xwediyê kar yê wê jinê tecawiz li wê kir. Mêran di nava malê de tecawiz kir.
Bajarên ku mêran lê tecawiz li jinan kir
Amed (1)
Pêvajoya hiqûqî
Faîlek hebû ku ew jî hat girtin.
Tundkarî/Birîndarkirin
Mêran di meha Sibatê de bi kêmanî 43 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 40 bû. Bi kêmanî şeş jin bi giranî birîndar bûn û ew birin nexweşxaneyan. Digel biryarên parastinê jî mêran sê jin birîndar kirin.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kir
Edene, Semsûe, Bursa, Amed (2), Edirne (29), Isparta (1), İstanbul (4), İzmir (1), Kocaeli (1), Mersin (1), Muğla (1).
Hevjîn, hevjînê berê/destgirtiyê bi kêmanî 31 jinan, jinekê xizmê nexweş, du jin kur û birayê wan ew birîndar kirin. Çapemeniyê nenivisiye bê ka mêr û 10 jinên mêran tundkarî li wan kiriye çî yê hev in.
Mêran, ji ber “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 12 jin birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran 31 jin ji ber çi birîndar kirin.
Mêran derb li 37 jinan xistin û birîndar kirin. Bi kêr û yên mîna wan jî jinek birîndar kirin. Mêran agir bi xaniyê jinekê xistin û jinek jî bi çeka guleber birîndar kir. Çepemeniyê nenivîsiye bê ka mêran çawa ango bi çi jin birîndar kirine.
Mêran li nava malan 21 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 12 jin birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsî bê ka mêran li ku jin birîndar kirin.
Pêvajoya hiqûqî
Bi kêmanî 40 mêrên faîl hebûn. Bi tenê sê ji wan hatin girtin. Çapemeniyê ji bo pêvajoya hiqûqî ya sê faîlan gotiye “revine”. Çar faîlan xwe kuştin. Derbarê 16 faîlande lêpirsîn hat destpêkirin. Çapemeniyê derbarê pêvajoya hiqûqî ya bi kêmanî 14 faîlan de ti zanyarî neweşand.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Sibatê de bi kêmanî 34 jin neçarî karkeriye seksê kirin. 24 ji wan ne welatiyên Tirkiyeyê bûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Stenbo (22), Mersin (6), Osmaniye (1), Şirnex (3), Tekirdağ (2).
Pêvajoya hiqûqî
31 faîl hebûn ku jin neçarî karkeriya sekse kirin. 23 faîl hatin girtin, 8 faîl desteser kirin.
(EMK/AY-FD)