Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahiyên bianetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kirîn mêran di meha Sibatê de, herî kêm 23 jin û mêrek kuştine.
Jinek ji van penabereke iraqî, yek filistînî, yek jî efxanî bûye. Mêran di Sibata 2019ê de herî kêm tecawiz li du jinan, herî kêm taciz li şeş jinin kirine.
Mêran di heman mehê de istismara cinsî li 15 zarokên keç kirine, herî kêm 25 jin birîndar kirine. Bi darê zorê karê seksê herî kêm li 62 jinan kirine.
Mirina du jinan (Enqere-Aydin) di çapemeniyê de weke mirinên “biguman” hatine nivîsandin. Mêran gefa kuştinê li du jinan xwarine.
Bûyera kuştina sê jinan di çapemeniyê de weke “kuştinên failên wan ne diyar” hatine nivîsandin. Di Sibata 2019ê de derket holê ku kesê Shakila Qudusi (38) ya efxanî û zarokên wê Navid (8) û Maryam (3) di meha 27ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê de kuştiye, mêrê wê A. Q. yê 28 salî bûye.
Mêran xwestiye ku du jinan bikujin. Bûyer li Stenbol û Bûrsayê çêbûne û xetereya li ser jinan berdewam dike.
Kuştin
Mêran di Sibata 2019ê de herî kêm 23 jin û du mêr kuştine.
Mêran di Sibata 2018ê de herî kêm 25 jin û du zarokên keç kuştibû.
Jinên ku mêran ew kuştine ev in:
Ayten B., Alev Yıldırım, Aynur C., Dilek Çakmak, Döndü Şengül, Feruzan A., Fidan Güngör, Güllü Akkuyu, Meryem B., Mesude Haşim, Nesrin Biray, Nilüfer Kaya, Özden Şahin, Özlem Göçer, Rabia Tümkaya, Kübra Aşkın, Saja Jamel Mansur, Selin Çulha, Semra Yaprak, Siwar K., Songül G., Sultan D., Tuğçe T.
Bajarên ku jin lê hatine kuştin ev in:
Edene (1), Enqere (2), Dîlop (4), Bolu (1), Burdur (1), Bursa (3), Amed (1), Hatay (2), İzmir (1), Kocaeli (1), Kutahya (1), Manisa (1), Mersin (2),Sakarya (1), Tokat (1),
Mêran ji ber ku daxwaza “veqetandinê kiriye an jî nexwestiye li mêran werin” heft jin kuştine. Mêran jinek bi sedema ku “civakîbûna wê” jinek, ji ber nîqaşa “mîrateyê” çar jin, bi sedema “hesûdiyê” jinek kuştiye. Mêran piştî rapêçkirinê jinek kuştine. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin ku mêran bi çi sedemê neh jin kuştine.
Mêran 11 jin li malê, heşt li qadên civakî (daristan, kuçe, li ber malê, li şîrketa kargoyê)kuştiye. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin ku mêran çar jin li ku kuştine.
Hevjînên neh jinan, hevjînên kevn ên çar jinan, zavayê du jinan, hevjînên xizmên wan du jin, bavê jinekê, birayê jinekê, xizmê hevjînê wê jinek, çar kesên nenas du jin, du cîranên jinekê ew kuştine.
Mêran 13 jin bi çekên guleber, şeş jin jî bi kêran kuştine. Du jin fetisandine. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin ku jin bi çi awayî hatine kuştin.
Pêvajoya Hiqûqê Di meha Sibatê de 30 mêran jin kuştine. Neh ji wan hatine desteserkirin. Heft ji wan serbest bûne, yek jî di encama kontrola edlî de serbest maye. Di çapemeniyê de ji bo du mêran hatiye gotin ku “teslîm bûye”, ji bo du mêran hatiye gotin ku “hatiye girtin”, ji bo yekî jî hatiye gotin ku “reviya ye”. Çar fail hatine girtin. Yekî xwe kuştiye. Di çapemeniyê de behsa rewşa hiqûqî ya yekî nehatiye kirin. |
Tecawiz
Mêran di Sibata 2019ê de herî kêm tecawiz li du jin kirine. Par di meha Sibatê de mêran herî kêm tecawiz li neh jinan kiribû. Jinek ne ji Tirkiyeyê bûye.
Bajarên ku tecawiz li wan çêbûye:
Çanakkale (1), Muğla (1)
Jinekê mêrê ku tecawiz lê kiriye nes nedikir, du cîranên jinekê xwestiye tecawiz lê bikin.
Bûyereke tecawizê li malê, yek jî li nava ferîbotê çêbûye.
Pêvajoya hiqûqî Failên bûyerên tecawizê sê jin bûne. Failek hatiye desteserkirin, yek serbest maye, yek jî hatiye girtin. |
Karê seksê yê bi zorê
Mêran di meha Sibatê de bi darê zorê karê seksê li 62an kiriye. Di Sibata 2018ê de ev hejmar 147 bûye.
Bajarên karê seksê lê hatî kirin:
Antalya (3), Dîlok (1), Stenbol (56), Mersin (1), Tekirdağ (1)
57 jinên ku karê seksê bi wan hatiye kirin ne welatiyê Tirkiyê bûne. Sê jê ozbekî bûne. du jê tirkiyeyê bûne.
Pêvajoya hiqûqî
Bi giştî 54 fail hebûn. 48 ji wan hatine girtin. Şeş ji wan serbest mane. Jêpirsîna 20an ji wan li midûriyeta emniyetê berdewam kiriye, di çapemeniyê de encam nehatiye nivîsandin.
Taciz
Di meha Sibatê ya 2019ê de mêran herî kêm taciz li şeş jinan kiriye. Di meha Sibatê ya 2018ê de mêran ya kêm taciz li heft jinan kiribû. Di bûyerên tacizê de; jinek bi medyaya civakî hatiye tacizkirin, pênc jin jî bi gotinan hatine tacizkirin.
Du jinên ku taciz li wan hatiye kirin tacizkar nas nedikirin. Mêrê xuşka jinekê, polîsekî, birêvebirê nexweşxaneyekê taciz li jinan kiriye.
Bajarên ku lê taciz hatiye kirin:
Enqere (1), Artvin (1), Stenbol (1), İzmir (2), Manisa (1)
Pêvajoya hiqûqî
Şeş mêran taciz kiriye. Qeyda sûcdariyê ya polîsekî û birêvebirê nexweşxaneyekê nehatiye nivîsîn. Lêpirsîn li ser failekî hatiye kirin. Du fail hatine desteserkirin. Qeyda sûcê taciza zayendî ya failekê ji beriya bûyerê jî hebûye.
Îstîsmara Zarokan
Mêran herî kêm li 15 zarokên keç îstîsmara cînsî kiriye. Mêran par di heman mehê de, îstismara cinsî li 18 zarokêên keç kiribûn.
Du mêrên ne nasên zarokan, xwediyê dikaneka zarok wek bikir çûye dikana wî û mêrekê li medyaya civakî zarokek nas kirî îstismar li zarokan kiriye.
Îstismara cinsî li 11 zarokên keç li dibistanan hatiye kirin.
Bajarên ku îstîsmara zarokan lê hatiye kirin ev in:
Aydın (1), Bursa (10), Isparta (1), İzmir (1), Kocaeli (2)
Pêvajoya hiqûqî
Heşt mêran taciz li zarokên keç kirine. Du mêr hatine desteserkirin. Du fail hatine girtin. sê fail ji bo girtîgehan hatine şandin. Qeyda sûcê îstismara cinsî ya mêrekî ji beriya bûyerê jî hebûye.
Tundkarî-Brîndarkirin
Mêran ya kêm 25 jin brîndar kirine, tundkarî li wan kirine. Di Sibata 2018ê de ev jimar ya kêm 28 bû. Jinek trans bûye. Sê jin ne welatiyên Tirkiyeyê bûne, jinek welatiya Ukraynayê û jinek jî welatiya Brîtanyayê bûye. Nehatiye zanîn ka jina sêyem ji kîjan welatî ye.
Mêran di du bûyeran de tûndkarî li kûçikên li nik jinan jî kirine. Birînên sê jinên birîndar giran bûne.
Li Sêrtê H.S.yê 54 salî tûndkarî li jina xwe kiriye. Keça wan S.S.ya 16 salî bi demanceyê bavê xwe kuştiye.
Bajarên ku tundkariya mêran lê rûdaye ev in:
Adana (1), Afyon (1), Antalya (4), Bursa (1), Çorum (1), İstanbul (8), Kilis (1), Kütahya (1), Muğla (1), Niğde (1), Sakarya (1), Siirt (1), Trabzon (1),Zonguldak (2)
Heft mêrên jinan ew nas nedikirin tûndkarî li wan kiriye. Ya kêm mêrê heşt jinan tûndkarî li wan kiriye. Yarê çar jinan, birayê jinekê û mêrê jinekê yê bi zewaca dînî pê re zewicî tûndkarî li wan kiriye.
Mêran 25 jin hingavtine. Piştî hingavtinê 2 jin bi kêran birîndar kirine. Pênc jin ji beriya ku bêne hingavtin bi awayekê sîstematîk îşkence li wan hatiye kirin.
Mêran ya kêm li mala 13 jinan tûndkarî li wan kiriye. Ya kêm li cihên wek kolan, bazar ên civakî tûndkarî li 10 jinan kiriye.
Jineka welatiya Brîtanyayê ji ber ku mêrê wê tûndkarî lê kiriye terka Tirkiyeyê kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
Ji bo mêrekî biryara jê-dûr-xistinê hatiye dayin. Mêrekî tûndkarî li jina xwe kiriye keça wî ew kuştiye. Pênc mêrên fail hatine girtin. Polîsan heft mêr desteser kirine. Ya kêm li ser sê mêran qeyda fermî nehatiye nivîsîn.
(EMK/MB/FD)
*İnfografi: Yagmur Karagoz