
Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Sibatê de bi kêmanî 22 jin û zarokek kuştine.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 43 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 14 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 9 jin tacîz kirine. Her weha mêran di meha Sibatê de 168 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Saziyên çapemeniyê di meha Sibatê de ji bo mirinên 42 jinan û 14 zarokan gotine “mirinên bigûman” e.
Ji bo hemû raporên tûndkariya mêran yên bianetê bitikîne
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Afyon (1), Amasya (1), Enqere (1), Antalya (3), Dîlok (1), Aydın (1), Balıkesir (1), Êlih (1), Bursa (1), Çorum (1), Denizli (1), Amed (2), Duzce (1), Eskişehir (1), Giresun (1), Stenbol (4), Isparta (1), İzmir (3), Karabuk (1), Kayseri (1), Kastamonu (1), Mereş (2), Mêrdin (1), Muğla (2), Nevşehir (1), Rize (1), Samsun (1), Sêrt (1), Sinop (1), Tokat (1), Riha (1), Yalova (1)
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Aydın (1), Bolu (1), Amed (1), Hatay (2), İzmir (2), Manisa (1), Mereş (1), Mardin (2), Tekirdağ (1), Trabzon (1), Riha (1).
Kuştin
Mêran di meha Sibatê de bi kêmanî 22 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 17 bû.
Jinên ku mêran ew di Sibatê de kuştin
Alev Koç, Azize C., Aylin P.D., Aysun İmam, Beyzanur U.C., Cemile Yıldırım, Ceren Işık, Emine Ö., Emine Yusuf, Filiz Ş., Gönül A., Gül Seher Göksan, Gülten Ü., İlknur Kor, Kadriye A., Nurcan Bozyel, Nuran Çakaloğlu, Özlem A., Saliha T., Selma Y., Songül H., Zeynep Avaz
Bajarên ku mêran ew lê kuştin
Adana (1), Aksaray (1), Ankara (3), Antalya (2), Antep (1), Aydın (2), Hatay (1), İstanbul (2), Iğdır (1), Kocaeli (1), Manisa (1), Maraş (1), Muğla (1), Osmaniye (1), Sakarya (2), Van (1).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 5 jin kuştin e. Her weha çapemeniyê “hêcata” kuştina 17 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 14 jin kuştine. Endamên malbatê yên weke bav/kur 3 jin kuştine. 4 jin heval ango hevalên wan ên kar ew kuştine. Dizek jinekî kuştiye.
Mêran 14 jin li nava malan, 8 jin jî li qadên derveyî malan kuştine. Mêran bi çekên guleber 12 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 6 jin kuştine. Mêran çar jin bi fetisandinê kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 30 faîl hebûn ku jin kuştine. 25 faîl hatin girtin. 3 faîl hatin desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî a du faîlan nenivîsiye.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Sibatê de herî kêm zarokek kuştin. Zarokek bavê wê ew kuşt ku ji girtîgehê derketibû.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Enqere (1)
Pêvajoya hiqûqî
Faîlek hebûn ku zarok kuştiye. Faîl xwe kuşt.
Tacîz
Mêran di meha Sibata 2026an de herî kêm tacîz li 9 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 8 bû.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxane tacîz li 8 jinan kirine. Li nava malan jinekê tacîz kirine.
Du jin hevalên wan, jinekê muzîkjen, jinekê esnaf tacîz lê kiriye.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku tacîz li 5 jinan kirine nas e an ne nas e.
Mêran 9 jin jî bi devkî û fîzîkî tacîz kiriye.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Aydın (2), Edirne (1), İstanbul (4), Kocaeli (1), Samsun (1)
Pêvajoya hiqûqî
10 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Derbarê 6 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin, du faîl hatin girtin.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Sibatê de îstîsmar bi kêmanî li 65 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de dîsa 5 bû.
Mêran li qadên derveyî malan yên weke dibistan û qursa qur’anê îstismar li 63 zarokan kirin. Li nava malan jî îstismar li du zarokan kirine.
55 zarok dersdêrê wan, du zarok bavê wan, ew îstismar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku herî kêm 8 zarok îstismar kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran lê îstismar li zarokan kirine
Antalya (1), Aydın (1), Bursa (2), Giresun (1), İstanbul (4), Kocaeli (50), Muğla (1), Sakarya (2), Trabzon (1), Riha (1), Zonguldak (1)
Pajêvoya hiqûqî
67 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. 58 faîl hatin girtin. 2 faîl hatin desteserkirin. Du faîl serbest bûn. Faîlek revî. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî a 4 faîlan nenivîsiye.
Êrîşa zayendî / Tecawiz
Li gorî daneyên ku di meha Sibatê de di çapemeniyê de hatine belavkirin, mêran tecawiz li jinekê kirine.
Du mêrên hevalên jinekê tecawiz lê kirine.
Bajarê ku mêran tecawiz li jinekê kirine
Hatay (1).
Pêvajoya Hiqûqî
Du faîl hebûn. Her du jî hatin girtin.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Sibatê de bi kêmanî 43 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 51 bû.
Herî kêm 6 jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Bi kêmanî 28 jin hevjîn, hevjînê berê û destgirtiyê wan ew birîndar kirine. Sê jin xizmên wan ên mêr, 4 jin hevalên wan yên kar, du jin doktor û esnaf ew birîndar kirine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku herî kêm 6 jin birîndar kirine nas e an ne nas e.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 16 jin birîndar kirin. Mêran jinekê ji ber xespê û du jin jî ji ber hesûdîtiyê birîndar kirine. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 24 jinan nenivîsiye.
Mêran derb li 32 jinan xistin û birîndar kirin. 7 jin bi çekên guleber birîndar kirin. Her weha 3 jin bi amûrên birînê birîndar kirine. Mêran jinekê bi şewitandinê birîndar kiriye.
Mêran li nava malan 20 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 23 jin birîndar kirin.
Bajarên ku mêran tûndkarî lê li jinan kirine
Adana (1), Aksaray (3), Antalya (1), Dîlok (2), Bartın (1), Bursa (2), Çanakkale (2), Denizli (1), Dersim (1), Amed (1), Edirne (11), Elezîz (1), Erzîrom (1), İstanbul (6), İzmir (1), Meletî (1), Muğla (1), Nevşehir (1), Trabzon (1), Riha (1), Zonguldak (1)
Pêvajoya hiqûqî
43 faîl hebûn ku jin birîndar kirine. Tenê 4 faîl hatin girtin. Derbarê 23 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 10 kes hatine desteserkirin. Du faîlan xwe kuşt. Faîlek revîye. Çapemeniyê ji bo rewşa 3 faîlan jî tiştek nenivîsiye.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Sibatê de bi kêmanî 168 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 110 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn. Ji wan 33 jin welatiyên Tirkiyeyê nebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Balıkesir (3), Burdur (7), İzmir (13), Muğla (14), Sakarya (14), Riha (58),Uşak (59)
Pêvajoya hiqûqî
82 faîl hebûn. Hemû jî hatin girtin.
(EMK/AY)







