
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 31ê Kanûna Pêşiya 2025an de herî kêm 299 jin û 64 zarok kuştine.
Di sala 2025an de trans jî di nav de çapameniyê ji bo mirina herî kêm 471 jinan gotiye “bi guman e”.

Înfograf û videoya rapora tûndkariya mêran di weşanê de ye
Ji bo hemû raporên tûndkariya mêran yên bianetê bitikîne
Kuştin
Mêran di sala 2025an de herî kêm 299 jin kuştine. Her weha ji wan jinan herî kêm 6 jê koçber bûne.
Navê jinên koçber yên mêran ew kuştine
Mêran, jin li ku kuştine?
Mêran 196 jin li nava malan, 101 jin li cihên derveyê malan yên weke otel, cîhê kar, daristan, nexweşxane, kuçe û kolanan kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye ku mêran du jin li ku kuştine.
Kê jin kuştine?
Di sala 2025an de hezkirî, hevjînê berê, destgirtî û hevjîn 195 jin kuştine. Endamên malbatê yên weke nevi, kur û bav 58 jin kuştine. 9 jin zavayê wan ew kuştine. 10 jin cîranê wan û 9 jin jî heval û hevkarê wan ew kuştine. Se jin xwediyê kar, du jin dizan û jinekê jî çawişê pispor ew kuşt. Çapemeniyê nenivisiye bê ka mêrên ku 12 jin kuştine nas an ne nas e.
Mêran jin çawa/bi çi kuştine?
Mêran 201 jin bi çekên gulexwar kuştine. 68 jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine. Di sala 2025an de mêran 29 jin bi lêdanê, fetisandinê, şewitandinê kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka meran herî kêm jinekê çawa kuştine.
Mêran jin bi çi “hêcetî” kuştine?
Mêran di sala 2025an de 122 jin ji ber ku “xwestine cihê bibe”, “nexwestine li hev bên” û “daxwaza zewicandinê qebûl nekirine” kuştine. Herî kêm 5 jin ji ber “hesûdiyê”, 5 jin ji ber xespê kuştine. Her weha çapemeniyê “hêceta” kuştina 167 jinan nenivîsiye.
Pêvajoya hiqûqî
Di sala 2025an de 344 faîlên mêr yên ku jin kuştine hene. Ji wan tene 227 faîl hatine girtin. Faîlek serbest bû. 46 faîl hatin desteserkirin. 57 faîlan xwe kuştin. 12 faîl revîn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya herî kêm faîlek nenivîsiye.
Bajarên ku mêran jin lê kuştine
Adana (14), Semsûr (2), Afyon (6), Agirî (4), Aksaray (3), Amasya (2), Ankara (14), Antalya (6), Ardahan (0), Artvin (0), Aydın (4), Balıkesir (3), Bartın (1), Êlih (0), Bayburt (0), Bilecik (2), Çewlîg (0), Bedlîs (0), Bolu (1), Burdur (0), Bursa (6), Çanakkale (3), Çankırı (2), Çorum (3), Denizli (5), Amed (15), Düzce (0), Edirne (4), Xarpêt (1), Ezirgan (0), Erzîrom (2), Eskişehir (2), Dîlok (10), Giresun (3), Gümüşhane (0), Colemêrg (0), Hatay (7), Idir (2), Isparta (1), Stenbol (46), İzmir (16), Kahramanmaraş (3), Karabük (4), Karaman (2), Qers (3), Kastamonu (2), Kayseri (9), Kırıkkale (2), Kırklareli (3), Kırşehir (2), Kilis (0), Kocaeli (6), Konya (8), Kütahya (1), Meletî (4), Manisa (5), Mêrdin (2), Mersin (8), Muğla (5), Mûş (2), Nevşehir (0), Niğde (0), Ordu (0), Osmaniye (3), Rize (0), Sakarya (1), Samsun (7), Sêrt (2), Sinop (0), Sêwas (0), Riha (5), Şirnex (2), Tekirdağ (5), Tokat (2), Trabzon (2), Dêrsim (0), Uşak (1), Wan (1), Yalova (1), Yozgat (1), Zonguldak (5)
Di sala 2025an de çapemeniyê li van bajaran bûyerên kuştina jinan nenivîsiye: Artvin, Êlih, Bayburt, Çewlîg, Bedlîs, Burdur, Duzce, Erzingan, Gümüşhane, Colêmêrg, Kilis, Nevşehir, Niğde, Ordu, Rize, Sinop, Sêwas, Dêrsim.
Tundkarî û birîndarkirin
Mêran di sala 2025an de bi kêmanî 724 jin birîndar kirine. Di nava jinan de gelek trans û LGBTÎ+ jî hebûn.
Kê jin birîndar kirin?
Hevjîn û destgirtiyan herî kêm 486 jin birîndar kirine. 59 jin endamên malbatê en weke bav, bira û kur birîndar kirine. 14 jin heval û hevkarên wan, 4 jin xwediyê xanî, du jin xizmê nexweş, 18 jin cîranê wan ew birîndar kirine. 17 jin dersdêrê werzîşê, diz seyaqê teksiyê ew birîndar kirin. Trans jî di nav de 11 jin polîsan ew birîndar kirine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 159 jinên ku mêran ew birîndar kirine hev nas dikin an na.
Mêran jin bi çi / çawa birindar kirin?
Mêran bi çekên gulebar 59 jin, bi kêr û yên mîna wan 61 jin birîndar kirin. Mêran derb li 588 jinan dan û ew birîndar kirin. Mêran 16 jin bi şewitand û fetisandinê birîndar kirine.
Mêran jin li ku birindar kirin?
Mêran 416 jin li nava malan, 289 jin li derveyî malan birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran 21 jin li ku birîndar kirin.
Pêvajayo hiqûqi
668 faîl hebûn ku jin birîndar kirine. Bi tenê 93 mêr hatin girtin. Bi kêmanî 88 faîl hatin desteserkirin. Çapemeniyê ji bo pêvajoya hiqûqî ya 26 mêran gotiye, revîne. 24 faîlan xwe kuştin. Derbarê 268 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 25 faîl serbest bûn. Cezayê jêdûrxistinê û pere li 8 faîlan hat birîn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 136 faîlan nenivîsiye.
Bajarên mêran jin lê birîndar kirine
Adana (20), Semsûr (2), Afyon (3), Agirî (0), Aksaray (11), Amasya (0), Ankara (23), Antalya (16), Ardahan (0), Artvin (0), Aydın (7), Balıkesir (4), Bartın (3), Êlih (4), Bayburt (0), Bilecik (3), Çewlîg (1), Bedlîs (0), Bolu (3), Burdur (5), Bursa (22), Çanakkale (4), Çankırı (1), Çorum (1), Denizli (4), Amed (11), Düzce (1), Edirne (237), Xarpêt (2), Erzingan (0), Erzîrom (4), Eskişehir (6), Dîlok (8), Giresun (1), Gümüşhane (1), Colemêrg (0), Hatay (5), Idir (1), Isparta (2), İstanbul (140), İzmir (20), Mereş (2), Karabük (0), Karaman (5), Qers (0), Kastamonu (1), Kayseri (12), Kırıkkale (0), Kırklareli (2), Kırşehir (1), Kilis (0), Kocaeli (16), Konya (14), Kütahya (5), Meletî (0), Manisa (5), Mêrdin (2), Mersin (0), Muğla (10), Muş (2), Nevşehir (6), Niğde (0), Ordu (2), Osmaniye (1), Rize (1), Sakarya (5), Samsun (25), Sêrt (0), Sinop (0), Sêwas (1), Riha (7), Şirnex (3), Tekirdağ (5), Tokat (1), Trabzon (3), Dêrsim (1), Uşak (3), Wan (1), Yalova (2), Yozgat (1), Zonguldak (3).
Di sala 2025an de çapemeniyê li van bajaran bûyerên tûndkariyê nenivîsiye: Agirî, Amasya, Erdexan, Artvîn, Bayburt, Bedlîs, Erzîngan, Colemêrg, Karabûk, Qers, Kirikkale, Kilîs, Meletî, Mêrsîn, Nîgde, Sêrt, Sînopê
Di sala 2025an de çapemeniyê li van bajaran çi bûyerên tûndkarî û kuştinê nenivîsiye: Erdexan, Artvîn, Bayburt, Bedlîs, Erzingan, Colemêrg, Kilîs, Nîgde, Sînopê.
Kuştina Zarokan
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2025an û 31ê Kanûna Pêşiya 2025an de herî kêm 64 zarok kuştine.
Di nav zarokên ku hatine kuştin de yên ku bi salên zarokî hatine zewicandin jî hebûn.
Kê zarok kuştine?
Li gorî zanyariyên ku bianetê ji çapemeniyê berhev kirîye endamên malbatê yên weke bav, bira, xizm û pismam 34 zarok kuştine. Zarokek tamîrkar kuştiye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrên ku 16 zarok kuştine nas e an ne nas e.
Mêran zarok bi çi ango çawa kuştine
Mêran 36 zarok bi çekên guleber û 9 zarok bi amûrên weke kêr û birekê, kuştine. Her weha mêran 12 zarok jî bi lêdanê û keviran kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran 7 zarok bi çi ango çawa kuştine.
Pêvajoya hiqûqî
Di sala 2025an de herî kêm 65 faîl hebûn ku zarok kuştine. Tene 35 faîl hatine girtin, 5 faîlan xwekuştine. 12 faîl hatin desteserkirin. 5 faîl serbest bûn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 8 faîlan nenivîsiye.
Êrişa Zayendî / Tecawiz
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê li Tirkiyeyê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2025an û 31ê Kanûna Pêşiya 2025an de tecawiz li 16 jinan kirine.
Kê tecawiz li jinan kiriye?
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 7 mêrên ku tecawiz li çar jinan kiriye nas e an ne nas e. 4 jin cîranê wan, jinekê mela, jinekê polîs û 4 jin jî xizmê wan tecawiz li wan kirine.
Mêran li ku tecawiz li jinan kirine?
Mêran tecawiz li nava malan li 5 jinan, li derveyê malan jî li 9 jinan kirine.
Pêvajoya hiqûqî
21 mêrên fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Bi tenê 7 faîl hatine girtin. 7 faîl hatin desteserkirin. 3 faîl serbest bûn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsiye ji bo faîlek jî gotiye lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Tacîz
Mêran di sala 2025an de de herî kêm tacîz li 201 jinan kirine. Di nava jinên ku tacîz lê hatine kirin de jinên koçber jî hebûne.
Kê tacîz li jinan kirine?
Di sala 2025an de polîs, gardiyan, kurya û hîndekar herî kêm tacîz li 128 jinan kirine. Herî kêm 17 jin cîranên wan tacîz li wan kirin e. Her weha çapemeniyê nenivisiye ku mêrên ku tacîz li 97 jinan kirine nas e an ne nas e.
Mêran li kîderê jin tacîz kirine?
Mêran 53 jin li nava malan, 148 jin jî li derveyî mal tacîz kirine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 242 mêrên fail hebûn ku tacîz li jinan kirine. Bi tenê 25 faîl hatine girtin.
Îstismara zarokan
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê li Tirkiyeyê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2025an û 31ê Kanûna Pêşiya 2025an de zarokên kur jî di nav de 265 zarok îstismar kirine.
Kê îstismar li zarokan kirine?
Herî kêm 10 zarok bav, xal û endamên din ên malbatê ew îstismar kirine. Dersdêr, melayê kursa qur’anê, dersdêrê muzîkê, xebatkarê dibistanê yên weke wan 176 zarok îstismar kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka kê îstismar li 79 zarokan kiriye.
Mêran li ku îstismar li zarokan kirine?
Mêran li qadên derve yên wek dibistan, qursa qurenê, salona werzîşê, park û kolanê îstismar li 236 zarokan kiriye. Mêran îstismar li nava malan li 23 zarokan kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku îstismar li 6 zarokan kirine.
Pêvajoya hiqûqî
278 faîl hebûn ku zarok îstismar kirine. Tene 64 faîl hatine girtin.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di sala 2025an de herî kêm 1168 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Di nav wan de zarokên ku temenên wan di bin 18an de ne jî hebûn.
Pêvajoya hiqûqî
516 mêrên faîl hebûn ku jin neçarî karkeriya seksê kirin. Bi tenê 117 faîl hatin girtin.
Navên jinên ku mêran ew di sala 2024an de kuştin e
Kanûna Paşîn: Aysun Y., Ayşe Ç., Burcu Seymen, Canfeda T., D.K., Derya Kozan, Emine Gündüz, Fatma Elif Kutlu, Fatma K., Fatma T., Fatma İnce, Gamze Alır, Gülizar A., Gülnaz A., Hale El şıh İ., Hatice G., Hazal A., Hüsnü T., Latife K., Melisa Ç., Meryem D., Nurgül K., Pınar Z., Semiha T., Sevgi E., Shaxnoz L., Türkan F., Ummuhan K.
Sibat: Aynur İ., Behiye T., Beyza Akdoğan, Buket K., Dilek Şen, Fatma Ş., Fener A., Gülcan A., Hatice Çelik, Leeqa Azemi, Necla Özbiber, Ruha Dabul, Sibel G., Selma Yalçın, Seher Güzide, Şadiye Aydın, Servet Nur Şahin.
Adar: Cansever S., Damla Bakiler, Dilan A., Fatma Kara, Fatma Y., Fikriye A., Fikriye Turgut, Gülnur A., Halime A., Hatice Göktaş, Hatice Kış, Havva A., Havva Y., Merve Nur Yararlık, Nazan Deniz Bakiler, Nesibe E., Nesrin P., Ö.K., Sabriye Törköz, Sevcan Demir S., Sevcan Y., Sultan U., Şeyma Gökçe, Valentina Gurgenadze.
Nîsan: Ayşegül B., Aysun Candan, Bahar Tunalu, Betül A., Beste K., Deniz Oktay, Elif C., Emine A., Gülay I., Hanna D., Hatice A.B., Hatice K., Hatice Ünlü, Hazal M., Hüsne H., Kader Küçükosman, Melike G., Nazmiye B., Nazmiye U., Pınar A., Rabia Ş., Selen Sakın, Sevda G., Sevilay Y., Şenaye A., Şerife K., Sinem Çesim, Süreyya A., Vasılahon Usmanova, Yazgülü Coşkun, Zeliha Çimibuk, Zeliha K., Zeliha Y., Zennur A., Zeynep S., Zöhre Yıldırım.
Gulan: Adalet M., Aysel S., Asiye B., Bahar Aksu, Deniz Karakaya, Dilruba Elif Çetin, Diyana M., Elmas Ç., Eser Karaca, Esengül Kaya, Fatma Y., Gülseren Kurtman, Hatice Ç., Hatice Yalman, Hatun Ç., Kadriye Abak, Kudret Polat, Neriman Onur, Nura Zemzem, Rana Çavuş Gökçin, Safiye D., Saliha K., Şevval Çiftçi, Yeter A., Yonca Çavuş, Zeynep Z.
Hezîran: Elif Nur Tüfekçi, Emir K., Feryal İ., Gülizar Yıldız, Hatice C., Hüsniye M., Leyla D. , Müyesser Kızıloluk, Oya Budak, Sebahat A. , Yaprak Türk , Yasemin B. , Zukaa Mahmoud, Şerife E.
Tîrmeh: A.İ., Ayşe Tokyaz, Aygül Ç., Belkıs Keskin, Demet Akarsu, Devrim S., Dinara Alya U., Emine C., Eylem Y., Fati Asan, Havva Y., Helin Eren, İlayda Alkaş, Kader K., Kezban Demirci, Meliha K., Merve V., Muattar Alıeva, Nazife A., Nazlı Ç., Nazmiye K., Nurcan Özkul, Özlem B., Özlem Ö., Selda K., Semra Çelik, Sevda Türker, Shabana Solaıman K., Sibel N., Songül B., Teslime Ç., Türkan Söylemez
Tebax: Ayten A., Burcu D., Cevahir İnan, Didem Ö.A., Eşe Adamhasan, F.K., Fatıma Rahmani, Gonca A., Kadriye E., Kezban Süne, Najiba İ., Nazlı D., Nazlı S., Neşe K., Nıgına Sattarova, S.A., Semra D., Sevi̇ Yandık, Sevgül U., Sinem S., Songül Perçem, Tuğba S., Çiğdem K.
Îlon: Azime Ö., Ayşe K., Ayşegül Çankaya, Başak G., Bülbül Ö., Durgül S., Dursune B., Gülşah G., Elvin Karadeniz, Emine K., Fadik P., Fatma G., Gülşah K., Hafie G., Hanım Biçer, İpek Genç, Jawhara Aboucheikh, Kübra Karadeniz, Leyla Ş., Melek Kişen, Müesser Ü., Selin Angun, Zeynep M., Züleyha E.
Cotmeh: Aysel Karakoç, Belgin A., Binnur G., Burçin Rezak A., Ebru Kaya, Fatma Funda Görkem, Gülben Duru, Gülhanım B., Gülistan Görkem, Hakkı Eren, Hasiba A., Hilal B., İlknur Kertlez, İzade T., Keziban P.A, Meliha Keskin, Mine A., Muradiye Gökmen, Nilay Kotan, Serpil G., Suzan E., Şennur Ç.
Mijdar: Arzu Khalılova, Aydan Vural, Berna Kaya, Büşra K., Ebru Kekilli, Emine Ç., Fatma G., Feride S., Firdevs A., İlknur T., İsmet B., M.M., Melisa Kölekçi, Meryem Ş., Münire Y., Nermin Tirit, Nuran Şimşek, Nurselen G., Rabia A., Rümeysa Sanpur, Selvi Kavas, Sümeyye Y., Türkan Demirci, Yasemin Bulut, Zehra Ö.
Kanûna Pêşîn: Aynur Erkenci, Ayşe K., Deniz Şişman, Duygu Tepebaş, Emine A., Eser E., Fadime Y.G., Fatma Ç., Gülhan B., Gülhan Taş, Hilal Aktepe, İmhan S., Kadriye K., Künra A., Melek Gül, Meliha S., Merve Şen, Nazen G., Nilgün Geçer, Remziye Kaya, Rojda Yakışıklı, Rukiye Y., Sevgi Ö., Sultan Değirmenci, Sümeyye D., Şerife Gelmeli, Tülay Ü., Zaide A.
(EMK/AY)






