Çeteleya Tundkariya Mêran a bianetê- Dilek Sarıgül
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 31ê Kanûna Pêşiya 2023an de herî kêm 333 jin û 28 zarok kuştine.
Hejmara jinên ku di sala 2023an de ji aliyê mêran ve hatine kuştin 333 ye. Ger 6 kuştinên salên berê yên ku di sala 2023an de di çapemeniyê de hatin weşandin jî li vê hejmarê zêde bibin, ev hejmar dibe 339. Hin ji van 6 kuştinan di salên borî de di çapemeniyê de wekî "faîl nediyar e" an jî "mirinên bi guman" hatibû nivîsandin.
Disan di heman demê de (1ê Kanûna Paşiyê 2023 - 31ê Kanûna Pêşiyê 2023) Mêran herî kêm tecawiz li 18 jinan kirine, 123 zarok istismar kirine û tacîz li 355 jinan kirine û 28 zarok kuştine. Mêran di sala 2023an de bi darê zorê karê sekse bi 371 jinan dane kirin, hêrî kêm tûndkarî li 745 jinan kirine.
Di sala 2023an de çapemeniyê ji bo mirina herî hindik 270 jinan ku trans jî di nava de bûn, gotiye “biguman e.”
Li gorî zanyariyên çapemeniyê nivîsandiye mêran herî kêm 46 jin di gel ku biryara “parastin” û “jêdûrxistinê” hebûye, kuştine.
Kuştin
Mêran di sala 2023an de herî kêm 333 jin kuştine. Her weha ji wan jinan 15 jê koçber bûne.
Navê koçberên jin yên mêran ew kuştine
Elena S. Umida Tulyaganova, Tatiana Aksu, Tatiana Aksu, Laçin Geldiyazova, Leyla Geldiyazova, Elena David, Ivanna C., Anastasia Emelianova, Berno Adilova, Zhala Baghırova, Banesha Mamisheva, Ayan Mohomed Dhoba, Irina Dvizova, Damira Kozhogulova.
Mêran di sala 2023an de karkera seksê Ecem Seçkîn kuşt û bi dehan LGBTI+ birîndar kirin.
Mêran, jin li ku kuştine?
Mêran 233 jin li nava malan, 83 jin li cihên weke otel, cîhê kar, daristan, nexweşxane, kuçe û kolanan kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye ku bê ka mêran 17 jin li ku kuştine.
Kê jin kuştine?
Di sala 2023an de hezkirî, hevjînê berê, destgirtî û hevjîn 214 jin kuştine. Endamên malbatê yên weke zava, nevi, kur û bav 57 jin kuştine. Çar jin xizmên wan ên mêr ew kuştine. 21 jin hevalên wan, 11 jin zavayê wan, 11 jin cîranê wan ew kuştin. Jinekê xebatkarê wê û jinekê jî cerdevan ew kuştiye. Çapemeniyê nenivisiye bê ka mêrên ku 13 jin kuştine nas an ne nas e.
Mêran jin çawa/bi çi kuştine?
Mêran 196 jin bi çekên gulexwar kuştine. 100 jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine. Di sala 2023an de mêran 5 jin bi lêdanê, 14 jin bi fetisandinê û pênc jin jî ji şaneşînê avêtine û ew kuştine. Her weha mêran sê jin bi şewitandinê û çar jin jî bi kevir ango wesayîtê ew pelixandine û kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka meran şeş jin çawa kuştine.
Mêran jin bi çi “hêcetî” kuştine?
Mêran 111 jin ji ber ku “xwestine cihê bibe”, “nexwestine li hev were” û “daxwaza zewicandinê qebûl nekirine” kuştine. 15 jin ji ber “hesûdiyê”, jinekê ji bo “li dayîka wî mêze nekiriye”, jinekê ji bo ku “êş kişandinê”, pênc jin ji bo ku “zarokên wê qerebalixî kiriye”, 11 jine ji ber, jinekê ji bo ku kumandaya TVyê nedayê, du jin ji ber xespê, jinekê ji ber welayetê û jinekê jî ji ber ku zaroka xwe parastiye, kuştine. mîrateyê 10 jin ji ber “berjewendiyên aboriyê” kuştine. Her weha çapemeniyê hêceta kuştina 183 jinan nenivîsiye.
Pêvajoya hiqûqî
340 faîlên mêr yên ku jin kuştine hene. Ji wan tene 123 faîl hatine girtin. Hin faîlan ji yekê zêdetir jin kuştibû. Herî kêm 95 faîl hatine desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 22 faîlan weke “revîne” nivîsandiye. 69 faîlan xwe kuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya herî kêm 31 faîlan nenivîsiye.
Kuştina Zarokan
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2023an û 31ê Kanûna Pêşiya 2023an de herî kêm 28 zarok kuştine.
Di nav zarokên ku hatine kuştin de yên ku bi salên zarokî hatine zewicandin jî hebûn.
Kê zarok kuştine?
Li gorî zanyariyên ku bianetê çapemeniyê berhev kirîye bav 17 zarok, zarokek xizmê wê, çar zarok cîranên wan ew kuştine. çar zarokbirayê mezin du zarok kuştine. Zarokekê ji aliyê mêrê ku xwestine wan zarokan di temenê piçûkî de bi darê zorê pêre bide zewicandin hatiye kuştin. Zarokek hevalê wê û zarokek jî xwediyê karê wê ew kuştiye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrê ku zarokek kuştiye nas e an ne nas e.
Pêvajoya hiqûqî
Di sala 2023an de herî kêm 27 faîl hebûn ku zarok kuştine. Tene 13 faîl hatine girtin, 7 faîlan xwekuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya du faîlek weke “reviye” nivîsiye û ya sê faîlan jî nenivîsiye. Herî kêm sê faîl hatine desteserkirin.
Tecawiz
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê li Tirkiyeyê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2022an û 31ê Kanûna Pêşiya 2023an de tecawiz li 18 jinan kirine.
Kê tecawiz li jinan kiriye?
Çar jin hevalên wan, jinekê menejerê futbolê, jinekê mêrê ku li navenda dersînorkirinê kar dikir, jinekê cerdevan, du jin xizmên wan, jinekê destgirtiyê wê, jinekê seyaqê teksiyê û jinekê jî fîzyoterapîst tecawiz lê kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku tecawiz li pênc jinan kiriye nas e an ne nas e.
Mêran li ku tecawiz li jinan kirine?
Mêran tecawiz li nava malan li 9 jinan, li zanîngehan, buroyên hiqûqê, kolan, park, daristan ango li qadên derveyê mal tecawiz li 6 jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tecawiz li 3 jinan kirine.
Pêvajoya hiqûqî
24 mêrên fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Bi tenê şeş mêr hatine girtin. Faîlek reviye, çar faîl serbest bûne. Sê faîl hatine desteserkirin. Pênc faîl çûne ji bo îfadeyê û herî kêm derbarê 5 faîlan de doz hat vekirin.
Tacîz
Mêran di sala 2023an de de herî kêm tacîz li 355 jinan kiriye. Di nava jinên ku tacîz lê hatine kirin de jinên koçber jî hebûne.
Kê tacîz li jinan kirine?
Di sala 2023an de du jin hîndekar, du jin hevalên wan, 7 jin hevjîn û destgirtiyê wan, jinekê patronê wê, jinekê seyaqê teksiye, jinekê doktorê wê, jinekê dersdêrê sporê, jinekê cîranê wê, jinekê kesê ku olê îstismar dike û du jin jî hevpîşeyê wan tacîz li wan kiriye.
Her weha çapemeniyê nenivisiye ku 38 mêrên ku tacîz li 298 jinan kirine nas e an ne nas e.
Mêran bi çi awayî tacîz li jinan kirine?
Mêran, bi awayê fîzîkî û devkî tacîz li 53 jinan kiriye. Mêran bi masturbasyonê tacîz li 4 jinan kiriye. Mêran dîmen û fotografên 298 jinan girtine û ew tacîz kirine.
Mêran li kîderê jin tacîz kirine?
Mêran 9 jin li nava malan, 346 jin jî li derveyî mal tacîz kirine. Mêran hin jin bi rêyên dijîtal tacîz kirine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 69 mêrên fail hebûn ku tacîz li jinan kirine. Bi tene 12 faîl hatine girtin. 16 faîl hatine desteserkirin. Derbarê 15 faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. 9 faîl serbest bûne. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek weke “reviye” nivîsandiye. Faîlek hatiye dersînorkirin, faîlek îstifa kiriye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek weke “li malê hatiye zîndanîkirin” nivîsiye û ya 13 faîlan jî nenivîsiye.
Îstismara zarokan
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê li Tirkiyeyê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2023an û 31ê Kanûna Pêşiya 2023an de zarokên kur jî di nav de 123 zarok îstismar kirine.
Kê îstismar li zarokan kirine?
Herî kêm 7 zarok endamên terîqetê, 24 zarok dersdêrê wan, çar zarok xizmên wan, 7 zarok bav û endamên din yên malbatê, zarokek herî kêm 40 karmendên dewletê, çar zarok doktor, 14 zarok ensafan, du zarok çawişê pispor, 7 zarok cîranên wan, zarokek xebatkarê dibistanê, çar zarok hevalê wan, sê zarok dersdêrê sporê, û zarokekê jî patronê wê ew îstismar kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka kê îstismar li 43 zarokan kiriye.
Mêran li ku îstismar li zarokan kirine?
Mêran li qadên derve yên wek dibistan, qursa qurenê û kolanê îstismar li 110 zarokan kiriye. Mêran îstismar li nava malan li 6 zarokan kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku îstismar li 7 zarokan kirine.
Pêvajoya hiqûqî
162 faîl hebûn. Tene 52 faîl hatine girtin. 17 faîl hatine desteserkirin. Derbarê herî kêm 42 faîlan de çi karekî qanûnî nehat kirin. 8 faîl serbest bûn. Derbarê 5 faîlan de doz hat vekirin. 9 faîl revîne û sê faîlan jî xwe kuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 26 faîlan nenivîsiye.
Tundkarî û birîndarkirin
Mêran di sala 2023yan de tundkarî bi kêmanî li 745 jinan kir. 85 ji “bi giranî” birîndar kirin. Jinek ji wan trans bû.
Kê jin birîndar kirin?
Hevjînan tundkarî li 573, ajokaran li pênc, bav, bira û endamên din ên malê li 45 jinan kiriye. Dizekî tundkarî li jinekê, xizmên nexweşan li pênc jinan, hevalên wan li 15 jinan, xwediyên kargehan li du jinan, zavayên wan li çar jinan, esnafan li du jinan û cîranan jî li du jinan kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran û 87 jinên mêran tundkarî li wan kiriye, hev nas dikin an na.
Mêran jin bi çi / çawa birindar kirin?
Mêran bi çekên gulebar 74 jin, bi kêr û yên mîna wan 77 jin birîndar kirin. Mêran derb li 574 jinan dan. Mêran jinek fetisand û neh jin şewitandin, îşkence li du jinan kirin, jinek bi fîşekên hewayî birîndar kirin. Mêran kolotof avêtin mala jinekê. Jinek ji şaneşînê avêtin, gaza tupan bera ser jinekê dan, jinek bi wesayitê pelçiqandin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran sê jin çawa birîndar kirin.
Mêran jin li ku birindar kirin?
Mêran 483 jin li nava malan, 214 jin li derveyî malan birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran 48 jin li ku birîndar kirin.
Pêvajayo hiqûqi
707 faîl hebûn ku jin kuştin. Bi tenê 64 mêr hatin girtin. Bi kêmanî 94 faîl hatin desteserkirin. Derbarê 343 mêran de ti karekî yasayî nehat kirin.
Ji bo bi kêmanî 32 faîlan gotine, “reviyaye”, “lê digerin.” Bi kêmanî neh faîlan xwe kuştin, 18 faîl serbest bû. Çapemeniyê ji bo rewşa hiqûqî ya 147 faîlan tiştek nenivîsî.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di sala 2023yan de 371 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Zarokên temenên wan di jêr 18an de jî neçarî karkeriya seksê kirin.
192 karkerên ku neçarî karkeriya seksê kirin ne welatiyê Tirkiyeyê ne.
Pêvajoya hiqûqî
454 mêrên faîl hene ku jin neçarî karkeriya seksê kirin. Bi tenê 101 faîl hatin girtin. 25 faîl desteser kirin. Bi kêmanî 37 faîl serbest bûn. Ti karekî yasayî ji bo 18 faîlan nekirin. Çapemeniyê, pêvajoya hiqûqî ya heşt faîlan nenivîsî.
Kurteya raporê
Kuştin 333
Kuştina zarokan 28
Îstîsmar 123
Tacîz 355
Tundkarî / Birîndarkirin 745
Tecawiz 18
Karkeriya seksê ya mecbûrî 371
Mirina bigûman 270
Tundkariya mêran a di sala 2023, 2022, 2021 û 2020an de
Di sala 2023yan de mêran, 333 jin kuştin, tacîz li 355 jinan kir, îstîsmar li 123 zarokan kir, tundkarî li 745 jinan kir, tecawiz li 18 jinan kir. Mêran bi kêmanî 371 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Çapemeniyê ji bo mirina 270 jinan gotiye, “bigûman e.” Mêran bi kêmanî 28 zarok kuştine.
Di sala 2022yan mêran 327 jin kuştin, tacîz li 156 jinan kir, îstîsmar li 238 zarokan kir, tundkarî li 793 jinan kir, tecawiz li 32 jinan kir. Mêran bi kêmanî 442 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Çapemeniyê ji bo mirina 198 jinan gotiye, “bigûman e.” Mêran bi kêmanî 39 zarok kuştine.
Di sala 2021an de 324 jin kuştin, tacîz li 424 jinan kir, îstîsmar li 208 zarokan kir, tundkarî li 793 jinan kir, tecawiz li 96 jinan kir. Mêran bi kêmanî 772 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Çapemeniyê ji bo mirina 213 jinan gotiye, “bigûman e.” Mêran bi kêmanî 34 zarok kuştine.
Di sala 2020an de mêran bi kêmanî 284 jin kuştin, tacîz li 147 jinan kir, îstîsmar li 265 zarokan kir, tundkarî li 792 jinan kir, tecawiz li 96 jinan kir. Mêran bi kêmanî 818 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Jinên ku mêran ew di sala 2023yan de kuştin
Kanûna Paşiyê:
Aslı Y., Aysun Ahnas, Ayşegül T., Ayşenur Akkurt, Bedriye E., Canan Ö. Canan S., Cansu Demirel, Dilara Gültay, Ecem Seçkin*, Emine E., Esengül K., Fadime Aç, Fatma E., Filiz Kaplan, Hülya Çetinkaya, Mine A., Muhbet C., N.U., Nevmiye Vural, Nurcan İnan, Pelin Sezer, S.Ü., Sema D., Sultan B., Sunay T., Şirvan G., Tuğçe C., Ummuhan Zerrin U., Ülkü Deniz E., Zerrin Büyük.
Sibat:
Ayşegül Şimşek, B.G.T., Bahar Kırbaş, Cansu Güneş, Filiz A., Gülistan Y., Leyla Seyidova, Melis A., Sevim T., Sultan Duran, Yeter Zorba.
Adar:
Arzu T., Aslı A., Aysel G., Canan B., Cemile K., D.R, Ebru Tekin, Elena S., Gaye G., Murat Atmaca, Muzaffer Ç., Rabia T., Sabriye K., Sultan S., Tuba A., Tülay Erşahin Y., Umida Tulyaganova, Yasemin Ö., Yeliz G., Zehra Çatal, Zeynep A., Zeynep F., Zülfiye D.
Nîsan:
Ayşe Mandal, Buket Y., Canan Çimen, Ebru G., Ebru Güneş, Emine T., Hanife Doymuş, Hatice Ö., M.K., Münevver Güneysu, Recibe K., Roza Göçmen, S.Ö., Sabiha G., Sakine S., Serap A., Serpil K., Sevim T., Sonay Gürsoy, Sudiye Akpınar, U.Ö., Yeşim A., Yeşim K., Zehra K.
Gulan:
Ada U., Adanur A., Basra D., Burcu C., Ceylan S., Derya Ş. , Dilek Ö. , Dürdane K. , Ebru U., Emine Erdandoğdu, Esra A., Ezgi G., Fatma S. Fatma Uğur, Fincan K., Goncagül Ç., Gülay T., Hacer K., Hanife Burma, Hasret Çakır, Hatice B., İnaye Hellak, İptihel B., Jiyan B., Nazlı A., Nimet T., Saibe A., Semiha Bağ, Sevim Ç., Songül Ş., Sultan Kaya, Sümeyye Ergin, Şerife Yıldız, Tatiana A., Tuba A., Vezire E., Zeliha Temel, Zeynep Başaran.
Hezîran:
Beyhan G., Bilge K., D.K., Dudu Y., Elena David, Fatma A., Fidan Bahçecioğlu, Gözde Vural, Gülkamar Hanimova, İpek Çiçek, Karbeyaz Ç., Laçin Geldiyazova, Leyla Geldiyazova, Mahi Aydos, Melek B., Mohri E., Mürüvvet Ç., Nermin Y., Nuriye A., Ö.B., Sevgi Ağı, Sinem A., Sultan E., Şengül K., Zeliha Y.
Tîrmeh:
Aysel E., Büşra A., Dilan Y., Fatma A., Gamze D., Gönül Er, Gülten A., Hedra A., Kader Akşan, Kader G., Kübra Ö., Melek Baştürk, Merve Girişmek, Nazlı Şahin, Saime Şahin, Sema Ç., Semra Elmas, Sevinç A., Sultan Zencirci, Suzan Ç., Zehra Aysel Ç., Zübeyde T.
Tebax:
Ayla O., Ayşe Çetin, Binnaz D., Büşra A., Deniz S., Derin S., Derya P., Elif B., Esma Kalanderli, Fatma Duygu Ö., Fatma S., Fouza Lounici, Gamze A., Gizem Kılınç, Gülfidan Öztürk, İklime B., Ivanna C., Leyla K., Melek Y., Merve Acar, Meryem Ç., N.A., Nalie S., Nazlı Duman, Nuket G., Safa R., Sümeyye Y., Şerife Başaran, Uygun İncirli, Yıldız Çınar, Züleyha A.
Îlon:
Anastasia Emelianova, Ayfer Akbay, Ayşe A., Berno Adilova, Birsen T., Cansu Dönmez, Cemile G., Çiğdem Demir, Damla D., , Edanur Çoban, Emine Y., Ezgi Gülizar, Fatma Ö., Fatma Y., Fatoş Çetin, Gülseren G., Hatice Abdullah, Kızhanım D., Medine Y., Meliha Uludağ, Mislina Ölmez, Nadire G., Nazife Çetinkök, Nazik Bartan, Nazlı K., Nurgün Demir, Özlem K., Özlem Yürük, Peri D., Rebia Gül Arı, S.G., Saadet Ölmez, Sabriye B., Safiye Vardar, Semra Ö., Sıddıka A., Yeliz K., Zehra A., Zehra G., Zeliha A., Zeliha Ö., Zhala Baghırova.
Çiriya Pêşiyê:
Ayfer Kaya, Aysel G. , Ayşe C., Bahriye Ş., Banesha Mamisheva, Beyzanur Kaya, D.T., Elvin Ö., Fulya Aslan, Hatice D., Münevver A., Nahide Şimşek, Radiye K., Sahra Y., Seda E., Sedanur Güven, Sema D., Serap, Şerife B., Tansu A., Züleyha A.
Çiriya Paşiyê:
A.N.K., Ajda Yatar, Aleyna Dayıoğlu, Atike Eroğlu, Ayan Mohomed Dhoba, Ayşe Acar, Ayşe D., Ayşe Ö., Aytan N., Behiye Turgut, Çiğdem D., Devrim G., Doğa E., E.D., Fidan U., Figen B., Filiz Çilingir, Halime K., Hasibe S., Hürü B., Irina Dvizova, Işıl Deniz P., İpek L., Kezban G., Kezban G., Neşe K., Özlem Ülker, Pınar Bektaş, Recibe K., Sevgi T., Sevilay N., Sunay Turgut, Şadumane K., Zekiye E., Zeynep Özdemir.
Kanûna Pêşiyê:
Ayşe Gezer, Ayşe Oruç, Burcu A., Cemile Ş., Çiğdem G., Damira Kozhogulova, Derya D., Dudu U., Dünya Ö., Emine T., Fadime Korkusuz, Fazile Ç., Filiz Çankırıoğlu, Gözde K., Gözdenur D., Gurbet Ayaz, Gülbeyaz S., Gülgün Aytekin, H.A., Havva Ş., Hediye K., İrem Sağlam, M.A., Mediha S., Nursena Kozan, Sibel K., Sultan B., Tülin T., Yasemin Yolcuoğlu, Zehra B.
(EMK/AY-FD)