Infografik: Yagmur Karagoz / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2020an û 31ê Kanûna Pêşiyê de herî kêm 284 jin kuştine.
Ger kuştinên ku di salên berê de pêk hatine û çapemeniyê di sala 2020an de nivîsandiye jî bikeve ser hejmara jinên ku ji aliyê mêran ve hatine kuştin, digihêje 305an.
Disan di heman demê de (1ê Kanûna Paşiyê 2020 - 31ê Kanûna Pêşiyê 2020) Mêran herî kêm tecawiz li 96 jinan kiriye, 265 zarok istismar kirine û hêrî kêm tacîz li 147 jinan kirine. Mêran di sala 2020an de bi darê zorê karê sekse bi 818 jinan dane kirin.
Mêran di sala 2020an de hêrî kêm tûndkarî li 792 jinan kirine. Par çapemeniyê ji bo mirina herî hindik 255 jinan ku trans jî di nava de bûn, gotiye “biguman e.”
Mêran di sala 2020an de herî kêm hewldana kuştina neh jinan dane û gefa kuştinê li 20 jinan xwerine. Di sala 2020an de çapemeniyê mirina herî hindik ya 10 jinan ku trans jî di nav de bûne, Weke “xwekuştin”, “neçar kirine ku xwe bikuje” û “xwekuştina biguman” nivîsandiye.
Li gorî zanyariyên çapemeniyê nivîsandiye mêran herî kêm 18 jin di gel ku biryara “parastin” û “jêdûrxistinê” hebûye, kuştine.
Herî kêm heşt faîl, piştî ku “bi destûr” ji girtîgehê derketine an jî tehliye bûne, jin kuştine.
Di sala 2020an de herî kêm 10 jinan ji bo xwe ji tûndkarî û erîşa zayendî ya mêran biparêz in mafê xwe yê rewa bikaranine.
Kuştin
Mêran di sala 2020an de herî kêm 284 jin û 26 zarok ku penaber jî di nav de bûne, kuştine. Her weha mêran, herî kêm 25 mêr yên ku di dema kuştina jinan de li gel jinan bûne, kuştine. 12 jin yên ku ji aliyê mêran ve hatine kuştin, xelkê Tirkiyeyê nebûne. Yek jê jineke transa moldovyayî bûye.
Mêran, jin li ku kuştine?
Mêran hema hema nîvê jinan li nava malan kuştine.
Mêran 138 jin li nava malan, 86 jin li cihên weke otel, cîhê kar, daristan, nexweşxane, kuçe û kolanan kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye ku bê ka mêran 60 jin li ku kuştine.
Kê jin kuştine?
Ji sedî 65ê jinan, mêr an jî yarên wan ew kuştine.
Faîlê kuştina hinek jinan ji yekî zêdetir bûye.
Di sala 2020an de yar, mêrê berê, destgirtî û mêr 185 jin kuştine.
Endamên malbatê yên weke zava, nevi, kur û bav 56 jin kuştine. 22 jin ji aliye cîran û hevalên xwe ve hatine kuştin.
8 jin ji aliyê mêrên wek kes/kurye ê ku xwarinê dibe mal, diz, milkfiroş û temîrker ve hatine kuştin. Çepemeniyê nenivîsandiye bê ka herî kêm 25 mêrên ku jin kuştine, çiyê wan in.
Di nav mêran de yên ku jin kuştine 2 astsûbay, polîsek, cerdevanek û şaredarek(şaredarê Ordûyê) hebûne.
Mêran jin çawa/bi çi kuştine?
Mêran ji sedî 57ê jinan bi çekên gulexwar kuştine.
Mêran 167 jin bi çekên gulexwar kuştine. 75 jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine. Di sala 2020an de mêran 14 jin bi fetisandinê, pênc jin bi derpkirinê û 7 jîn jî bi jehrî kirinê, bi şewitandinê û bi pelixandina serî kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka meran 16 jin çawa kuştine.
Mêran jin bi çi “hêcetî” kuştine?
Mêran her ji 5 jinan jinek ji ber xwestine veqetin kuştine.
Çapemeniyê nenivîsandiye ku bê ka mêran 176 jin bi çi “hêcetî” kuştine. Mêran 54 jin ji ber ku “xwestine cihê bibe”, “nexwestine li hev were” û “daxwaza zewicandinê qebûl nekirine” kuştine.
Mêran 22 jin bi hêceta “hesûdiyê”, heşt ji ber “sedemên aboriyê” û şeş jin jî bi hêceta “dizî” û “xesbê” kuştine.
Mêran 17 jin bi hêcetên weke “hevalê wê yê mêr heye”, “tevlî nakokiyê mal û milk bûye”, “ji ber ku bi hêrs bûye”, “di dema pandemiyê de neçûye mêvandariyê”, “xwarin çenekiriye” û “bi başî zarok xwedî nekiriye” kuştine. Her weha mêran jinekî jî bi behaneya “namûsê” kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
293 faîlên mêr yên ku jin kuştine hene.
Ji wan tene 66 faîl hatine girtin. Çapemeniyê wê deme pêvajoya hiqûqî ya 134 faîlan weke “hatine desteserkirin” nivîsandiye.
Herî kêm 60 faîlan xwe kuştine. 3 faîl bi hêceta “delîl nebûye” serbest mane. Çapemeniyê rewşa 10 faîlan jî weke “revîye” nivîsandiye.
Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 18 faîlan nenivîsandiye. Bi tene derbarê du faîlan de nivîsandiye “lêpirsîn hatiye destpêkirin”.
Çapemeniyê tenê mirinên li 18 bajaran nenivîsandiye
Mêran ji 81 bajaran bi tenê li 18 bajaran jin nekuştine. Bajarên ku mêran jin lê nekuştine ev in:
Semsûr, Amasya, Ardahan, Artvin, Bayburt, Bedlîs, Bolû, Dêrsîm, Ezirgan, Gumuşhane, Colemêrg, Karaman, Kirikkale, Kirklarelî, Şirnex, Tokat, Sêrt û Sînop.
Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine
Edene (11), Afyon (2), Agirî (2), Aksaray (3), Enqere (14), Antalya (12), Dîlok (5), Aydin (8), Balıkesir (4), Bartın (1), Batman (1), Bilecik (2), Çewlîk (2), Bûrdûr (1), Bûrsa (7), Çanakkale (2), Çankiri (1), Çorûm (2), Denizlî (5), Amed (8), Duzce (3), Edîrne (2), Elezîz (3), Erzîrom (5), Eskişehir (3), Giresun (1), Hatay (3), Îdir (2), Isparta (2), Stenbol (39), Îzm3ir (22), Karabuk (2), Qers (4), Kastamonû (2), Kayserî (2), Kirşehîr (1), Kilîs (1), Kocaelî (7), Konya (12), Kutahya (3), Mereş (5), Meletî (2), Manîsa (7), Mêrdîn (3), Mêrsîn (10), Mûgla (7), Mûş (1), Nevşehîr (1), Nîgde (1), Ordû (6), Osmaniye (2), Rîze (5), Sakarya (3), Samsûn (4), Sêwas (5), Tekirdag (4), Trabzon (1), Riha (1), Ûşak (1), Wan (1), Zongûldak (2).
Kuştina Zarokan
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2020an û 31ê Kanûna Pêşiya 2020an de herî kêm. 26 zarok kuştine.
Di nav zarokên ku hatine kuştin de pitik jî hebûn. Zarokên ku hatine kuştin jê yek afganî û 2 jî sûrîyeyî bûne. Yek ji zarokên ku ji aliye mêran ve hatine kuştin, bi darê zorê hatiye zewicandin.
Kê zarokî kuştine?
Bav/zirbav 14 zarok, destgirtiyê berê zarokek, birayê mezin du zarok û dayikek du zarokê xwe, merêk, jina xwe ya ku di temenê piçûkî de bi darê zorê pêre hatiye zewicandin û rêvebirê kargehê jî zarokek kuştiye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrên ku 5 zarok kuştine çî yê wan in.
Navê zarokên ku mêran ew kuştine
Ekîn K., Berfîn Ç., Ceylan A., Ceren K., Nakî Ç., Emir Ç., Alperen E., Esîla T., Hamza A., N.T., Dîlan K., Taha Y., Dûygû D., Nurbarî M., Eymen H., Hayat, Z.K., Zeynep S., Ruzgar E., Kûmsal K., Gamze A., Mehmet A., Hatîce A., Mucahît A.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 26 faîlên ku zarok kuştine hene.
Tene 8 faîl hatine girtin, 4 faîl hatine desteserkirin û 6 faîlan jî xwe kuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek weke “reviye” û ya faîlek jî “bi şertê kontrola edlî serbest maye” nivîsandiye.
Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 6 faîlan nenivîsandiye.
Tecawiz
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê li Tirkiyeyê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2020an û 31ê Kanûna Pêşiya 2020an de tecawiz li 96 jinan kiriye.
Heft jinên ku mêran tecawiz lê kirine, astengdar bûne. Herî kêm du bûyerên tecawizê piştî hatiye zanîn ku jin ducanî ne aşkere bûye.
Mêran bi awayekî sistematik tecawiz li heşt jinan kirine. Mêrên ku tecawiz herî kêm li sê jinan kirine, jin xesb kirine. Ji jinên ku mêran tecawiz lê kiriye 2 jê sûriyeyî, yek afganî, yek îngilîzî û yek jî rûs bûye.
Kê tecawiz li jinan kiriye?
Herî kêm di pênc bûyerê tecawizê de ji yekî zêdetir faîl hebûne.
Mêr berê/, destgirtî û mêrê heyî tecawiz li 11 jinan, rêvebirê kargehê û hevalê wan yê kar tecawiz li 8 jinan, xizm 5, esnaf 7, cîran 2, doktor û kesên ku li ber nexweş 3, akademîsyen 1, sê mêrên ku xwe weke wezîfedarên alî dane naskirin 3 û bav tecawiz li 2 keçên xwe kirine. Herî kêm 50 jinan, 60 mêrên ku tecawiz li wan kiriye, nasnekirine.
Mêran li ku tecawiz li jinan kirine?
Mêran tecawiz li nava malan li 23 jinan, li zanîngehan, buroyên hiqûqê, kolan, park,
daristan ango li qadên civakî tecawiz li 42 jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tecawiz li 31 jinî kirine.
Pêvajoya hiqûqî
102 mêrên fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine.
Bi tenê 21 mêr hatine girtin, herî hindik ji bo 5 mêran ti kirariyeke yasayayî an jî hiqûqî nehatiye kirin.
20 faîl hatine desteserkirin. Derbarê 19 faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û doz hatiye vekirin.
8 faîl ji ber ku “delîl kêm bûye” serbest mane. Du faîlan xwe kuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 27 faîlan nenivîsandiye.
Tacîz
Mêran di sala 2020an de de herî kêm tacîz li 147 jinan kiriye. Ji jinên ku mêran tacîz lê kiriye yek jê çînî, yek fasî û yek jî ezerbaycanî bûye. Ji tacîzan herî kêm yek sistematik bûye. Di nava kesên ku tacîz li jinan kirine, lîstikvanê rêze fîlman, akademisyen û endamên partiye sîyasî jî hebûn.
Kê tacîz li jinan kirine?
51 jinan 104 mêrên ku tacîz li wan kiriye, nasnekirine. Neh jin ji aliye hevalên xwe yên kar ve hatine tacîz kirin. 93 mêran ku di nav de akademisyen, lîstikvanê rêze fîlman, polis, terapist û kurye bûne, herî kêm tacîz li 82 jinan kirine. Pênc jin jî ji aliye cîranên xwe yên mêr ve hatine tacîzkirin.
Mêran bi çi awayî tacîz li jinan kirine?
Mêran, bi awayê laşî û devkî tacîz li 114 jinan kiriye. Mêran bi masturbasyonê tacîz li 7 jinan û li ser medya civakî jî tacîz li 17 jinan kirine. Mêran bi ravekirinê endamê xwe yê zayendî tacîz li neh jinan kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
211 mêrên fail hebûn ku tacîz li jinan kirine.
Bi tene 13 faîl hatine girtin. 40 faîl hatine desteserkirin.
Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya herî kêm 92 faîlan weke “lêpirsîn hatiye destpêkirin”, “derbarê wî de çi kiriyarek yasayî nehatiye kirin” û “doz hatiye vekirin” nivîsandiye. 7 faîl ji ber ku “delîl kêm bûne” hatine berdan. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 52 kesan nenivîsandiye û ya heft faîlan jî weke “reviye” nivîsandiye.
Îstismara zarokan
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê li Tirkiyeyê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2020an û 31ê Kanûna Pêşiya 2020an de zarokên kur jî di nav de 265 zarok îstismar kirine.
Kê îstismar li zarokan kirine?
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka herî kêm 109 kesên ku istismar li zarokan kirine kîyê wan in. 40 zarok ji aliye dersdêr, karmendên dibistanê û werzişvan ve hatiye istismar kirin. Bav û bira istismar li 19 zarokan kirine.
Doktor 5, esnaf û xwediyê markete 25, cîran 14, 3 çawişê pispor du zarok, xizm 36 zarok û mela, wezîdefarê olî û pêşengê terîqetan jî îstismar li 13 zarokan kirine. Mêrek jina xwe ya bi temenê piçûkî û bi darê zorê pê re hatiye zewicandin istismar kiriye. Zarokek jî hatiye îdiakirin ku destgirtiyê wê ye îstismar lê kiriye.
Mêran li ku îstismar li zarokan kirine?
Mêran li dibistan, wesayita serwîsê û derdora dibistanê îstismar li 42 zarokan kirine. Mêran îstismar li nava malan li 36 zarokan, li market, kolan, park,
daristan ango li qadên civakî herî kêm îstismar li 80 zarokan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku îstismar li 101 zarokî kirine. Mêran li ser medya civakî îstismar li 6 zarokan kirine.
Pêvajoya hiqûqî
266 fail hebûn ku îstismar li zarokan kirine.
Bi tene 76 faîl hatine girtin. 38 faîl piştî îfadeya wan hatine girtin serbest mane. 42 faîl hatine desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 51 faîlan weke “doz hatiye vekirin”, “lêpirsîn hatiye destpêkirin” û “ ji kar hatiye derxistin” nivîsandiye.
Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 12 faîlan weke “reviye” nivîsandiye. Derbarê 8 faîlan de tu kiriyarek yasayî nehatiye kirin. Herî kêm sê faîlan cezaya hepsa malê xwarine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 36 faîlan nenivîsandiye.
Tundkarî – Birîndarkirin
Mêran di sala 2020an de tundkarî herî hindik li 792 jinan kiriye. Mêran 54 jin bi giranî birîndar kirine. 28 jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye ne welatiyên Tirkiyeyê (sûriyeyî, afganî, azerbaycanî, ukraynî) bûne.
Herî hindik 3 jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye, trans bûne.
Mêran digel biryara “dûrxistinê” û “parastinê” tundkarî li 56 jinan kiriye. Herî hindik 32 bûyerên tundkariya mêran sîstematîk bûye.
Kê tundkarî li jinan kiriye?
Çapemeniyê nenivîsandiye ku 168 jinan û mêrên tundkarî li wan kiriye hev nas dikin an na. Mêr, destgirtî, mêrên kevn an jî destgirtiyên tevn tundkarî herî hindik li 521 jinan kiriye.
Bav, kur, bira ango malbatan herî hindik tundkarî li 81 jinan kiriye. Her weha hevalên sê jinan û hevkarên sê jinan tundkarî li wan kiriye. Kurye, notirvanê taxê, mixtar û yên weke wan tundkarî li 16 jinan kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
711 falîn tundkariya mêran hebûn. Bi tenê 54 ji wan hatiye girtin. “zindanîkirina li malê” an jî “cezayê kelepçeya elektronîk” li pênc failan birî ne.
Herî hindik 148 fail desteser kirine. Ti karekî hiqûqî an jî yasayî ji bo 12 failan nekirine an jî ew “serbest mane”. 14 failan xwe kuştiye.
Çapemeniyê ji bo rewşa 188 failan nivîsandiye û gotiye ku “dozgerî lêpirsînname amade kiriye” an jî “doz hatiye vekirin”. Çapameniyê her weha ji bo rewşa 63 failan gotiye “lê digerin”, “bazdaye” û pêvajoya hiqûqî ya 227 failan nenivîsandiye.
Karkerîya seksê ya mecbûrî
Mêran di sala 2020an de herî hindik karkeriya seksê ya mecbûrî bi 818 jinan daye kirin. Di nava vê hejmarê de zarokên ku temenên wan di jêr 18deyan de hebûn. 453 jinên ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi wan hatiye kirin Tirkiyeyî, 365 jin jî ji welatên din bûne.
Pêvajoya hiqûqî
881 fail hebûn ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi jinan dane kirin. 607 fail desteser kirine. Ti karekî yasayî an jî hiqûqî ji bo 132 failan nekirine an jî ew serbest mane. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya herî hindik 24 failan nenivîsandiye. (EMK/AY/FD)